Malpera Dr. Xalîl Çendî Raşo

 

Derheqa navê  TAWSI MELEK

 

Dr. Xelîl Cindî Raşo

  Zankoya Gottingen

 

Ji aliyê rêbazve, em nikarîn vekolîna li ser diyardeya dînê Êzidiya u Tawsî Melek, dûr ji kar tê kirina pêşketina fikra dîn li devera rojhilat çêkin, anku dûr ji kar tê kirina diyanetêt kevin li Mêsopotamiya- Iranê- Misrê- Şamê- Cuhatiyê- Felatî u Islamê.

Tiştê here giring ewe, bizanîn fikra dîn ji ciyekî bo ciyekî din di hêt guhorîn. Bi manayek din, av u hewa, siruşta mirov têda dijî,...karekî mezin dike ser mirovan, bawerêt xo beranber guhorînêt li dinyayê peyda dibin, da dinê, migirtî ( bo nimune): diyanetêt li Çîn u Hindistan u Mengoliya peyda bûyîn, ne wek diyanetêt Mêsopotamiya u Şamê bûn, yan ewêt yekem u duwê, ne wek yêt Misra kevin bûn. Helbet diyanetêt Efrîka u Latin Emerika, ewan jî cudahiya xo li gel diyanetêt hatîn behis kirin heye.

 

´ilmê dînê êzidiyan jî dibêje:

 

            Sultano! serdarê çendî millete

            Xaliqekî minî heftî u dû millete

            Heştî hezar xulyaqete.

            ( sebeqa 13 ji qewl? Babekr? Omera)

                        *****

Eve wê yekê dest nîşan dike ku gelek fikrêt cuda u millet u zimanêt cuda-cuda li dinê hene.

Nek her rolê xwe di peyda bûna fikra dîn da di leyize, belkî dem jî - anku pêşketina mejiyê mirovan u dan u standinêt nêva civatê da- rolê xo di bînin.

Dîn fikreke tevayîye u civat baweriyê pê di îne u pê diçe. Her wisa dîn bitir bi soz u wijdanê mirovan girêdaye, bi dinyaya veşartî u ne diyarve ( mîtafîzîkî) girêdaye u hêzêt ne diyar roleke mezin di leyizin.

Wek destpêk li cem pirraniya miletêt rojhilat, heta Misr u Efika jî, ewan diyardeyêt siruştî di peristin. Li cem Somerî u Ekadî u Babilî u Aşuriya, li Şam u Misrê jî -bo nimune- her bacarekî Xudawendê xo hebû, li gor dem u li gor mileta dewrê wan Xudawenda pêş yan paş diketin; anku beru başî yan xirabî dihat guhorîn. Dînekî sêntirat bo gişta nebû. Ewan yek u du qebul dikirin u hevrikî ( sirae') ne gehiştibû dereca kuştin u birînê bo ferz kirina bawerêt xo. Ekadî u Babilî u Aşuriya, Xudawendêt Someriya qebul di kirin, bi tenê nav u dewrê wan di hat guhorîn, " xêr u şer bi hevra dijiyan"!

Ev barê fikriyê han -di karîn bêjîn- heta peyda bûna Cuhu u Felatiyê jî, heta derecekê, bi aştiyane bi rêve diço. Belê demê Islam peyda bûyî u xuwastî dewleta sêntiral li ser erdê çêke, ji aliyê fikra dîn ve u bi piraktîk xwast fikr u xudawendekî sêntiral " li azmana" çêke u hemû bîr u bawera di xizmeta yek dîn u yek dewlet u yek mirov da bike,...hêza xêr u şer jî bi ronî ji yek cuda kirin; anku dîn u dewlet di xizmeta Mihemed u desteya wî kirin u hemû tişt li gorî perjewendiya xwe şirove kirin.

Her çawa berî hatina Mehemed jî, Zerdeşt dînê xwe di xizmeta xundkarêt dewleta Exmînî u Sasaniya kir u her kesekî ne li ser fikira dînê wî ba, ew dikire hêza şer u xirabiy?!.

