Dr. Xelîl Cindî Raşo – ulmdarê bi nav û deng e, zandarê zef baş di warê zanbûna êzdîyatî da ye.
Nav-û-dengê Dr. Xelîl Cindî belayî nava temamîya êzidîya da bûye, her wisa di nava zandarî û
roşendîriya Kurdî da jî wek ulimdarekî eyane. Ew wek şêxekî zane û dînnasekî eyan tê hesabê
nava êzdîxanê da. Emekê wî pir û zefe nava belavkirin û xweyîkirina ulmê dînê êzidîyatîyê da.
Karkirinên Dr. Xelîlê Cindî nava derecên lêkolîntiya dînê êzidîyatîyê da gelek in û pirqîmet in.
Ew ji sala 1995 heta îro jî serokê “Merkeza Êzdîyan li Dervey Welatê” da ye li bajarê Hanovêrê,
ji sala 1996 rêdaktorê mezinê rojnama “Roj” e. Dr. Xelîl Cindî sala 1952 li qeza Şeyxanê da
(Mosul/Irak) ji dayka xwe bûye. Ew bi xwe ji malbatekî Şêx tê, Şêxê Şêxisina (Adanî). Piştî
xilaskirina medresa xwe li Şêyxanê da, ewî ji sala 1970-1974 ê li Zaningeha Bexdayê beşê ziman
û edebiyata kurdî xilas kiriye, her li gel çend zimanên din jî xundin, wek îngilîzî û farisî û erebî. Piştî
ew 4-5 sala mamostayî li hinek medresên Mosul dike, tîrora rijêma Saddam nahêle ew li ser karê
xwe berdewam be, ew mecbur dibe kar û mala xwe bi cîh bihêle û here nav rîza pêşmergehên
Kurdistanê û çar sala (1980-1983) nav şoreşa Kurdan dijî rijêma Saddam bimîne. Dr. Xelîl Cindî
ji ber egera nexweşiya çavan ji Kurdistanê der dikeve û li sala 1984 ê diçe Sofia/Bulgaristanê û
dema salekê dixune û dîploma zanyariyên (ulmê) siyasî li wir distîne. Paşê jî li sala 1985 ê diçe
Pragê/(Çêkî) û li wir hem dibe serokê (Komela Xundekarên Kurd li Europa – KSSE) heta sala
1991 ê û hem xwendina xwe ya bilind ji sala 1986 ê li Înîstîtuta rojhelatnasiyê û şûnda li Zanîngeha
Çalis li Pragê da doktora xwe li ser tarîxê hemduniyayê çêkiriye û 1/10/1990 ê îmtihana xwe dike
Dr. Xelîl Cindî li ser dînê êzdîyatî ji sala 1969 û şunda mijûl dibe û sal bi sal zanebûna xwe û fikrên
xwe hûr û kûr dike û me jî şa dike bi babet û pirtûkên teze û heta niha 5 kitêbên wî hatine çapkirinê.
Bi heqî bê gotin, Şêx Xelîl nek tenê zanyarekî pir zana û navdar e, lê belê merîkî xêrxwez û beşîr e
û bi dilekî paqij e, merîkî geleki miletparêz u weletparêz e!
Xanna Omerxalî: Malbata
We ji kî devera Kurdistana Îraqê tê? Bi kerema xwe, Hûn
dikarin ji mera hivekî behsa jîyana
xwe li welat da .bikin
Dr. Xelîl Raşo: Êzîdxane
deverek zev mezine li Kurdistana Îraqê, ew ji dû beşan pêk tê: yek
dibêjinê Welatşêx, li wêderê jî çend parçe hene, yê mezin Qeza Şêyxane,
deverek din jî heye dibêjinê Baskê Şêxa, ji wêderê dest pê diken, Mam
Reshan, Mahad, Bêtnar, Museka, Muqiblê, Mahmudan, Cerwana, Baqesra,..htd.
ev dikevin rojhelata qeza Şêxa. Beşê diduwê Welatşêx ji rojava û jêriya
rojava ya Qeza Şêxa tê, li vir gundên: Bêristek, Êsiyan, Baedir (ciyê
Mîrgehê), paşê rojavayê deverê êzîdiya berdewam dike û dibêjinê: “Ber bin”
û “Binkend”, ev gundên Êzidiya tê hene: Gabara, Nisêrî, Carahî, Xorizan,
Karsafan, Bozan, Bêban, Şêxkan, Sirêcka, Nifêrî, Doxata, Xatara û heta
digehe ser ava mezin (Dicla-Tiger), li wir gundê Babîr û Cegana û Mişirfê.
Ji wêderê dîsa bo rojavayê jorî diçî, ew jî deverêd êzîdiyane, ser bi
Dohuk û Zaxoyê. Gundêt here mezin li wir evin: komelgeha Şariya, Xanik, di
van herdu komelgehanda gişt gundêd Êzidiya lê top kirine. Beşê diduwê
Êzîdxanê bi navê çiyayê Şingalê tê naskirin û 120 km. dikeve rojavaya
bacarê Musil. Şingal berê ji 163-169 gundêt Êzidiya pêk dihat, rijêma
Saddam tevaya wan gundan li ser 13 komelgeha top kiri bûn û niha Êzidî bi
tênê di nav wan her sêzdeh cihan da dimînin. Li Şingalê bi tenê 250-300
hezar Êzidî dijîn, anku piraniya Êzidiyan li wir dimîn.
Ez bi xo ji Welatşex
im, ji Şêxan im. Navê gundê me Bêristek e, kal u bavê me li wêderê dijîyan.
