Malpera Dr. Xalîl Çendî Raşo

 

Nêrîneke serpêyî Derheqa Parvekirina edebê dînîyê Êzidiyan

 

Dr. Xelîl Cindî Raşo

  Zankoya Gottingen

 

 
 

ev vekolîne li kongirê cihaniyê yekê Êzidiyan li 28-30/1/2000 li Hannover hate pêşkêş kirin)

 

Êzidiyatî meydneke dewlemende di warê vekolîna da, çunke heta demekî nêzîk êzidiaytî wek erdekî beyar mabu, ew vekolînêt hatîne kirin jî gelek di kêm bun u hemu rex u ru ne girtîne.

Demê bêjin; edebê dînî, edebê devkiyê êzidiya çî ewê hatiye komkirin u hindek jê di kitêb u govarada hatiye belav kirin, yan jî ewê nehatiye komkirin u gelek jê winda buyî, qewareke yekcar mezine. gelo; çarçuv u tixubê (sînor) edebê dînî çiye,em dikarin çî babetî biêxine jêr navê wî?

Di jiyana gelanda, bi taybet gelêt kevin, ev tiştêt jêrî dewrekî mezin di leyzizin u dibine binema u koka her dînekî. Ew tiştne jî evene;

 

 1-Bawirî

2-Tor u tibeet, (tiradisiyon)

3-Efsane.[1]? çîrokêt pîroz

 

 Her yek ji van şirove kirina xweya taybet heye u bi hevra digirêdayîne. Her sê bi hevra fikra dîn dirust dikin u ze´îf buna her yekê ji wan karê nêgetîv digehîne ser yê din.

Edebê Êzidiyan, yê dînî u bilî dînî jî, li dor van hersê xalêt me gotîn digerê. Êzidî bawiriyê bi: Xudê, Tawsî Melek, Milyaketa, Xas u Babçaka, Behişt u Dojê, xêr u serê, kiras gihorînê,  Axret, hatina Ezî u Şerfedîn,..htd., di îne. Bo vê bawiriyê jî êzidiyan çîrok u efsane, du´a, Qewl u beyt, xizêmok, robarîn,...htd., vehunandîne u gotîne. Rê u risim,tiwaf u cejin li dirêjiya demêt salê jêra danîne.

 

1- Helbet bawirî wek barek (hale) bi mêjiyê mirova girêdaye, her hosa bawirî komeke hizir u nêrînêt mirovane derheqa cihana tiştêt pîroz, wek (Xudê, Milyaket, behişt, axret, mirin,..).

 

2 - Tor u tibÜet (tiradisiyon );

ew kiryar u dan u staninêt mirov pê radibit u bi rêka wan xo nêzîkî cihana tiştêt pîroz di ket, anku ew rêkin mirov ve di ket u dixwazit têkeliyê li gel wan pîroziya ne birrit, wek (cejin, tiwaf, du´a, rojî, dana qurbaniya,...htd.).

Berdewam bûn li ser tiradisiyona, nek her îmanê bo mirovan peyda di ket, belkî ewê îmanê xurttir di ket. Bawirî u tiradisiyon yek u du temam di ken. Heke tiradisiyon berhemê bawerê bit u di xizmeta wê da bit, lê belê urf u ´edet, dan u standin karekî mezin di kene ser baweriyê u ewê bi hêz di ket u bi hev ra girê dide; ji ber ku xelkekî mezin pê ra di bit, yan bêjîn tiradisiyon bi rengekî civatî di hêne kirin.

 

 

Glek caran tiradisiyon fikir u derunê mirovan di guhorîne, her hosa berovajî, mirov jî gelek cara ewan urf u ´edetan pêş di êxînin.

 

3 - Efsane u çîrokêt pîroz;

bêguman li destpêka peyda bûna bîr u baweran derheqa kiryarêt dinyayê, wek (baran u tofana, birq u birusiya, mirin, sar u germî, sotin, derkeftina Roj u Heyvê, nexoşiya...htd.), mirovê berê hosa di fikirî ku hêzeke mezin li pişt wan kiryara heye, anku pîroziyek di dayê, nîşan u bit (senem) jêra dirust di kirin, bi bê dengî ewdi peristin, yan bêjîn bi hindek livînêt taybet, wek (semaya bê deng, govend, geriyan li dora berekî yan darekê, rawesta beranberî Rojê yan Heyvê, çê kirina hindek nexşa wek Mar, Şêr, Dubiştik, Piling,... li ser der u taqêt şkefta...htd.)

Mirovê berê hêdî-hêdî baweriyêt xo di qalibê çîrok u efsanada ava kirin, ew çîrok u efsane berdewam di nav wanda di hatin gotin, her li gel vê yekê wan mirovan hem rabûn bit u ciyê pîroz bo wan hêzêt ne diyar (pîroz) çê kirin u roj u demê taybet jêra diyar kirin, hem bawirêt xo bi rangekî binecî di qalibê çîrok u efsaneda derxistin; anku bawirî ji qalibekî hişk, bê deng, kefte qalibê gotin u axaftin?, mirov bitir bi tevayî pê rabûn.

Li hêre da, bawirî, urf u ´edet, çîrok u efsane yek di girin, karekî mezin li ser yek u du di ken, zehîf bûna her yekê ji wan karekî nêgetîv di kete ser yê dî; migirtî (bonimune): çend xelk u ´alem cejna bi gur u berdewan bi ken, tê da rê u risim, du´a u qewla bêjin hind ew bawiriye di hoş u soza xelkê da mukim di bit, berovajî her bawiriyek, heke çîrok u çirovekirinêt beraqil têda ne bin, berdewam di aqilê xelkê da ne hête xundin, cejn u helkeftina j?êra ne ken, ew baweriye hêdî-hêdî dê li cem xelkê sar u hinda bit.

Edebê êzidiyan, yê dînî u bilî dînî jî, li dora van hersê xalêt me gotîn di gerêt. êzidî baweriyê bi: Xudê, Tawsî Melek, Milyaketa, xas u babçaka, behişt u dojê, xêr u şerê, kiras gorînê, cin, axret u qiyametê, hatina Êzî u Şerfedîn...htd., di înin. Bo vê yekê jî êzidiyan çîrok u efsane, du´a, Qewl u Beyt, Xizêmok, Robarîîn,...htd., vehunandîne u gotîne. Cejn, tiwaf, rê u risim, hed u sed jî, li dirêjiya demêt salê jê ra danîne.