Ji ber ku ( Tawsî Melek) u fikra wî, erkanekî here mezine di dînê êzidiya da u babetekî pirr nazike; gelek fere demê em bên u vekolîn u gotinê li ser çê kin, çend xala danin ber çavê xo:

 

1- Vexundina peyda bûn u pêşketina fikra xêr u şer li cem millet u diyanetêt kevin u nû, anku li ber çav xistina rêbazekî ( mîtodekî) zanistî u dîrokî bo peyda bûna fikra diyaneta di vî warî da u wekî me li jor bi kurtî behis kirî.

2- Diyar kirina bîr u bawerêt êzidiya u ´ilmê wanê dînî derheqa paya ( cîyê) Tawsî Melek.( migirtî: çîvanoka êzidiya li ser peyda bûna Adem/ hevgirêdana nêva Xudê u Tawsî Melek).

3- Raman ji Tawsî Melek- cin- dêw- Ş..- E.-.çerebî- Izazîl-...erê gelo: evêt me bi rêz kirîn yek tiştin, yan ji hev di cudane?!

4- Tawsî Melek ji aliyê zimanewanî ve.

5- Tawsî Melek li cem milletêt din bi çî navî hatiye nas kirine?

Ji ber corê babet, ez nikarim bi dirêjî u yeko-yeko li ser van xalan bisekinim u şirove bikim, belkî dê hewil dem bi tevrayî şirovekirinekê bidemê u li dawî da mirov bigehe hindek tiştêt beraqil ( razîbûnekê), bikare xo wek êzidî u alema dor u ber- heta derecekê- razî bike.

Ez bawerim, yê bi tenê şarezayek kêm li ser dînê êzidiya u edebê wanê dînî hebe, yekser dê jêra xoya be ku êzidî Xudê perêsin. Ser u binê du´ayêt wan, rabûn u runiştina wan, hemû bi navê Xudê u Tawsî Meleke.[2]

Ji ber ku êzidî baweriyê bi dona u donê ( surr u kirasguhorînê) di înin, surr u hêza Xudê bi gelek renga diyar dibe. Her çawa baweriya êzidiya dibêje: Xudê Milyaket ji nûr u mehbeta xo çêkirin, her wek çawa bi agirê çirayekî, fitîlêt çirayêt din hilkî!:

 

            Şîxadî u Tawsî Melek u Êzî êkin

            Hûn me´niya ji êk ne kin

            Ew zu miraza hasil dikin.

            ( sebeqa 4 ji qewlê keniya mara= Şîxadî şêxê şara)

                        *****

yan:      Sultano! serdarê çendî sultan

            Xaliqekî minî erd u azman

            Ew Sultan Şîxadiye, mêra bi saxî jê dida beyan.

            ( sebeqa 12 ji qewlê Babekrê Omera)

                        *****

Gelek nivîskarêt rojhilat u rojava( rojhilatnas) jî, hosa nivîsîne ku dînê êzidiya, dînekî duwalizme; anku baweriyê bi dû xudawenda di îne, yek: xudawendê xêrê. dû:xudawendê şerî.

Eve yeke ji wan şaşiyêt ew nivîskar ketinê, çunke ew dûrî êzidiya bûne u şarezaya edebê wanê dînî ne bûne. êzidî di du´ayeke xo da di bêjin:

           

            Tanc ji ewelîn heta bi axirîn

            Xêra bide, şera wergerîn

            Heq hemdullah ya Rebil ´alemîn"[3]

 

yan " Xudê êkî wahid li qehare, bê şrîkî bê hevale." anku hêzeke dî nîne ber singê wî bigire u rikmaniya wî bike!

Bi baweriya êzidiya ( xêr u şer) bi hevrane u her dû ji dergehê Xudê di hên!...anku; xudawendekî yekta, xudanê duwalizmêye ( yê xêr u şerê).

Eger ev baweriya êzidiya ye dirust be; erê boçî êzidî ji vê peyvê di ´initînin( di dene paş) u kengî ev gotina xirab bi wanve hatiye girêdane?!..kê navê Tawsî Melek u gotina xirab kiriye yeke?!