E´reba sala 1946-1947 gundê
me ji me standin, hingê ez tune bûm dinê da. Paşê em çûbûn gundê din –
gundê Cerwana, kîderê ez bûm sala 1952. Ew gund kevnere, wêderê sekreke
mezin heye û bi xetê Mîxî (bismarî) nivîsîye. Helbet gund da Kiristiyan
(Asûrian) û ezdî bûne, ewana ji qebîla Tîyarî bûn, ça hevala bûn.
Dûman-axa – axayê gundî bû, serokê eşîrê Dûmiliya bû – êzîdî bû. Ew
axayekî gelek bash bû. Ez kiçkok bûm, lê tê bîra min ça baş bû. Medrese li
gundê me tunebû. 4-5 km. dûr bû, li gundê Mamreşa da bû, û dayîka min ez
hil didan pişta xo, her roj di birim medresê li gundê Mamreşa. Hingî em
feqîr bê çare bûn,
zivistana sol nebûn bikîn lingê xo, me çermê ga û çêleka, yan jî çûpê
tayirê tirimpêla (ereba) dikir kalik û li zivistanê dikirin lingê xo, da
em di qurêda ne mînin. Belê bi vî corî, bi vî halî, pênc sala (1958-1963)
ji gundê Cerwana ez diçom Mamreşa li medresê bixunim. Nayê bîra min, hingê
min rojekê medresa xo hêlabe, ez jê şunda ketibim.
Bi tenê
yek Mamostayê me bû, navê wî Cemil Eswed bû. Ewî gelek hez ji min dikir,
ez xundkarekî zîrek bûm û xirabî min ne dikirin. Wêderê min medresa xo
xilas kir. Tê bîra min, kengê baran dihat jî ez her roj diçûm medresê.
Ez ji
maleke Şêxim, Şêxê Şêxsin. Kesek divêje, ku xundin nebaşe, gune ye, lê
bavê min mirovekî dîndar bû, û digot medrese başe, ewî ez şandim medresê û
negot: ez şêxim û ez naxwazim kurê xo bişînim ber mektebê. Li sala 1961 ê
şorişa Kurdistana Îraqê dest pê kir, li sala 1963 ê rewşa Kurdistanê gelek
nexoş bû, ne her leşkerê Îraqê wî demî li Kurda dixist, belkî leşkerê
Sûriya jî sala 1963 ê hat ket nav Kurdistanê, çete û merivêd hukumetê ji
hinek Kurdan ketin gundê me Cerwana. Me gundê xo berda û em ji wêderê
hatine gundê Bêtnarê. Ew 3-4 km. dikete xwarî gundê Cerwana. Ji wêder jî
ez diçûm medresa Mem Reşa, (ew tenê bu ji gundî diçû). Şûnda min
medresa xo, sinfa (kilasa) 7, 8, 9, her wisa 10,11, û 13 jî li
bacarê Êsivnê , merkeza qeza Şêxan temam kir. Li sala 1969 ê. Salê 70 ez
çûme zankoyê li Bexdayê û çend sala min wêderê xunda xo li ser ziman û
edeb û dîroka kurdî xund.
Mamostayêt me (doktorêt me) berabêhtir Rûssîya da xilas kiri bûn, mîna Dr.
Marûf Xiznedar, Dr. Îzadîn Mustefa Resûl, Dr. Ihsan Fûwad, Dr. Kawîs
Qeftan, Dr. Faxriya. Ewan prof: Qenatê Kurdoyîv û Prof. Şakir Muhoyan jî û
gelekêd din nas dikirin. Ewan mamostayêd me hinê bi rêka wan ciwamêra
Êzidî nas kiri bûn, ji ber wê yekê jî ewan gelek xatir û hurmeta me di
girt û em hand an li ser êzidiyatiyê binvîsin. Ez bawer dikim xundina me
li beşê Kurdî û nas kirina wan doktorêt hêja, çavêt me vekirin û em
palvedan xo-xo li ser dînî Êzidiya binvîsin. Jiyana Zanîngehê jiyanek teye
bû, dinyayek teze bû ji me ra. Jiyanek xoş bû ji aliyê dinyayî û civatî,
hem di warê nivîsînê da.
Xanna Omerxalî:
Şêxê min, lê êzidiyên
Kurdistanê Îraqê jîyana xwe çawa derbaz dikirin, halê wan çawa bû?
Dr. Xelîl Raşo:
Tevaya êzidiya di
belengaz bûn, em yek ji wan malêt belengaz bûn. Jiyana me gelek çetin bû.
Babê min, dayîka min, birayekî min hebû, emrê xudê kiriye. Zarokêt diya
min ne di man, emrê xo dikirin. Birayekî min mezintir hebû, li gel 3 xûşkê
min.û niha ew sê xûşik li welat mane. Me gelek mirîd hene. Mirîdêt me ji
eşîra Korkorkiyane, hindik jî eşîra Xettarî ne, helbet jî eşîrê Hekkarî jî
mirîdêt me hene.
Kengê ez
biçûk bûm bavê min, ez li gel xo hildidam, di birime nava mirîda. Qet ji
bîra min naçe, ew xatira mezin ji bo şêxê xo di girtin: çawa Xudê hatiyê
mala wana. Qedr û qîmetekî zef mezin digirtin. Cil û tişt ji minra
dikirin...htd. Min gelek feqîrî dîtiye, lê belê her ji zarokî da min zilim
û zordestî qebul ne dikir. Ez bi fikir û sere xo herî dewlemend bûm, bi
serbilindî dijiyam û dayîk û bab û bira û xûşkêt min pir hiz ji min di
kirin. Baş tê bîra min, hemû gundiyêt me jî hez ji min di kirin. Diyare ew
hez kirine jî bû kok û binyat, ez her başiya bikem û xo ji karêt xirab dûr
kem. Ez bawer di kem, mal mirov têda dijît, gundê têda mezin di bit (nav
Êzidiya), heval û dost û xelkê vêra ra dibe û dan û standinê vêra dike,
civata têda ra dibe, 60%, hek ne bitir, ji binemaya fikirê mirovan dirûst
diken. Ew binemayî li gel mirov di mînin û gelek bi zehmet yek di karit jê
rizgar bit! Wî demî Êzîdî gelek dîndar bûn û paqij bûn. Dan û standin di
nava hemûkan da bi paqijî derbas di bû.