Ez na xwazin bitir li ser şirove kirina aliyêt tiyoriyêt van babeta bi sekinim, çunke hind edebê dînê êzidiyan meydaneke berfiraye, bi zehmete hemû tişt bi yek carê, wekî dilê mirovî bi vêt, bicî bêt. Ji ber vê yekê ez di vêm ewî edebê hey parvekeme ser van aliya;

 

1 -     Efsane u çîrokêt pîroz,

2 -     Du´a u diroze,

3 -     Qewl u beyt,

4-      Qesîde,

5 -     Mishabet,

6 -     Mozîka dînî,

7 -     Xizêmok, robarîn u payizok,

8 -     Lavij u xerîbî (xerîbo)

 

Berî bême (werim) ser van xalan bi axivim u pênasîna wan bikim, dixiwazim ronahiyekê bidim ser serhijmara wan u evan zaniyariya xoya kim:

* Heta niha navê ( 108 Qewla) hatiye zanîne. Ji wana (59 Qewl)hatîne belav kirine di kitêb u govar u rojnama da.[2]

Hijmara sebeqên wan Qewlan; yêt ku li ber destin, digehe ( 3242 sebeqe).Her sebeqe (3)sê rêze, carna jî bitire u dibite 4-5 rêz. Anku li virda rêzêt Qewlêt li ber dest dibine (9726 rêz).

* Heta niha navê (27 Beyta) hatiye zanîne; (13-14) jê hatîne belav kirine. Sebeqêt wan Beyta u yê di hat”ne nivîsandin digehne (490 Sebeqî), anku ( 1073 rêz).

* Qesîde/ navê (31 Qesîda heye. Behra bitir di govara Laliş, hijmare 6 da hatîne belav kirine. Koma sebeqêt wan digehte (317) beranber ( 941 rêz).

* Du´a/ heta niha nav? (44 Duea) hatiye zanîne, (28) ji wan hatîne belav kirine u yê din mane. Sebeqêt wan dibine (392) beranber (1176 rêz), eve ji bilî (62 sebeqe) ji Diroze.

* Heta niha ( 7 sebeqe) ji Xizêmok u (11 sebeqe) ji Robarîn u (10 sebeqe) ji Payizoka hatiye nivîsîn u belav kirine.Eve ji bilî jimareke yekcar zav ji Lavij u xerîboka, ji Mishabet u çîrokêt Pêxember u Xasa.

Tevaya sebeqêt hatîne belav kirin, yan hatîne nivîsandin digehe ( 3242+490+317+392+27) = 4468 sebeqe beranber ( 13404 rêz).

Ev edebê me gotî, heke bi rengekî rêk u pêk u zanistî bê kom kirin ? vekolîn li ser çê bin, bê guman, ne wek her dê xizmeteke mezine dîroka edebê kurdî kin, belkî divê edebê kurdî bi rengekî dî bê nivîsîn u gelek bawerî derheqa fikr u felsefa gelê kurd derkevne meydanê.

Niha jî ez dixiwazim bi kurtî ronahiyê bidim ser her babetekî ji babetêt edebê dînê Ezidiyan ku di pêşda hatiye dest nîsan kirin. 

 

1 - Efsane u çîrokêt dînî;

 

Bêguman di efsane u çîrokêt dînî da, bawiriya mirovan beranber dinyayê, Xudê Milyaketa, kiryarêt ser ruwê dinyayê; wek peyda buna şînkayê u hişkatiyê, deşt u çiya u behra, derkeftina Roj u Heyvê, çêbûna roj u şevan, baran u tofan, bûn u mirin...htd., der dikeve. Di van efsane u çîrokadan da xeyal, li gel hindek rastiyê, têkel yek dibe, zemanê her u her u nû têkil hev dibe,...her li ser vê yekê jî di baweriya Êzidiyan da dû dinya beranberî hev disekinin; dinyaya jor u dinyaya jêrî (xiwar).Dinyaya jor gelek paqije, bi saf u heybet, Xudê u Milyaket u ruhêt baş dewrê xwe dibînin, ew çarenivîsa hemû giyanewera dest nîşan dikin, xêr u şer ji cem wan tê...

Dinyaya jêrî -dinya ser erdê- bo mirov ê giyanewerêt dîye, di nîveka herdû dinyaya da, qonax u jiyaneke kurt heye, ew misafirxaneye, mirov têda bazirgane. Mirov tê vê dinyayê da paşî here mala heq (mirin u axret), lê belê di wê dinya kurt da, divê mirov bendewarê dinyaya Ezmanî be, anku di xizmeta wê da be, xêr u qurbaniya jêra pêşkêş bike u xwe jê biparêze.

Ev bawiriyêt li serî me gotîn di nav Ezidiyada wek efsane u çîrokêt dînî di hên gotin. Piraniya qewl u beyta, lavij u edebê dî, wek çîrokêt dînî di hên hijmartin; çunke elemêntêt efsanê di wanda peyda dibin, ew bi rengekî bawiriya Ezidiya derheqa peyda buna dinyayê, Xudê u Milyaketa, mirova, diyar dike, wekî:(qewlê Zebunî meksur, qewlê aferîna dinyayê, qewlê qere ferqan, qewlê Şêxu Bekir, qewlê Şêx u Aqub, qewlê xoş malêt baba,...htd.)

Ji aliyekî dinve, gişt nêrîna Êzidiya derheqa mirin u jiyanê li ser efsanê di hên hijmartin u ev qewl u beytine wek nimune:(qewlê Seremergê, qewlê Miskîno jaro, qewlê Nebî Simayîl, qewlê Musa, qewlê firwarê, qewlê Texta,...htd.)

 

2- Du´a u diroze;

 

 Du´a dewrekî mezin di bawiriya Ezidiyada bibînin u ciyekî bilind digirin. Ew du´a u dirozêt li ber destê me- yêt hatîne kon kirin u belav kirin- bitir ji (44)çil têkistane. Belê hijmara du´a u diroza bitire ji vê hijmara hatiye gotin.çunke carekê min ji qewlzanekî pirsî; tu çend qewl u du´a u qesîda fêr bûye, dizanî?...

got; di navbera (6) şeş heyvada hostayê min ( 243 ) dused u çil u sê du´a, ( 86) heştî u şeş qewlêt beranî u ( 55) pêncî u pênc qesîde dane ber min, ez fêr kirim, lê belê bo şirovekirina van qewl u qesîde u du´aya (7) heft sal u şeş heyv pê çon.[3]

Di nav têkistan da gelek bawirî u nêrîn der dikevin u bi şirovekirina wan mirov dikarit gelek zaniyariya li ser dînê Êzidiyan u nêrîna wan li ser dinyaya dor u ber bizane.