çend bîr u bawer u nêrîn derheqa girêdana van nava bi hevra hene:

 

1- Hindek nivîsevan u vekoler mîna ( Tawfîq Wehbî - Dr. Reşad Mîran - B.Ş. Dilkovan) li ser wê baweriyêne ku navê ( Tawsî Melek) ji ( Diyawis); xudawendê asmana li cem milletêt Hindo-Îranî ku kurd yek ji wan milletane, hatiye.

Berî peyda bûna Zerdeşt, ev xudawende li cem wan milleta wek xudanê xêr u şera di hat peristin, belê çaxê Zerdeşt peyda bûyî, bi tenê xudawendê xêrê ( Ahoramezda) di lahûta xo da hişt u ( Diyawis) kire serçavê şer u navê wî kire " Deîve " yan " Dêw". Ji hingî were Zerdeşt, ew gotina xirab " Deîve yesna = Dêw perês" gote wan kesêt bawerî bi wî u dînê wî ne anîn u li ser baweriyêt xweyêt kevin; yêt bab u bapîra man. Li şunda gotina " şîda " di kit?ba ( Zend Avêsta) beranberî " Deîv = Ahrîmen " dana.

Babetê peyva xirab " hêza şer" di dînê Islamê da u- heta derecekê li cem Kiristizana- di çîroka peyda bûna Adem u Hawa u derxistina wan ji behiştê, reng dide.( pêwist nake wê çîrokê bi rêz kîn, çunke kêm kes hene ew çîroke ne bihîsti bin.) Min navê dînê Cuha bi çîroka Adem u Hawa ve girê ne da, çunke li cem wan ev tişt diyar nabe u ew baweriyê bi behişt u dojê nakin. Ev dinya li nik wan behişt u doje! Ez bawerim, heke em li koka fikra êzidiya di vî warî da bigerin, bi gelek aliyave nêzîkî ya Cuha dibe.

Heke çîroka behişt u dojê u derkirina Adem carna bê gotin, yan hindek baweriyê pê bînin, lê belê- li gor nêrîna min- ew ne çîroka êzidiyane u ji diyanetêt dor u ber- bi taybet Islam- ketiye nav edebê dînê êzidiya. çîroka peyda bûna Adem bi ronî di gelek Qewlêt êzidiyada- bi taybet qewlê ,,Zebûnî meksu,, der dikeve.

 

            Ku kinyat pê zeyinî

            Çar qismet têk hincinî

            Bay u av u ax u agirî.

            ( sebeqa 32 ji qewlê Zebûnî meksur)

 

Li pê fikra êzidiya yekem car Tawsî Melek, Adem li ser erdê ( li Laliş) çêkir u şunda bire behiştê:

 

            Kerema wê kasê hat u gehiştê

            Lew Adem pêxember hilgirtin u birine behiştê.

            ( sebeqa 39 ji qewlê Zebûnî meksur)

                        *****

2- Nêrînek din heye- Menzil bo nimune- dibêje: ,, gotina Tawsî Melek u navê wî ji gotina   (Temuz- Dîmozî) , xudawendê Someriya u Babiliya hatiye.,,

 

3- Corc Hebîb li ser wê baweriyêye ku ( Tawsî Melek) u Nabo, xudawendê mezinê Babil ku peristgeha wî jî bi navê ( Êzîda) bû u li şunda ev xudawende bo welatê Aşur hate veguhastin; ev herdû xudawend yek kesayetî u yek rolî di leyizin u ( Corc Hebîb) bo nêrîna xo çend belge u delîla di îne:

a- çarşembu wek roja pîroza herdû xudawenda u sersala wana nû dikete wê çarşema   nîsanê.

            b- Nabo u Tawsî Melek berpirsêt ( Loh ilmehfuz) u dinyayê ne.

c- Stêrka berê sibê ( Utarid) wek simbola Tawsî Melek. Stêrnasîn u ´ilmê felekî li ser stêrka Utarid hosa dibêjin:" çarşembu roja wêye, ew xorteke li teyr tawisî siware u marek di destê wîyê rast daye u lohek wa di destê wîyê çepî da di xune.. " di tabloyeke din da xoya dike: mirovek li ser kursiyê runiştiye u mishefeka di destê wî da di xune u tacek wê li ser serê wî u cilkêt kesik u zer di berdanin."[4]

 

            Êzîd didem medehê

            Lalişê xudanê qubehê

            Ez xelat kirim stêra sibehê?.