Piştî min
zanko li Bexdayê xilas kirî, hukumetê ez birine eskeriyê. Hingê rijêma
Saddam li ser hukum bû. Ez ne li gel hukumetê bûm, anku ne endamê parta
wan bûm, ez nefî kirim, ez birim derek here dûr dam, ez ji ordigeha
Bexdayê (Tacî), birim havêtim gundê (Dîlman), qesra havînê ya rehmetî
Mustfa Barzaniyê nemir, li nêzîk çiyê Çoman û Qesir û Makos. Ez li Dîlman
jî ne hêlam, belkî havêtim ser serê çiyayekî bilind beranberî çiyayê
Sekran! Belê dîsa xoş bû! Sal û nîvêt xo min qetandin, û piştî hingê ez
bûme mamosta. Ewil ez dûr xistim, havêtim nav e´reba û dû sala ez wur mam.
Hukûmeta Bees (parta Saddam) dixwest weki ez bibim hevalê wan, lê ez ne li
gel wan bûm û ez mejbûr bûm sala 1980 biçim nav rêzêt şoreşa Kurdistanê û
bibim pêşmergeh heta dawiya 1983, yenî 4 sala mam wek pêşmergeh
Kurdistanê. Hingê nexoşîyek li çavê min peyda bû, ez çûme Sûriyê û
Bûlxariya, operatssion çêkirin û paşê ez dubare vegeryam Kurdistanê û karê
nivîsînê û xebata din min kir. Nexoşîya çavê min carek dî destpêkir û ez
dubare vegeriyam Sûriyê. Hingê jî ez hatime Bûlxariya bo cara dûwan. Li
Bûlxariya 1984 min diploma xo xilas kir ser zanistêt polîtîkê. Şunda li
1985 ez hatime Pragê/Çêxoslovakiya. Wêderê mam û karek zef min kir; li
wêderê ez bûme serokê (Komela Xundkarêt Kurd li Europa. -KSSE-) Ew ne tenê
li Pragê da hebû, lê 12 şaxêt wê li dewletêt Europa da hebû û Rûssiya da
jî şaxek hebû (Moskovê da), li Brîtaniya, Poloniya, Hingariya, Fransa,
Îtaliya, Yonan,..htd. Xundina xo ya bilind jî min xund heta 1991 min xilas
kir. Dissêrtatsiya xo li ser dîroka kurdî teze min çêkir. Li wêderê min
xizmetek gelek gelek mezin bo xebata kurdî kir: min başdarî di gelek
kongerêsa da kir li welatêt dine, mina: Russiya,. Korêya Bakûr, Kûba,
Qubrûs (Cyprus) Kîpr, van ciha û gelekêt dî ez çomê û min û hevalêt xo
beringarî ji mafê gelê Kurd dikir. Li sala 1988 demê rijêma Saddam bacarê
Helebce kîmyabaran kirin li 16 meha sê, min û gelek Kurdêt me li Pragê, me
hêrîş bire ser Balyozxana Îraqê û ewan em dan ber gullet rişaşa, belê kes
ji me ne hat kuştin. Şûnda hukumeta Çêkoslofakiya hingê li gel me Kurda
sekinî û dû yan sê ji taqimê Balyozxana Îraqê derxistin, şandin Îraqê. Ez
bi van tiştan serbilind im!
Vî wextî
jî min derheqa Êzîdiya dinivisand. Piştî xundina xo min temam kirî (1991),
doktora xo çê kir û piştî “Free Zone” çê bû û min karî bû herime
Kurdistanê. Û piştî 12 sal, ez ji malbata xo qut bûm, min 12 sala jin û
zarokêt xo ne dîti bûn, (ji sala 1980), min li Dohukê carek dî ew
dîtin û em bi hevra hatine Çêka, Praga. Kar li Pragê tinebû, ez mecbur bûm
wêder li meha Adarê 1992 bi cî bihêlim û bêm Elmaniya wek penaber. Û heta
nuhû jî em vira dimînin. Berê em li bacarê Einbeck da diman û 2001 em
hatine Goettingen.
Hewa ez
hatime Elmaniya jî, dikarim bêjim, mirov dikare bitir xebatê biket, min
ser êzîdiya nivîsin berdewam kiri bûn. Kitêba xo li ser zanîna heqîqeta
dîyanetê êzîdiya bi erebî 1994 û pêda û pişti hingê jî dîsa dû kitêbêt
biçûk li ser dua û dirozge çê kirin.
Li
24.12.1995 me bingehek çêkiriye bi navê (Bingeha Êzîdiya li Dervey Welat.
-ÊZiA-) Ez tev Dr. Pîr Mamo Osman, tev Abû Serbest, Şêx Esmet, Hûseyn
Mer´an û gelek din. kongrê ewil me dest pê kir û medresê dînî bo zarokê
êzîdî me çêkirin. Govara “Roj” heta jimara 12 derxist. Pîr Mamo Osman
rêdaktor bû û ez xudan û berpirsê wê bûm.