Raste Êzidî bawiriyê bi hêza Xudê yekta di înin, belê ji aliyê dîve ew li ser wê bawiriyêne ku giyan na mirit u Surra Xudê u Tawsî Melek digehite gelek babçaka; ji ber wê yekê, ew bi çavekî bilind u pîroz di nêrine Xas u xudanêt xwe diken, Qub u Mazargeha jêra çê diken, cejna bi navê wan pîroz diken, qurbaniya jêra pêşkêş diken..htd., nek her eve, belkî bitir koka dînê Êzidiya bi siruşt u aburî u çerxa dinyayê ve girêdaye, hemû dinya bi gotina Xudê çêbûye, ji ber wê yekê jî, li cem Êzidiya; dar u ber, ax, çiya, bay, agir, roj, heyv, hindek heywan u gelek tiştêt dî pîroziya xwe heye u navê wan di du´aya da di hêt;

 

         "2- Hûn bidene xatira ´Eriş Kursî,

         Gay u Masî,....."

         "3- Hûn bidene xatira Lewih u Qelema

         Hawa u Ademe,

         Isa bin Miryeme,..."

         "5- Hûn bidene xatira Behişt u Darê,

         Kafê u Mixar?,..."

         "10- Ya Reb”! tu bideye xatira Şev u Roje,

         Behişt u Doje,..." [4]

 

 

Êzidî di du´ayêt xo da, nek her navê Xudê di înin, belkî navê Milyaket u Xas u babçaka bi rêz dikin.

Du´a wek zarave bi wateya (maneya) daxiwazî, hîvî, parandin ji aliyê mirovekî bê hêz u bê çare, bo hêzeke pîroze ne diyar tê, heta ew hêz di hana wî ( yan wê) bê!. Ewî ( yan ewê) ji belayêt dinyayê biparêze, li halê wî bipirse u hîviyêt dilê wî ( wê) bi cî bîne.

Em dikarîn bêjîn ku du´a bi rengekî giştî, rêkeke di nîveka dû aliyanda; yek jê mirovê bê desthilate, nizanit çî bike u pêşeroja wî (wê), dê çawa be?!. Ew mirovne nizanin dê çawa ji zilma keftîne bin rizgar bin, yan dê çawa hejarî u derdê mala xo çareser ken...ji ber vê yekê ew rêka here sivik ji xo ra digirin u hawar u gaziyêt xo di bene ber aliyê du´ayê, gazî hêzêt ne diyar dikin, ku ew di hana wan bê.

Heke em berê xwe bidin nav u naverokê listeya wan du´ayan, ewêt me kom kirîn, ev tistêt jêr ji mera der dikevin:

a- Du´a pişt girêdanê, du´a fecrê, du´a sifaqê../ ji bona pîroziya Rojê u handana mirovan zu ji xew rabin u bi dilekî saf herine karê xo, da keda wan ye helal be.

b- Sehda dînî / her mirovekî Êzidî berî razê, gereke şehda dînê xo bide, heke mir, da ewî helal be u li ser êzidiyatiyê miribe.

c -Du´a Tawsî Melek/ çunke ew rolekî mezin di baweriya Êzidiyan da dileyize, divê her kesek vê du´ayê bêje.          

d- Du´a Biskê/ ji bona mîkanizim u girêdana Êzidiya bi hevra (şêxê- pîr- merebî-mirîd).

e-  Du´a Oxirê, du´a Stêra dembilqapî / ji bona silametiya hatin u çon u tinê bûnê.

f-  Du´a dijî ewan heywanêt zererê di gehîne mirovan, wek: ( dubişk, gurig, gêrgêratik,..)

g-  Du´ayêt çareser kirina nexwesiya, wek,( du´a zig êşê, didan êşanê, kêma heyvê, bayî-romatizmê-, nezerê, zerkiyê-mêlakê,...)

h- Du´a zadî u nan xiwarinê(sifrê)

i- Du´ayêt tiştêt pîroz / ( du´a Şêxatiyê- Pîraniyê-Mirîdiyê- Xerqe- ziyaret bûnê- Heyvê,..)

 

3- Qewl u Beyt;

 

Gelek bi zehmete mirov bikarit pênasîneke taybet bidete Qewl u beytan, yan sinurekî aşkera di nêvbera wanda danê, çunke heta niho çu vekolîn li ser vî babetî ne hatîne kirine. Min ji geleka pirsiye; çî cudayî di nêvbera Qewl u Beytada heye?...ewan persiveke têr, ku mirov pişta xo pê girêde.     

Hejî gotinêye (Bedel Feqîr Hecî) di kaxezekê da, pirr ciwan edebê dînê Êzidiya dest nîşan dike, dibêje: ,, heke em bikarîn bêjîn; Qewl- Beyt- Du´a u Diroze- Qesîde- Xizêmok- Payizok- Robarîn- Lavij-... wekî endamêt leşê mirovin, di virda Qewl dibine serê wî laşî (sênter u kontrol),anku pîroziya Qewla bitir u mezintire ji ya Beyt u hemû corêt dî yê edebê dînî.,,

Peyva( Qewl) wek nav bo têkistêt dînî, seda sed taybetin bi Êzidiya ve, belê (Beyt ) wek nav bo têkista li nav Kurdêt ne Êzidî, bi taybet ( hozanêt kilasîk) hatiye bi kar anîne.

- navê danerên têkista bitir di Qewlada xoya dibe, ne wek di Beytada; wek Şêx Fexir- Pîr Reşê Heyran- Derwêş Qatanî- Şêxu Bekir,...htd.;

- Helbet ( Qewl u Beyt) têkistêt dînî ne. Ji aliyê ruxisarve ew ji ( sebeqa) pêk tên. Her (sebeqek) ji sê malka = rêza pêk di hêt u hindek cara sebeqe dibine 4-5 rêz. Dimahîka sebeqa bi tîpek (herfek) taybet yan zêdetir kotayî tê.Behra bitir qewl u Beyt li ser kêşeya ( wezna) folkuloriya kurdî hatîne vehunandine.         

- Her Qewlek yan Beytek li dora babetekî digerê; anku behsa bîr u bawireke felsefî, derwêşî, kiryarekî dîrokî, hiner u kerametêt Xas u babçaka dikin, belê babetêt girêdayî bi felsefe u bawirî u dîroda Êzidiyave bitir di Qewlada di hên diyar kirin.