                        *****

            Stêra sibê xelat kirim

            Sê herfa ez xebîr kirim

            Ez hatim, ra buhirim!

                                        

            ( sebeqa 1-2 ji qewl? Siltan æz”)

 

Belê kengî u di bin çî barî da navê( Nabo) bo navê ( Tawsî Melek) hat guhastin?!...Corc Hebîb vê pirsiyarê ji xo dike u dibêje: persiv dana vê pirsiyarê gelek zehmete, lê belê dûr nîne li çaxê zilim zordariya dewleta Sasaniya bi ser xelkê da anî heta ew peristina Ahoramizda qebul bikin, diyare hinî navê (Tawsî Melek) wek nîşan bo ( Nabo) peyda bûye.[5]

Ev nêrîne li gel nêrîna yekem ya ( Tewfîq Wehbî) yek digire, demê dînê Zeradeşt bûyî dînê qesrê (dewletê) u Şahinşaha qebul kirî, bi wê baweriyê ku ewê bikarin leşkerê xo pê zav bikin u bikarin bersingê leşkerêt biyanî bigirin, ..hingê Zerdeşt gotina " Deîve yesna" bi wan kesan vena, yêt ( Diyawis ) u siruşt di peristin u îman bi Ahoramizdayê Zerdeşt ne di anîn!

Navê Tawsîî Melek bo cara yekê di destnivîsêt Mendayiya da hatiye, çaxê dibêje : Milyaketê ronahiyê ( Melka dinhura ) daxiwazî ji ( mala jiyanê = beyt il heyat) kir, kitêbekê amade kin bi xirabî behsa Mendaiya neke. Ji bo wê armancê Milyaketek bi navê ( Tawsî Melka) şandin, heta ( Tewrat)ê binvîse.

Di vir da dîsan ( Tawsî Melka- yan Tawsî Melek) wek xudawendê aqil u me´rifet u qelemê di hêt nas kirin. Ev gotine geleke kevine u vedigerête mêjiwa berîî peyda bûna Kiristiyanê.

Li cem êzidiya, Tawsî Melek hemû tişte u yî her u here:

 

            Pedşê min kinyat ava kir ji durr u gewhere

            Siparti bû her heft surrêt her u here

            Tawsî Melek kire serwere.

 

            ( sebeqa 6 ji qewl? PedÛay)

                        *****

Hindek dib?jin; dibe peyva(Taws” Melka) di ziman? Aram” da(Taws” Melek) yan ( Milyaketê Teyr) be.[6] Dibe eve wekheviyekê li gel simbola ( Sinceq- Tawisa anzelî)[7] peyda bike.

Tawsî Melek rengdaneke ji rengdanêt Xud?( tecelî) u hindek dibêjin ew bi xo çav? Xudêye u ( Roj) nîşana wîye:

 

            Ya Rebî! tu xudawendê seferî[8]

            Tu xudawendê mah u merî[9]

            Tu xudawendê çendî omerî.[10]

            ( sebeqa 4 ji duÜaya Taws” Melek)

                        *****

Tawsî Melek rehim u berekete, her sal ji aliyê Xudêve u li çarşema sor (çarşema ewil ya serê nîsanê) di hêt xiwar; xêr u xêrata bi ser alemê dabeş dike, heta beşer u gişt giyanwer bijîn u jiyan berdewambe.

 

Dîsan gotina Tawsî Melek ji aliyê zimanîve:

 

Di ferhenga ´erebî da ( tus ) ji aliyê zimanîve bo ruyê ciwan u vekirî di hêt gotin u dibêje gotina ( Tawus) ji ( tus) hatiye wergirtine.