Piştî hingî Mekênzî serokê para Îrannasî bû li Geottingen, ez hatim cem û
min gotê, ku dinivîsim ser Êzîdiya, heke bikarim bixevitim tev we, le ew
got na, cî tine. Paşê Prof. Fîlîp Kreyenbroek min ra name şand ew hatiye
Goettingen û bûye serokê para Îrannasiyê, ez hatim cem û min bi wî ra dest
bi kar kir û ji sala 1997 bûm mamostayê zimanê kurdî. Şûnda me herduka li
sala 1999 dest bi projêyê ser edebê dîniyê devkî li cem Êzidiya kir bo
demê sê sala. Vê mehê kitêb derkeve. Piştî ew projê temam bû, dîsa meha 11
sala 2002 projê dûyê me dest pê kir, derheqa çawa êzîdî dîroka xo nas
dikin. Ew jî nûka temam bûye. Me îda dest pê kiriye kitêb binivîsin.
Xanna Omerxalî: Ez
dizanim, ku babet û kitêbên We gelek pir in. Hûn dikarin, bi kerema xwe,
çend giliya ji mera bêjin derheqa xebatê xwe da.
Dr. Xelîl Raşo: Bi rasti,
her ji sala 1969/70 min dest bi karê nivîsînê kirîye. Li zankoyê da bitir
mecal hebû û min zef nivîsî. Doktorêt me, bi taybet Dr. Marûf Xiznedar û
Dr. Îzadîn Mustefa Resul, zef herîkariya me kirin. Serbest Bamernî, ku
hingî li Bexdayê berpirsê berperê rojnama Hawkarî bû, gelek harîkariya min
bi taybet kir û ez han dam bo nivîsînê û bi taybet li ser Êzidiya. Her
babetekî min nivîsî ba, evî ciwamêrî ji min ra belav dikir. Wisa em ketim
meydana roşenbîriyê, hêdî-hêdî jî me babet li ser Êzidiya belav kirin.
Hingî Êzidî kûvî bûn, me nikar bû zef binivîsin. Belê demê me li zankoyê
têkeliya xelkê dî kir, me dît em Êzidî ne kêmtir in ji ereba (wek
Musilman) û Kiristiyana. Me got: lazime em tiştekî bikin û binivîsin. Em
li destpêkê sê kes bûn: Heyderê Nezamî, Pir Xidir Silêman û ez. Me dest bi
nivîsîna kirin. Xelkê gelek derheqa Êzidiya ji me di pirsî û me nikar bû
bersiva wan bidin, ji ber wê yekê jî em xebitîn zaniyariya li ser
êzidiyatiyê kom bikin û babetêt kurt binivîsîn û belav bikin. Wextê em ço
bûn Bexdayê, wek li pêşiyê da diyar kirî, Serbest Bamarnî hebû, ew hingê
berpirsê yek ji berperê rojnama “Hawkarî” bû (Bexdayê da bi kurdî
derdikeft). Ewî ciwamêrî bi rastî gelek alîkarî ji min ra dikir. Her
înî me tiştek belav dikir. Hem li ser êzîdîtiyê, hem li ser kurdewarîyê.
Goverek dî jî bi navê “Beyan” hebû bi zimanê kurdî dihat weşandin, yek dî
bi navê “Rojê Kurdistan” (bi erebî), yek dî bi navê “Rouşenbîrê
Nûyê”. “El turath al sha´bî” ser kultûrê mêllî. Derheqa êzîdiya me di van
tev rojname û govara da belav dikir. Ew ciwamêrî (Serbest Bamernî) bê
sînor me ra alîkarî dikir. Tiştek min nenivîsiye, wekî ewî belav ne
kiribit. Demê ez esker jî bûm, dîsa nivîsînêt min ne sekinîn û berdewam
min ji wan ra di şandin.
Min û Pîr
Xidir Silêman dest bi kom kirina qewl û beyta kir. Ciwamêrê Babê Şêx (Şêx
Hecî Îsmaîl), hezar rehmêt Xudê li ser giyanê wî bin, ku babê Babê
Şêxê naha ye, ewî zef alîkariya me dikir. Me dizîva qewl û beytêt dînê
Êzidiya kom dikirin. Em çûyîne nik Babê Gavan, (Şêx Heso) li gundê Bapîrê,
her wisa çûyîne nik Şêx Evdel, Şêxê Şêşimsa li gundê Bozan, çûyîn cem Pîr
Elî, pîrê pîr Bûwal li Êsivnê û gelekêt din, navê wan temama nayên bîra
min. Min û Pîr Xidir, ew kitêba ewil da çap kir. “Hinek têkstêd ayînê
êzdiya” ew kitêb me çe kir; 24 saet em hev bûn û ew kitêba xo çê kir. Me
ew destnivîsa xo li sala 1978 bi Bexdayê nik “Korî zanyarî Kurd” (Scientific
organization). Li gori qanûna Îraqê pisporek heye gereke bêje ew kitêb
hêja ye bête çap kirinê yan na. Sadiq Beheddîn; nivîskarekî nav û deng ji
bacarê Amêdiyê, ew hati bû destnîşan kirin wek pisporê kitêba me. Ewî,
Xudê jê razî bûyî, kitêba me bi rengekî zef baş û bilind nirxandi bû.
Kitêb sala 1979 hat çap kirinê. Helbet, wek min gotî te, hêşta di nava
êzdîya da zef hebûn, digotin ku guneye kesek derheqa êzdîyatî bizanbibe.