- Carna jî Qewl u Beyt behsa şîret u gotinêt mezina diken, wek (Qewlê Melkê kerîm), yan çawa mirov dikarit nefsa xwe zevit bike u xwe ji xirabiya durket,wek (Qewlê Babekê Omera, Qewlê nefs u aqilî), yan jî rê u rismêt mêvandariyê, wek (Qewlê Şeqe serî), her wisa çawa Êzidî pêşeroha xo dibînin, taliya dinyayê dê çawa be, (Qewlê Şerfedîn, Qewlê hatina Êzî).

 Êzidî dibêjin; ,,me îman ji Qewle,, yan dibêjin; ,,Qewl, ilmê Xudê u Tawsî Melek u Şîxadiye.,, Qewl di edebê dînê Êzidîya da, ciyekî mezin u pîroz digirin, çê nabe mêrê Êzidî (bi jin u zelamve) gumanê bi Qewlan bike, çunke felsefe u bawiriya dînê wan têra diyar dibe, ew behsa çîrokêt Xas u babçakêt wan dike.

 Êzidî bi çavekî rêz u hurmet li wan kesan dinêre, ewêt Xudê li gel kirîn, çî Êzidî bin yan ji dînêt dî bin. Bo vê yekê jî gelek Qewil u du´a beyt bi wan kesan ve hatîne gotine u ciyê xo li nav edebê dînê Êzidiyan vekiriye, wek (Qewlê Cimcim” Siltan) ji bo xatira kerametêt Isa pêxember.(Qewlê Nebî Musa,Qewlê Hisên Helac...), her wisa gelek Qewil li ser Êzî jî hatine gotine, wek( Qewlê Êzî, Qewlê Makê, Qewlê qazî şiro, Qewlê qazî esker, Qewlê Mela abu Bekir, Qewlê xudanê malê, Qewlê derêş Hebîb,Qewlê şirota, Qewlê koçeka, Qewlê mirîda,...htd.), 

- Heke binêrîne naverokî Qewl u beyt u du´a, dê bînîn bitir (Qewil) babetêt bawirî, felsefî, surr u kerem, derwêşiyê,..htd. çareser dikin. belê (beyt) bitir behsa karêt civatî diken ku divêt mirov li pê temaya malê dinyayê ne kevit.Ev dinya dinyayeke puçe, berwexte, axret hemu tiste, birêne ( beyta baza, beyta mîr Birahîm,..)

- Gelek Beyt jî handana mirov diken bo qenciyê, şolê baş, ebadetê, karê baş, xo dur xistin ji sistî, derew u hemu rengêt xirabiyê, birêne (Beyta Cindî, Beyta sibê, Beyta hêvarî,..).

-Pişkeke dî ji beyta u bi zimanê teyr u teywana, zordariya civatî, zilma xunkaran der di êxin, birêne (Beyta Silêman pêxember, bilbilo miskîno,..). Beyt jî heye çawa mirov li jiyana nemiriyê di gerê, ew bizanit sebeba mirinê çiye, çawa derman u çareseriyekê jêra bibîne, temasayî (Beyta mîr Mih ) bike.

- Pareke dî ji beyta dixiwaze ewê yekê diyar ke, ku Xudê divê hindek caran mirovê xwe bicerbîne; erê mirov di kar barê cora wî hilgire yan na?!..anku ew beytne divên wê yekê diyar kin ku roja mirov bête xulqandin, Xudê çarenivîsa wan li eniya wan di nivîse. Ew dixiwaze mirovê xwe taqî bike; heke wan xo li ber girt u cora Xudê qebul kirin, hingî Xudê dê li wan bi rehim gerê u behiştêê ji wan ra misoger ke! birêne (Beyta Eyubê kirma xiwarî = Eyub pêxember).

-Bila ewê jî ji bîr ne kîn ku di hindek beytada evîndariya dilan u evîndariya Xudê u derwêşî têkel hev dibe.Demê tu wan Beyta dixunî, tu nizanî ew Beyt ji kêra hatiye gotine, erê bo Xudêye, bo Tawsî Meleke, bo Şîxadî, yan bo kiçeke şox u şenge çarde salîye?! birêne( Beyta gêla çar ziman, Beyta serafê Hindiya, Beyta gêlavî,..)

-Mirov dikare ewê jî destnîşan biket ku hejmara Qewlan ji hejmara Beytan bitire. Qewl ji Beytan pîroz tirin, ne wek her eve, belkî cudayî di nêvbera Qewla bi xwe da heye ew jî li gorî derece u pîroziya wan. Dibêjine qewlên mezin u giring (Qewle beran ).

Şêx Osman bo min got; bi tenê di şeş  mehada ewî (86 heştî u şeş Qewle beran) ji hostayê xo koçek Sadiq fêr bû.

 

4-Mishabet;

 rengekî taybete di edebê dînê Êzidiyada bo şiyar kirina êyidiyan u girêdana wan bi hevra. Behra bitir Mishabet li gel gera Tawsê, li nav gundêt êzidiyan di hên gotin, her wisa li cejin u cemayêt Lalisê, li hindek oxlema( helkeftinêt pîroz), demê yek di mirit, ji roja yekê heta roja heftê qewal u ´ilimdar li mala mirî mishabeta dibêjin.

Helbet ne her kesek dikare mishabeta bêjit, belkî ew karê qewalane bi taybet qewalê here zîrek u melevan di ´ilmê êzidiyatiyê da, dibêjine wî qewalî (Sinceq begî). Her wisa hindek ´ilimdarêt dî, di nav Êzidiyada hene, ew jî dikarin mishabeta bêjin, mîna: Feqîr Xidirê Berkatê Keso, Feqîr Hecî, Pîr ´Eboyê Xetarî, Şêx Elo Şêx Xelef u çend feqîrek ji mala Zero,..htd.

 

Mishabet çiye u çî çareser diket?

 

Wekî me gotî, ne her kesekî hebit di kare mishabeta bêje, belkî bi tenê mirovêt ´ilimdar u li gotina xweyî rewan be, bikare çawa gotinêt xo bigehîne dilê guhdara, yan beranberî xo razî ke.Bi vê yekê em di karîn bêjîn; mishabet qewara here mezine edebê dînê êzidiyane.Ew şirovekirina Qewl, Beyt, Xizêmok, Payizok, Robarîn, Du´a u gişt felsefe u bîr u bawirêt êzidiya derheqa çêbûna dinyayê u hemû tiştê li ser ruyê wê.

Helbet ser u binê mishabetê, naverokê wê dan pê înana êzidiyane bi Xudê, Tawsî Melek, Şîxadî u hemû Xasêt dî; ew çawa di heru herin(Xudê u Taswî Melek),çawa ewan ev dinya çê kiriye u bi kar aniye, mirov têda xulqandiye.