Vekolerê Ferensî ( F. Nu.) di kitêba xo da bi navê " têkist u belgeyêt li ser milletê êzidî" dibê: " Tawus, gotineke ji " tîusa" Yonanî ku bi ramana xudawend di hêt, wa hatiye wergirtin u gotina Melek li hate zêde kirin u buwe " Tawis Melek" anku " Melekê xudawend"[11]

Her ev nivîskare dibêje: Tawsî Melek xudawendekî Samiye u ew berî hemû tişta hebû, ewî her u here.[12]

Belê wek hindek vekolerêt din dinivîsin u dibêjin:

" reha gotina- Tawus- ji " tau - tu- tav" hatiye ku bi zimanê kurdî " tav- hetav = tîrêj" anku hetav u ronahiya sor, hetava rojê, paşî hetava zer = ya hêyvê.[13]

B.Ş. Dilkovan dibêêje: gotina " tews " bi zimanê Yonanî bi ramana ciwanî bedewî di hêt u beranberî wê bi zimanê kurdî " taze" her bi wê ramanê dihêt.

 Hosa xoya dibe ku gotina Tawus :( hetav- ronahî - birisqîn - ciwanî u bedewî ), ev sifat jî li gel sifatêt Rojê u yêt Xudawendî wek hevin, her hosa li gel ciwaniya (Tawus ) rêk di kevin

Erê gelo: paş vê hemû ron kirinê; Tawsî Melek kiye?!

Bila vegerên nav edebê dînê êzidiyatiyê pîroz u bizanîn ew çî dibêje:

 

Tawsî minî mêrane

Xaliqê minî bi erda heta azmana

Ew Siltan Şîxadiye, mêra bi saxî jê dida beyane.

            *****

Tawsî minî, serdarê çendî Milyakete

Xaliqekî minî heftî u dû millete

Heştî hezar xulyaqete.

            *****

Berî erd, berî azmana

Xudê hebû, nurî nurane

Ji qudretê kewin kir beyane.

            *****

Eerd u ´Erş u îmane

Nav li xo kirî Tawisî mêrane.

            *****

erê gelo: eve ne hemû rengdanêt (sifatêt) " Xud?"ne!..erê  qewl? me na bêje:

 

            Pedşayî hezar u yek nav li xo danaye

            Navê mezin her Xudaye.

 

Tawsî Melek navekî here pîroz u şêrîn u her u herî ji wan hezar u yek navê Xudaye.

 


 


[1] Ev babete bo cara yekê li civîna Bingeh u Mal u Yeketîyêt êzidiya li Oldenburg ( li Mala Êzidiya) li sala 2002 hat pêşkêş kirin. Şunda jî wek babetek taybet ciyê xo di kitêba ,, Perin ji Edebê Dînê Êzidiyan,, bergê 1, çapxana Spîrez 2004, pp. 99-107 girt.

[2] binêre kitêba: Nehwa me´rifat haqîqat al-diyane al-êzidiye- Dr. Xelîl Cindî, Swêd 1998, du´ayêt êzidiya: du´a fecirê- sibê- nîvro- êvarî, her wisa du´a Tawsî Melek. Dîsan bo vî babetî binêre govara Laliş, hijmara 2&3 1994

[3] sebeqe ji du´aya Fecrê

[4] Corc Hebîb- Al-yazidiyanaqaya dîn qadîm, Bexda 1979, perê 13-27( bi zimanê erebî)

[5] serçavê pêşin.

[6] serçavê pêşiyê, perê 27.

[7] Anzelî: azelî, yê here berê peyda bûyî (ji azala erebî hatiye)

[8] sefer; asman

[9] mah u mer; mang u m?hir, anku roj u heyv

[10] omer; hem? giyanewer.

[11] F. Nu.-" têkist u belgeyêt li ser milletê êzidî", perê 17

[12] serçavê pêşin, perê 26-27

[13] B.Ş. Dilkovan, di nivîsareke xo da bi navê : erê êzidî Dêw perêsin?! ev babete hêşta ne hatiye belav kirine. Dîsan binêre: Comî Mamo- nêrînek nû bo êzidiyatiyê, hijmara 10 a govara Roj, sala 2001, babet bi zimanê erebî hatiye weşandine

 

 

Vegere

 

                   E-mail.: info@khaliljindy.com                  www.khaliljindy.com                      webmaster@khaliljindy.com