Ewana dijî me sekinîn, lê roşenbîrê me li gel me bûn. Babê Şêx li gel me
bû. Weşandina kitêba me li wî demê nazik da û li bin sîbera rihêma Saddam
da, mîna şoreşek mezin bû bona Êzdiya û bona musulman (Kurda). Ewê kitêbê
aliyekî rengîn ji Kultur û Kelepurê Kurdêt êzidî xoya kir. Ez dikarim
bêjim Kurdêt roşenbîrêt musulman bitir ji êzîdiya kêfa wan bi weşandinda
kitêba me hat! Ewan bitir ew kitêb ji xora kirîn. Demê kitêb derkeftî,
kurdekî musulmanî welatparêz bi navê Sebrî Botanî, hezar rehmêt Xudê li
ser giyanê wî bin, ji Bexdayê hat Êsivnî cem me. Ewî 470 km. qut kiri bûn,
heta bêt min û pîr Xidir bibînit. Ewî em nas nedikirin, û mala me jî
nizanbû li kîjan taxêye, hat, got: “We karek mezin kirîye, ji keyfada ez
ji Bexdayê hatime pîroziya we bikim!”
Hingî rêjîma Beesî li ser hukum bû, ew mirovêt nehez, ez bêjim, gelek jê
êzidî bûn, kaxez bo hukumetê bilind kirin, gotinê xudanêt kitêb derxistîn
dijminê we ne! Ewan kitêba xo bi kurdî nivîsîne û dixwezin dijî siyaseta
hukûmetê bisekinin. Piştî hingê jî aliyê hukûmetê emir derkeft, ku ev
kitêba keftî bazarê, bêt kişandin û gereke bên şewtandin! Kitêb hat qedexe
kirin û em jî li gor wê fermanê gereke bên kuştin yan zêndanî kirin! Ez li
Bexdayê da bûm û yekî musulman ji gundê me bi navê (Remezan Kirso) li
(Korî Zaniyarî Kurd) kar dikir, zû got min: „Tu çi dikî vira, xêre?!” Ewî
got emrê hukûmetê derketiye kitêba we ji bazarê bê kişandin û hûn jî bên
girtin! Piştî hingê ez derkeftim.
Xanna Omerxalî: Ewa
kitêba We yê ewlin bû, ne wisa? Lê kitêbên din kengê hatine çap kirinê û
derheqa çi da bûn?
Dr. Xelîl Raşo:
Raste, eva kitêba me ya ewil bû.
Wextê ez derkeftim Europayê, ew dissêrtatsîyon “Bizava Rizgarexwazîya
Niştimanîya Kurdistan li Başûrê Kurdistanê sala 1939-1968” kitêba min dûyê
bû. Ew li sala 1994 li Swêdên hatiye çap kirinê bi zimanê e´rebî. Kitêba
sê ya ser ,,Ber bi Zanîna Heqîqeta Dînê Êzdîya,, li sala1998 wek yek kitêb
li Swêdên hatiye çap kirine. Kitêba çara, here giring û min damekî dirêj
li gel derbas kiriye “Perin ji Edebê Dînê Êzidîyan” parê I û II, li Duhokê
da sala 2004ê hatiye çap kirinê. Eve berhemê xebateke dirêj û praktîk bû
ji nivîsarêt ser Êzidiya û kom kirina qewil, beyt, dua û babetêt din. Di
van herdû bergêt kitêbê da 157 têkist têda hene ji qewl û beyt û qesîda.
Hined bo cara ewil
hatine çap kirin, hined jî na. Gelek derokê (mêtodê) nû min vekirîne, çawa
mirov bikare têkistêt Êzidiya bixûne û tê bigihet, anku bizane êzidiyatî
çi ye. Hined tiştê nû, tîorekî nû min dîyar kiriye. Ez bawer dikim, heta
nuhû jî nivîskarêt Êzidiya wisa dizanin, yan wisa hisêb diken, ku qewlê
Zebunê Meksûr yan qewlê Efirandina Dinyayê, koka felsefa peyda bûna dînê û
xulyaqete, lê belê di kitêba xo ya teze da, helbet piştî vekolînek dûr û
kûr, ez wê encamê ku (Qewlê Serê mergê) kok û binîmayê felsefa dinê
êzîdiya ye. Ev wek tîyoriyek nû di kitêba dawîda min pêşxistiye. Heke ew
tîyoriya min durust derkevit, ku ew “Behra” di qewla da, navê wê hatî, bi
bîr û baweriya min mebest û raman jê zikê dayîkê ye! Xelkê fikir nedikir
ew çi ye. Dewir û zemanê berê Dayîk gelek giring bû, zarok bi tenê bi wê
dihatin nas kirinê, hingê bab ne yî diyar bû. Demê zarok çê dibû, mirovêt
wî dewrî ne di zanîn, ew çawa çê bûye û ji kur hatiye! Belkî bi tenê ewan
dizanî ew ji zigê dayikê der dikeve. Ewan wisa hisêb dikir ew zig Behrek
terî ye, belê ji kîderê hatiye, ewan ne dizanî! Tenê zane ji wê Behrê
(zigê dayîkê) çê bûye. Li cem Şaristaniyêt (Civilization) berê, mîna:
Somerî, Babilon, Far´eunî li Egyptian,...htd., her wisa li cem dînêt
kevin, mîna: Cuhu, Hindos, Zerdeştî, Kiristiyan, Musulman,...htd., bawerî
felsefa wan li ser wê yekê hatiye ava kirine ku dinya av (Behir) bûye û
hemê tişt ji wê (Berê) çê bûye. Felsefa dînê Êzidiyan jî wê yekê dibêje.
Heke tîoriya min di kitêba xo da gotî, ku ew (Behir)a dinya û xulyaqet jê
peyda bûyî, (Zigê dayikê - malapičuk) bê, ewe dê ramanek nû li ser
tîorîyêt berê zêde bike! Di Qewla da, her gotinekê, ramanek xo, me´niya xo
heye. Di kitêba xo da, min ev vekolîn dest nîşan kiriye. Kitêba din ya
şeşan jî tev prof. Kreyenbroek û bi zimanê îngêlîzî niha li (Berlin)ê di
bin çap kirinê daye û li meha kanuna yekê/ Dezemberê 2005 wê derkeve
bazarê.