Her wisa mishabet behsê surr u mezintiya Şîxadî dike ku ew jî dêrîne, surra wî here kevne (ew tac ji ewelîn heta bi axirîne!). Mishabet behsa surr u kerametêt Xas u babçakêt êzidiya dike; wek Melik Şêx Sin, Melik Fexredîn, Şêx Şemis, Hesen Meman, Pîrafat u hemû Xasêt dî.

Mishabet, her çawa li ser çîrok u surr u kerametêt Xasa disekine, wisa jî dewrekî mezin didete mesela mirin u jiyanê,li ser behişt u cehnimê di axive.Behsa roja axretê dike, behsa hebûna cin u zebêniya dike....bi kurtî mishabet dixiwaze ewê yekê xweya ke ku ev dinya em têda dijîn wek xewna şevane, dinyayeke puçe derewîne, bêtaliye.Mirov hezar salî têda bijî her dê li dimahîkê ji kasa mirinê tam ke.

Mirov ji tiştekî têr nabe, ji bilî pileke axê-anku her dê mirit u mihtacî ´erdê be!ji ber ku mirin heye, ew tiştê here heqe.Gor mala heqe.Vêcar, madem her mirin heye u gor mala heqe, divê tim u tim mirov di jiyana xweda qenciya, xêr u xêrata bike. Xwe ji hemû rengêt xirabiyê dûr bi êxit,wek; derew, kuştin, selef xiwarin, zina, xiwarina malê heram....htd.

Helbet demê (Sinceq begî) yan ´ilimdar mishabeta dibêje, ew sebeqa ji Qewl u beyt u qesîda di îne u dike belge bo axaftina xwe.Ew dikefte şirovekirina edebê dînê êzidiyan, hem wekî me di pêşiyê da gotî - mishabetbêj dixiwaze êzidiya şiyar ke, bawiriyeke qayim di dilê wan da peyda ke, hem jî ewan bo karê baş, bo tifaqê han bide.

Li gera Tawsê li nav gundêt êzidiya, yan li cejin u cemayêt Lalişê di hêne kirin, cara yekê mishabet di hête gotin paşî qewal (Def u Şibaba) lê dixin u (Sema) di hête gêran.Li malêt miriya jî, hêvara, mishabet di hên gotin u şunda paşîv di hêt danan.

 

5-Mozîka dînî;

 

Mozîka dînî taybetmendiyeke xo heye, ew bi giyan u hestê mirovê êzidî ve girêdaye u pîroziya xo heye.

Ev mozîke bi navê dû amureta ( Şaz u Qidum = Def u Şibab)ve girêdaye. Pîroziya Def u Şibaba li wê derecê der dikeve demê Xudê qalibê Adem pêxember dirust kirî u xiwastî giyanî ( ruhê) di ber ke, ruh neço di ber qalibê Adem da.Padşayî pirsiyar jê kir,gotê;

- tu çima (boçî) naçiye di ber qalibê Adem da?!

Ruhê got; heta Şaz u Qidum bo min ji azmana ne hêne xiwar, ez nikarim bikevime nav qalibê Adem!:

 

34-    Be´dî heft sed sala, heft surr hatine hindave

                   Qalib mabuyî gave

                   Pedşayî deng li ruhê kir, got;

                   Tu çima naçiye nave?

                            *****

         35-    Ba aşiqa we me´lume

                   Heta ji bana ne êt Şaz u Qidume

Navbera ruhê u qalibî mabû zor tixube     

                            *****

         36-    Şaz u Qidum hatin u hidirî,

                   Nura muhbetê hingavte serî

Ruhh hat uu li qalibê Adem pêxember hêwirî.

                                   *****

(sebeqêt 34,35,36 ji Qewlê Zebunîî meksur)

Belê, li gorî bawiriya êzidiya, Şaz u Qidum( mozîka dînî) tiştekî pîroze; mana wê pirr kevne.Ew ji nura Xudêne her wekî di nav sebeqêt serî da diyar bûyî.

Ji ber vê yekê jî, pirraniya têkistêt dînê êzidiya li gel Def u Şibaba di hên gotin. Def u Şibab jî bi Tawis u qewalave di girêdayine. Her Qewl, Beyt, Diroze, Xizêmok,..kubriya (mîlodiya) xo heye.(Kom kirin u vekolîn li ser kubriya têkistêt dînê êzidiya, xo bi xo meydaneke berfirehe u aliyekî êzidiyatiyê bi rengekî zanistî diyar diket u bi cihanê didete nas kirin.)

Def u Şibab li gera Tawsê nav gundêt êzidiya, li cejnêt Lalişê, li gel Sema gêranê, rojêt tiwafa, rojêt spî kirina quba, li ser miriya; çî li mal, çî li ser tirba (li goristana),....di hêne lêdan u gotin.Mozîka dînî hest u wijdanê (derunê) mirovê êzidî dihijîne u bi cihana pîrozve, bi ruhêt pakve girê dide!. Her wisa êzidiya bi dîroka wan ya kevnar, werz u demêt salê, bi çerx u felekêve, bi guhorîna av u hewayê dindayêve girê dide. (bo nimune lêdana Def u Şibab li tiwafa li werzê beharê).

Çawa mozîka dînî, êzidiya bi dinyaya azmanîve girê dide, wisa jî rojêt şîna, li ser miriya ewê yekê di îne bîra wan ku gor mala heqe.Dinyaya pak her axrete.

Eve jî bi kurtî navê oxleme u ciyêt Def u Şibab lê dihêne gotin;

 

1- Li Lalişê;

li hemû cejin u oxlema, ku rê u resmêt êzidiya di hên kirin, qewal rolekî mezin dileyizin.Wan tor u tib´eta bi mozîka dînî bi gurr (gerim) dikin.

- Berî Roj der keve, qewal radibin li gel Def u Şibaba ( Beyta Cindî) dibêjin.

-Li gel hilatina Rojê, qewal dest bi gotina (Beyta Sibê)dikin u (mehter)ê li gel dibêin.(Mehtera Tewrêzî) u (Mehtera Şamî) heye.Mehter mîna marşa eskerîye li gel Def u Şibaba di hête gotin.

- Demê sibê, simat (Şîlana Şîxadî) li Lalişê amade dibe, qewalek di çit u li gel lêdana Şibabê bi tenê simatê di îne celsa Şîxadî.