Tiştê
niha li ber destê min, dû destnivîsêt hevalekî nivîskarin, (ku
kurêt wî dane Dr. Raşo), ez ji
babê wan ra çap bikem. Herdû desnivîs yêt (Ehmed Mella Xelil)in, ew bi xo
li sala 2003 hate kuştin. Ew bi xo Kurdê musulman e, li medresê jî heta
sala 8 xundiye, lê kitêbek hêja û berketî li ser êzîdiya bi zimanê erebî
nivîsîye. Ewî salêt derbas bûyî gelek babetêt bi nirix li ser êzîdiya
nivîsîne. Navê kitêba wî: “Min Ezerbayjan ila Lalish” (Ji Ezerbaydjanê
heta Lalişê).
Beşê
duwan jî vekolînin li ser çend têkistêt dînê Êzidiya. Min ew herdû
destnivîsêt wî kirine yek kitêb û ez li ser kar dikem. Ew nivîskar jî
diyanetê êzdiya ji diyanetê Îndo-Îranî hisêb dike û dibêje: dîyanetê
Majusî binemaya dînê êzidiyane û ew dîn kevintirin ji dînê Zerdeştî ye.
Belê eve karê niha li ber destê mine.
Zarokêt
wî zani bûn kû dan û standina me li gel babê wan gelek baş bû, ji ber wê
yekê ewan destnivîsêt rehmetiyê babê xo dan min û zanîn wekî ezê ji wan ra
çap bikim. Niha min hemu xilas kiriye, belê nêrîn û hinek serrast kirin û
vekolînêt xo yêt taybet, min xwar da nivîsîne. Ez bawer dikem ew kitêb jî,
wê bi corekî zanistî derkeve û zaniyarêt ser dînê Êzidiya wê dewlemend
bike. Her wisa ezê pêşgotinê jî jêra binivîsim. Wek xizmetek û sozdarî bo
wî ciwamêrî (Ahmed Mela Xelîl), ezê vê kitêbê jêra çap bikim.
Xanna Omerxalî:
Êzidiyatî ji we ra çiye, hûn
çawa ewê nas di kin? Gelo, bi texmîna We, merî dikare hînî êzdîyatiyê be
yan jî ew gere xûnê wî da be?
Dr. Xelîl Raşo:
Êzdî gelek vê pirsê ji min diken. Ez bi xo mirovekî vekirî û lêbralim, lê
rêz û hurmeta min ji bo hemû dîndarî, ji dil dîndar bit, heye. Heke ez
bêjim: Dînê min ji hemû dînê din baştire, ewa tişteki gelekî şaşe. Ez ne
bi rêkêt wisa hişk li dîn dinêrim. Êzdîyatî bona min bi dereca yekê
nasnameye! Êzdiyatî ji aliyê duwan ve urf û edete, traditsîyone. Kesek li
dinê da bê nasname, bê urf û adet nîne. Heta li cem girupêt heywana jî
adatêt wan hene, ji ber wê yekê jî, dîn ew nasnameye, ankû tu bixwazî yan
ne xwazî, tu endamê civatekêyî, pêwiste tu hurmeta wê civatê bigirî,
helbet li hêre da mirov li gel tiştêt başe, ne li gel yêt xirabe. Ji
aliyek dî ve, ez wisa dibînim her dînek, ji bo her kesekî wekî “Kotan” û
wek ,,zêndanekêye,, wek dîwarekî şerim û tirsêye! Ne her kesekî li ser
dînekî bê hijmartin, mana wê ewe, ew mirov seda sed baweriyê bi wî dînî di
îne. Ne xêr, gelek tişt di nava dîn da hene mirova bawerî pê nîne, belê ew
mecbur dibit bê deng bibit! Ew mirov şerim diket yan ditirsit ji gotinêt
civatê û mecbûr dibit di nav wî dîwarê şerim û tirsê da bimîne. Mesele
gelek simbêlêt xo dirêj diken, yan rengê şîn li xo nakin, ne wek ewan
bawerî pê heye, belkî ew dîwarekî şerim û tirsê ye. Di her dînekî da gelek
adetêt xirab û paşketî hene, gereke rêforim ji bo wan bên kirin.
Ez ne li gel baweriyê me, ku
dîn xûnê da ye. Hemû ji dayîka xo dibin, u tu kengê radibî tu ne ziman
dizanî, ne dîn nas dikî, tu hêdî-hêdî mezin dibî. Tu hêdî-hêdî ji dê û
bavêt xo fêr dibî. Dor berê mirov têda dijît, wî dînî nîşanê mirov diket.
Ew fêrbûne. Ew traditsîyone, Şêx û Pîr tên, dê û babê mirov dibêjin: «Here
destê wan maç bike!» tu fêr dibî. Ew nasname ye, erf û edet in. Ew îd û
erefatêt bi zarokî li gel te tên kirin, dibin beşek (parek) ji jîyana te.
Mirov nikarit, yan ez nikarim, zû-zû jê derkevin û ewan bi hêlim. Li cem
êzîdiya hined tiştêt komelatî û dînî têkilhev bûne. Tiştekî wisa îdêal û
baştir nîne bi hemû dînê din. Hemû tişt wek heve, ne kêmtire! Hemû bi
dinyaya din (dinyaya em nabînin)ve girêdaye. Her dînek bi nêrîna xo
dibîne, lê diyanetê êzîdiye gelek tiştêt pozîtîv hene. Rolê jinê cem me,
qedir û qîmetekî baştir ji cem musulman heye. Dînê êzidiya fikir û nêrînêt
dînêt din bitir qebûl diket. Qirkirina bi hezareta ji êzidiya bi destê
îslamê, lê êzdî di ser hindê ra hinek babçakêt wan rêz û hurmetê didetê.
Sur û keremat cem êzdîya heye. Dibe, ku ew keremat here cem kesek din,
bisulman bit, Kiristiyan bit. Êzdî bi rêz û hurmet ewan dibînin, loma jî
navê Muhemed û Îsa û Zakariya... nava qewlê me da tê. Cem me pêxember
tune, çimkî girêdana nêva mirov Êzidî û xaliqê wî heye. Kengê em dua
dikin, tenê di binê mala xoda dikin. Nîşan nakin, na bêjin: xelkino, werin
binêrin va ez mirovekî dîndarin, heke tu dîndarî, tu ji xo ra dindarî,
çima tu dixwazî serê xelkê din gêj bikî, yan minetê xo li wan bikî! Ew
qebûl kirina dîyanetê din nişanê zef kevnariya dîne. Berê babçakêt her
gundekî hebûn, niha jî êzîdî Tuwafêt wan her sal pîroz dikin. Mirov bi
êzdîyatî dikare şerim jê neke! Xêr û şer felsefa dînê me da tevgirêdayîne.
„Aqil wekîlê Xudê ye“ li ser erd Êzdî dibêjin. Tu bi xo dizanî başî çi ye
û xirabî çi ye. Çima dê tu karêt xo yêt xirab havêjî ser milê tiştekî
din?!
Xanna Omerxalî: Lê
merîyê êzidî gere bi çi cûreyî be, bi texmîna We?
Dr. Xelîl Raşo:
Ez bawer dikim, mileta, girupêt
mirovan fikirêt dîn, dîn, ji xo ra çê kirine, ne wek beruvajî. Aqil tacê
zêrîne di serê mirovan da. Ew aqilêye destur û qanûn ji merivan ra danîn.
Dîn girêdaye bi cî û dem û grûpêt mirovan ra. Êzdî komeke ji nasname, erf
û edet, û htd. Êzdî gereke her tiştekî baş biket, harîkaryê wî dînê xo
biket. Dîn ne bi rengê dervaye, anku yek bêt simbêlêt xo dirêj kit, yan
cilkêt sipî li xo kit, em bêjin: ev mirovekî Êzidiye! Dîn kirdare, dîn
(mirovê dîndar) ewe xelkê naxepîne, û here giring, mirovê êzîd ne yê dû rû
bit, li cem te xeberekê bêje û li paş te xebereke dî bêje! Divê mirovê
Êzidî ne tirse, xêrxwaz be, dilpakij be...htd., lê mixabin, piraniya
êzdiyê me dû rûne, loma jî em heta niha jî pêşnakevin. Ew tiştêt xirab ku
dikeve dînê me da, serok û rêber û dîndarêt lêbok ji xo ra xistine nava
dîn. Berê têkstêt wisa di nava dîn da tune ne bûn. Heta ji aliyê heram
bûna zewacê di nava hinek tebeqada, berê ne wisa bû. Tiştêt nû keftin nava
dîn û roja îro ewana bûne astang û problêm di rêka êtidiyan da, bi taybet
berê teze! Gelek cara dibihîsî, dibêjin: gereke tu vê û vê nekî, ew bona
dîne me nabe! Ew mirovê van xebera dibêje xelkê din, di dilê xo da ewî jî
bawerî bê nîne, ne li gele, lê divêje: erê wisa ye? Eva paşketina meye, lê
heye. Bê deng bî baştire yan şaş bêjî baştire?! Çêtire ewe mirov ne
heqiya, şaşiya qebul neke û li ser wan bê deng nebe! Ez hêvîdarim hemû
êzîdî xundevan bin, xundevanî kilîla pêşketinêye. Ronayî pêlêt terîyê
winda dike, belkî hingî pêşeroja Êzidiya geş bibe û gelek şaşêt me êzdîya
rabin! Heta rêform nekeftine dîyanetê êzdîya, emê paşketî bimînin!
Xanna Omerxalî: Şêxê
min, ez benî, rêforim wek çî û boy çî?
Dr. Xelîl Raşo:
Projek di serê min da ye derheqa
rêforim nava civata êzdiya. Çawa gerek bikin. Yek ji wan min berî mehekê
gotarek belav kir, têda diyar kir divê çawa civata Êzidiya meclisa wan bêt
ava kirin. Min têda diyar kiriye sîstêmê Mîr ne tişteki dînîye, belkî
sîstêmekî civilîye. Demê berê, di çerxê duwanzdê da, 7 Mîrgehêt êzîdîya
hebûn, ew sîstêm wî demî ne ye dînîyê bû. Mîrgehêt êzidiya piştî çona Şêx
Hesen kurê Şêx Adiyê duwê neman. Demê Mîrgeh nemîne, ji xo Mîr namîne.
Mîrê Helebê nemaye, Mîrê Şingalê nemaye, Mîrê Zozana nemaye, Mîrê Herîrê
nemaye,...htd., çima niha bi tenê Mîrê Şêxan maye? Herçende Mîrê Şêxan jî
li çerxê 12 ji binemal û ucaxa Adaniya bû, çima niha bi tenê ew Mîrê Şêxan
maye û ji ucaxa Qataniyêye?! (Civata Êzdiya ya Ruhanî) ya durust ji van
kesan pêk tê: Pêşîmam, Mîr Hec, Şêxê Wezîr, Şêxê Şêx Simayîlî Enzelî, Pîrê
Îsibiya, Koçekê Başîk û Behzanê. Evana endamêt meclisêne. Ev tişt jî ez li
gorî ew mirovêt bi Sema Şêx Adî ya yek rêzî, ra dibin xoya dikim. Ew
Semaya dû rêzî ku 14 kes beşdariyê têda dikin, ew ne duruste, ew tiştek
tezeye, rumetanêye, heta hinek kes dilgîr nebin! Mîr Hec di Sema yek rêzî
da, temsîla mala Mîra dike, ewê (Tac û Hil) di ber xo diket û li pêşiya
hemuwanda disekine, ew feqîrekî bi Xerqeye û Serderiyê Mala Şêxê ye, ew
temsîla Şêx Adî diket.