- Berî Roj biçite ava, qewal dest bi lêdana Def u Şibaba dikin u (Beyta hêvarî) li gel dibêjin.Hindek cara jî (Beyta behra) yan (Beyta ´esriya) di bêjin.

- Demê şev da di hêt, li celsa Şîxadî (Sinceq begî) dest bi mishabet gotinê dike u medha Xudê u Milyaket u pêxember u Xasa dike. Ew şîreta li êzidiya diket bo tiştê baş u qewl u qesîda ji wan ra dixune, şunda (sema) tê gêran.

- Her dîsan li Lalişê, qewal dibine dû kom (beş), hindek ji wan sebeqekê ji qewlekî dibêjin, koma dî sebeqa li pê wê lê vedigêrin. Paşî di hêne ser medha Xas u Qelendera wek ( Şêxê Hesenî Siltane, Bazîdê Bastamî, Pîr Dawud,....) bi rêz diken.

- Roja morkirina (Berê Şibakê) Def u Şibab di hêne lêdan.

- Roja (Qepaxê) u (birina golikî) ji gaykuja Şîxadî bo (Sêdera Şêx Şemis), dîsan bi Def u Şibab u qewlan ew rê u resimne di hêne derbaz kirin.

- Perî siwar kirin u mor kirina Tawisê jî bi mozîka dînî di hêne kirin.

- Roja dimahîkê ji cejna cemaya Şîxadî li heft ciya Sema di hête gêran;(demê dibêjîn Sema yan qewal, anku Def u Şibab bi wan ve di girêdayîne).

- Salê dû cara -behar u havînê- Tawis li nav gundêt êzidiya di gerêt u her roj mishabet, Def u Şibab di hêne gotin u lêdan.

3- Lêdana Def u Şibaba li ser miriya;

4- Demê sunet kirina zaroka;

5- Rojêt tiwaf u ciwan kirina qub u mezelêt Xasa.[5]

         

6-Xizêmok, Payizok, Robarîn;    

 

Evêt jor çend rengêt taybetin ji edebê dînê êzidiya u naverokê wan gelekî nêzîkî yeke. Hem bi devê stranbêja, hem bi devê ´ilimdar u qewilzana di hên gotin.

Min ji çend qewilzanêt êzidiya pirsî: çî maneya Xizêmok, Payizok, Robarîne?...ewan çu persivêt wisa têr u tesel ne dan destê min, bi tenê yekî got: ,, di bêjine Xizêmok u payizok u Robarîna (pişt perde),,. anku tiştê veşartî, nediyar.

Wisa xoya dibe ev rengê edebê dînî pirsiyar u persivin; çuke êzidî bawiriyê bi surr u keramet u kiras guhorînê dikin.Ji ber wê yekê gelek nîşan u tiştêt pîrozêt êzidiya li ser ruyê erdê di bînî wek (mirov, jin, heywan, teyr, dar,ber,...htd.) wek xwene, yan heqîqetin, belkî naverok u rastiya wan tiştekî dî be.Belkî surrek li gel be, yan ruha yekî dî be,....diyare Xizêmok u Payizok dora vê yekê di gerên,

Wekî bo min hatiye gotin, Xizêmok, Payizok, Robarîn (80) heştî sebeqene; (40) çil sebeqe jê pirsiyarin, (40) çil sebeqêt dî jî persivêt wanin;

 

         Çendî mala min, mala min, mala minê

         Min go; ezîz Xudêye

         Şêsimse mala me şa dike ji nurê

         Hûnê ji minra bêjin;

         Kîjan mêr bû di kişand qelema îmanê

         Kîjan mêr bû wezîrê dîwanê

Kîjan mêr bû runiştiye geliyê Lalişê,ser berê sikanê?!

 

Persiva vê sebeqa jorî wisa dihêt;

 

         Mala min, mala min, hey mala minê

Serê min qurban be, Melik Şêx Sin dikişîne qelema îmanê

         Melik Şemsedîne wezîrê dîwanê

         Şêxu Bekire mewlayê dîwanê

Serê min qurban be, Siltan Sîxadîye runiştî ber berê Lalişê

         maşê mêra dide, distîne

         Hey mala min, mala minê....[6]

                        *****

Mixabin ji koma (80) heştî sebeqêt Xizêmok, Payizok, Robarîn bi tenê ewêt hatîne nivîsandin; (7) heft sebeqe ji Xizêmoka[7] u (9) sebeqe yan bend ji Payizoka[8]u (11) sebeqe ji Robarîna[9]

Helbet,Robarîn, Xiz?mok u Payizok ne (qewlin), belkî ew behra bitir li ser (beyta) di hên hijmartin.Ev rengê edebê dînî, eşqeke taybete ji aliyê koçek, derwêş,micêwir u dîndarêt dî, beranberî Xudê, Tawsî Melek, Şîxdî u Xasa di hête xoya kirin.

Ev hijê kirina (eşiq)a Xudê ji serokaniya fikra derwêşiyê (tesewifê) dest pê dike. Li gorî fikra wan, hemû tiştêt ser ruyê dinyayê rengdanêt Xudêne, anku sifatêt Xudêne. Ew rengdan u diyarde wisa mirov dibîne, belê naverokê wan tiştekî dine, rastiyeke veşartiye.Ew jî ewe çawa mirov bigehe zanîna rastiya Xudê.

Demê derwêşê dîndarêt dî di hên eşiq u evîna dilê xwe bo şox şengekê, yan bo behareke rengîn, yan çiya u dar u bera,....da dirêjin, ew bi eşqa Xudê xeber didin, ne wek eşqa beşerî, yan eşqa regezê mê:

 

         Xala bin guharê, stêra pêş qemerê

         Dê pê girin nederê, heta roj tête hêvarê

         Hey şengê şoxê, şêrînê esmerê[10]

                        *****

          (sebeqa 12 ji beyta seraf? Hindiya)

 

Robarîn, Xizêmok u Payizok li rojêt cejna, tiwafa, spî kirina quba li geliyê Lalişê u gundêt êzidiya, li seferêt masta demê beharê ji aliyê qewilzana, stranbêja di hên gotin.Her wisa demê komêt êzidiya diçine Lalişê u digehine derê gelî, yan silavgehê, ew bi eşiq u dil, bi awazekî pirr bi coş Robarîn u Xizêmoka dibêjin.

 

7- Qesîde;

 

Ji navê wê diyare (Qesîde) gotineke ´erebiye.Di zimanê kurdî da gotineke wisa, yan nêzîkî wê me ne dîtiye u ne bihistiye.

Her çawa bit ji aliyê ruxisarî ve (Qesîde) wek (Qewl u beyta) ji sê malika pêk di hêt. Her sê malik jî dibêjinê sebeqe. Sebeqe jî, ji kêş u li hevhatina çend tîpêt dimahîkê pêkhatîye.

Heke (Qesîde) gotineke ne kurdî jî be, belê ew qesîdêt di nav edebê dînê êzidiyada heyîn, behra bitir bi zimanê kurdî hatîne gotine, wek(Qesîda Şêşims u Melik Fexredîn, Qesîda Şêx Sin, Qesîda Şerfedîn, Qesîda Şêxu Bekir,....htd.) 

Hindek qesîde jî bi zimanê farisî hatîne gotine, wek (Qesîda Şêşimsê Tewrêzî)[11].çend qesîdekêt dî heyîne bi zimanê ´erebî, wek(Qesîda nadimînî, Qesîda çoban,...).

Ye hejî gotinêye ku qesîde jî wek qewlan pîroziya xo heye, çunke behra bitir medh u senane bo Xudê, Tawsî Melek, Şîxadî u hemû Xasêt êzidiya.

 

8- Lavij u xerîbok;

 

Em nikarîn bêjîn ku lavij u xerîbok seda- sed wek Qewl u du´a têkistêt pîrozin, belê ji ber ku ew li oxlemên pîrozêt êzidiya, li cejina, li Lalişê, li spî kirina quba, li seferêt masta demê dibene Lalişê dihên gotin. Her wisa di wan têkistada navê Xas u babçaka tê, carna jî navê Milyaket u hindek hêzêt pîroz dewrê xo dibînin, ji ber wê yekê jî rengekî dînî bi lavij u xerîboka ve tê nusandin.Bo nimune çîroka (Lavijê Pîrê) yan çîrok u beyta Mîr Mihê,strana(Lê lê dayikê), strana (Êzidî Mîrza) u qewlê (Bore borê- yabo yabo) bo xeribiya di hête gotin.[12]

 

çîroka (Lavijê Pîrê) bi kurtî eve;

' Pîrê-deyka Lavij- ew kure bi tenê hebû. Ew xortekî nuhatî bû, ne gehişti bû hêmê zelamtiyê ku bikarit çekê hilgirit u biçite şera.Carekê şerek çê di bit u xalê wî (Omer Xala) di çite şerekî li zozana, Lavij bi kotekî (bi xurtî) di xiwazil li gel xalê xo biçite şerî, di ken u naken Lavij li gel xalê xo neçit, belê çu çarê pê na ken, Lavij razî nabit xalê xo berdet. Omer Xala mecbur dibit Lavijî li gel xo bibet u sozê di dete deyka wî (anku xuşka xo) ewî nêzîkî şerî neket.

Demê şer dest pê di ket u zelamêt Omer Xala di şkên, hêriş bi ser wan da dihêt u di gehite Lavijî ew jî di nav şerî da di hête kuştin.Xalê wî di kefte halekî nexoş da, ew dê çî bêjite deyda Lavijî!.

Helbet li taliyê çîrok tê ser wê çendê ku deyka Lavij berê xo di dete Lalişê cem Şîadî u hawara xo di gehîntê, pirsiyara Lavijê xo jê diket. Şîxadî di zanit çend derdê wê yî girane, gotê:

-niho ezê Lavijê te nîşanî te dem!.

Dibêjin; Şîxadî bi keremê perde li ber çavêt deyika Lavijî da aliyekî. Ewê dît kurê wê di nav baxçê behiştê daye.... Şîxadî gotê:

-te dît!

Deyika Lavil; - belê ezîzê min!

Şîxadî lê vegêrand; tu di xiwazî kurê xo li gel xo bi bey, yan li ciyê xo bimînit?!

Dayika Lavij got;

-şehda min bi navê Xudê u Tawsî Melek u Şîxadî qebule. Kurê minî saxe, ne yî mirîye, bila her li ciyê xo bimînit!.,,.

Ji ber têkel bûna çîrokê li gel navê Şîxadî u behiştê u kerameta Xudê, ew di kefte rêza çîrokêt reng pîroz.[13]

Her ev axaftina jorî bo dastan u beyta Mî Mihê (Mîm u hê) tête gotin, çawa jina wiya genc u şox u şeng di mirit, (Mîr Mih) na wixazit bawir biket jina wî mirîye, belkî di bêjit : ,,ewa keftiye xeweke şêrîn!,,...paşî ra di bit di bêjit : ,,ezê çime wî ciyî, ciyê mirin lê nebit,,. anku ezê li dermanê ne miriyê gerêm!

Mîr mihê bacêrê xo bi cî dihêlit u berê xo didete armanceke nediyar. Ew di çit u her di çit heta digehite mirovekî li ber behrê runiştî, silavê li hev u dû di ken u ew mirove ji (Mîr Mih)ê di pirsit :

-ji kove di hêye u dê kove çiye?

Mî Mih lê ve digerînit:

-dê çime wî erdî, erdê mirin lê nebit!

Ewî mirovî gotê:

 -başe, tu vê behrê di bînî, ez herroj çengekî (mistekê) avê jê tînime der, çî gava min ava behrê xilas kir hingî ezê bimirim, tu jî li gel min bimîne.

Mîr Mihê gotê:

- madem taliya wê her mirine, ez li nik te namînim, bi xatira te.

Ew ço heta gehişte çiyayekî, geliyekî mezin têda hebû, ço dît marek wê li wêder. Mar lê bi ziman geriya, ji Mîr Mihê pirsî:

-te xêre,tu li çî di gerêye?!

Gotê: - ezê çime wê derê mirin lê ne bit!

Mar: Başe, tu vî geliyê mezin di bînî,(gotê; belê) ez her sal kevlê xo dihavêjim,heta ev geliye ji kevlêt laşê min tijî bit, paşê ezê bimirim!

Mîr Mih got: - ciyê navê mirinê lê hebit ez lê namînim.

Hajot ço heta gehişte çiyayekî dî, dîsan dî geliyekî mezine u çîçkek( teyrek) wê di wî gelî da di xunit.Bi qudreta Xudê ew balende (teyir) bi ziman geriya u silav li (Mîr Mih)ê kir u piris kir;

-mêrê qenc te xêre, dê kove çiye?!

Mîr Mihê persiva wî da got:

-hal u meselêt min u mirinê evene. Ez dê çime wî ciyê mirin lê nebit.Ezê li dermanê nemiriyê di gerêm!

çîçkî got:

- tu vî gelî di bînî, her sal ez perekî ji perêt xo di havêjimê, çî gava gelî tijî perêt min bû, ewê gavê ezê bimirim!

Dîsan Mîr Mihê gotê:

-mala te ava, mirin li erdê we jî heye. Ev erde bi kêr min na hêt!...rê da ber xo ço. Li nik Xudê u Tawsî Melek aşkeraye, eyneta (Mîr Mih)ê çiye u ew na sekinit, emir li Felekê kirin, ew biçite pêşiya wî, ewî bidete seknandin.

Felek ço pêşiya (Mîr Mih)ê, helbet ewê bi derdê wî dizanî,gotê:

-başe tu dikarî li hêre bimînî u mirin li cem me nîne, belê min yek daxiazî ji te heye tu ne çiye ser ewî girê henê dibêjinê "girê hay hayê"!....hema tu çoye ser wî girî dê poşman bî, gunehêt te li ser stiyê te, nebêjî Felekê ne gote min.

Dibêjin; sal hatin u zeman buhorîn, (Mîr Mih) bi tenê ma, kesîre (aciz) bû, got:

 -boçî Felekê gote min ne çiye ser wî girî?!...ma ez bi zanim mesele çiye!

Carekê Felek ji mal ço bû, (Mîr Mih) di çite ser wî girê beranber qesra Felekê, bayê xerîbiyê lêda, mal u mirovêt wî hatine bîrê.Hevalêt wî hatine ber çava. Bêhna bacêr u welatê xo kir. Hêstir bi çavada hatine xiwar, vegeriya cem Felekê. Demê ewê (Mîr Mih) di vî ser u berî (halî) da dît, zanî ewê çoye ser girê "Hay hayê".

Her çawa bit çîroke dirêje,emê kurt keyîn. (Mîr Mih) piştî çoye ser wî girî gote Felekê ez li hêre na mînim. Felekê kir u nekir çu rayî li (Mîr Mih)ê ne kir, ewî biryar da vegerête welêtê xo.Felekê rabu (sê sêv) danê u gotê:

-van sê sêva li gel xo bi be, her car bêhin bikê,dê tu her genc mînî, na mirî, belê êmanet u sed êmanet tu van sêva ne deye kesekî!

Mîr Mih vegeriya welatê xo. Di rêya xoda gehişte geliyê teyir lê dîtî, di bînit ew geliye wê tijî per bûyî u ew teyire wê li ser mirî!....her hosa gehişte geliyê duwê, dît ew jî wê tijî kevil bûyî u mar wê li ser mirî. Gehişte ciyê Behrê dît erdekî beyarî valaye u cotyarek wê cotî lê diket!

Dimahîkê (Mîr Mih) gehişte bacêrê xo, belê dît ne ew xelkeye, ne ew zemaneye, kes wî nas nakete.Mecbur bû careke dî berê xo bidete quba Felekê, belê Izrayîl, qasidê Xudê, sê cara bi rengê babe derwêşa hate pêşiya (Mîr Mih)ê u bi hêceta nexoşiy? her sê sêvêt wî jê standin u yekser ew mir.

Felek gehişte ser u beyta xerîbiyê (Beyta Mîr Mih)ê li ser got:

Felek? gotê:   

 

Mîr Miho! çend cara min gote te neçe serê van gira

Emîn Cibrayîl,qasid? Melkê bêrî bû

Bi hemû renga wê di xemile

Feleke sundxore tobedare

Piştî Mîr Mihê min, kurê gêncî lawîn

Ez çu qewl u qirara nadem li gel çu misafira.[14]

( seb. 3 ji beyta Mîr Mih)ê

 

 

 

ji bilî van herdû (strana Lavijê Pîrê u beyta Mîr Mih)ê, dîsan strana (Lê lê dayikê) u (Qewlê Bore borê) ku li ser nefî kirina Şêx Zendîn kurê Şêx Hesen bo Misrê hatiye vehunandine.Ew wek çîrok u (stran)eke xerîbiyê di hên gotin.

 


 


[1] Firas al-sewah, dîn al-insan, dar Ela al-dîn, Dimasiq 1994,p.47-70

[2] . binêre; zargotina kurda, parê 1 & 2, Celîlê Celîl u Ordixanê Celîl, 1978- Ezidiyatî, Xidirê Silêman u Xelîlê Cindî, 1979- Govara korî zaniyarî kurd- govara Laliş, Dihok, govara Roj, govara karwanî folkilorî, govarî karwan, govara dengê Ezidiyan, govara Laliş, Celle

[3] hevpeyvînek li gel Şêx Osman Ibrahîm.

[4] jêderê pêşî,

[5] birêne, Xelîl Cindî, Al-Qewalun, al-wi´a al-amîn lihafid turathina al-dînî, Roj 4&5, sala1997,p.?

[6] ev sebeqne yek ji wan 9neh sebeqane yêt ku min ji devê Şêx Memê ji Gurcistanê, bacêrê Tiblîsê wergirtîne,li roja 23.11.98?. Ev Xizêmoke-ku Şêx Memê bi navê (Beyta Mala Baba) bo min got u gelek qewl u beytêt dî jî min li ser kasêtekî ji devê wî li Kleinsee-Elmaniya tomar kirin.

[7] Bedel Feqîr Hecî, govara Laliş, hijmara7,sala1997, p.129

[8]rî Bozanî, govara Laliş, hijmara 9, sala1998, p.139.

[9] M.S. Hekarî, govara Laliş, hijmara10, sala 1999, p. 146.

[10] sebeqa 12 ji beyta serafê Hindiya, ji koma wan Qewil u beytêt ku Şêx Derman kurê Şêx Hisên  li ser kasêtekî ji minra şandîn.

[11]  birêne kitêba Êzidiyatî,.... X.Silêman u X. Cindî, Bexda 1979.

[12] Ev vekolîna hatiye gotin, beşeke ji vekolîne berfireh ku dê li pêserojê di kitêbekê da hête belav kirin.

 

 

[13] bo çîrok u strana Lavijê pîrê, dîsan birêne jêderê pêşiyê, ,,Êzidiyat” li ber roşnaya hindek..., X. Silêman u X. Cindî,…
 

[14] bo pitir zaniyariya temaşayî, Bedel Feqîr Hecî,govara Laliş, hijmara 5,p.5 bike.Her wisa babetê min jî li jêr navê ,, Dastan u beyta Mîr Mihê,, govara Roj, hijmara 7&8 sala 1999

 

Vegere

 

                   E-mail.: info@khaliljindy.com                  www.khaliljindy.com                      webmaster@khaliljindy.com