Gereke îro meclîsek din çê bit, di wê meclîsê da; ji bilî ewan her heft
kesêt berê me gotîn zana û roşenbîrêt êzîdiya, mezinêt dilsoz û xudan
behre, belbet Mîr jî dê yek ji wan bit, ne merce serok bit! Ev meclisê dê
ji bo kar û barê dinyayê û karê poletîkî û civakî bit di nav êzidiya da.
Berî çend salan, dîsa me daxwaz kir Komîtek yan Meclisek wisa ji bo
êzidiyêt dervey welat; Almaniya û Rûssiya, ev Komîte bi kar û barêt
êzidiyêt dervey welat wê rabe. Ew Meclisa li Îraqê jî çê dibe, dê di
navbera (Meclisa Ruhaniya Êzidiya) û Komîta (Meclisa) dervey welat
girêdanêt xo bike. Em di dixwazin dîn û siyaset ji hev cuda bit; bila
(Meclisa Ruhanî) karê xo yê dînî bike û herdû Meclisêt din, karê xo yê
dinyayî û siyasî û civakî bike. Helbet gelek rêformêt din jî gereke bên
kirin, bi taybet ji aliyê zewaca genc û qîza li welat û dervey welat.
Gerek çavek bi tebeqatêt nav êzidiya da bêt xuşandin (meyzandin), her wisa
bizanîn û pirsê ji xo bikîn: erê gotinêt (şêx, pîr, merebî; hosta, yar û
bira, feqîr,...htd.) berî Şêx Adî çê bûne, yan ewî çê kirine? Bi ramanek
din: erê ev nav, navêt dînîne, yan navêt dinyayîne demê Şêx Hesen kurê Şêx
Adiyê duwê xwastî piştî mamê xo Şêx Adî kurê Misafir, binyata sîstemê
dewletekê danê, peyda bûne?!... Belê rêforim van pirsa û gelekêt din
digire. Bê guman, ev guhartin jî, bêyî roşenbîr
û aqilmend û disozêt êzidiya, ewêt di xwazin êzidiyatî berdewam be – bi
ser nakeve.
Xanna Omerxalî: Niha
Almaniyê da, kîderê Hûn dimînin, êzdî gelek in. Pevgirêdana We tev geleka
jî heye û xurt e. Gelo Hûn çi dibêjin, çî guhastin ketine ser jîyana wana
da û çî guhastin dikevin nava dîn da? Bi texmîna We, çi gere bê kirinê boy
xweyîkirina êzdîyatîyê?
Dr. Xelîl Raşo:
Hemû
Êzidî, êzdîyatî bi hev ra girêdayîne! Cûdayî wisa tine êzidî kîderê be.
Hemû bi yek va girêdayîne, heke rêformek çê bê, gerek hemû êzdîya bigire.
Ew Êzidiyêt ku di Elmaniyê da dijîn, gelek guhastin dikevin ser jiyana
wana civakî û dînî. Helbet êzdîyêt Rûssiya jî, çunke ew beramberê dû
kûltûrêt cûda ne; kûlturê Rojavayî û Eurûpayî, bi xirabî û başiya xo ve, û
kûlturê me yê rojhelatî, dîsa bi xirabî û başiya xove. Êzîdî nikarin
beranberê vî kûltûrê Almaniyê bisekinin. Mirov, bi taybet zarok û genc,
nikarin xo li ber program û propogandêt di TV û Cînema û rojname û belavok
û di mektebêt Elmaniya (Europa da), her wisa tiştê rojane li ser cade û
bazara da di hêt dîtin û belav kirin, bigire. Sibe ew zarok û ew genc
zimanê dayîka xo jî bîr ke, êdî ew bitir ji kûltûr, urf û adetê bab û
kalan, ji dînê xo dûr dikeve. Wekî ziman nema, ew meriv nikare têkstê xo
yê dînî bixûnî. Tu bixwazî û nexwazî, hêdî-hêdî ji wî kûltûrê xo dûr dibî.
Belkî bi tenê bizanî ku tu êzdî yî, û bitir! Lê ew çi ye, nizane. Belkî em
bikarin hinekê ewê hundabûnê paş bi êxin, derengî kin, ew jî bi çêkirina
komel û saziyêt êzdîya. Ewa pêngaveke ku êzidî bo çend sala zêde bimînin.
Wekî rêform çê ne bin, her em bihêlin ew tûxub û sînor bimînin, bi
baweriya min, em zirarek mezin wê biden û li ser nemana xo mor dikin (di
nivîsin). Gereke hinek sivikkirin çê bin û bi nermî, ne bi hişkatî li
gelek tiştan binêrin! Bi durustî, ew tişt nabe, neyên qebûl kirinê
Gereke
tebeqa heftê zewacê çêbit; heke sibê yekî şêx, yan yekî pîr, yan yekî
mirîd, ne ji tebeqa xo zewacî, ez baş dibînim ew wek êzidî bimînin, ji
êzidiyatiyê ne ên derxistin, bila ewê di kevin nav tebeqa heftê ji yek û
du bi zewicin. Heke li dinya dî (axretê) mehkeme û hisêb hebe, bila hinê
Xudê û Tawisî Melek û Xudanêt êzidiya cezayê bidin ber wî, yan wê. Heke
evî merivî (jin yan zilam) ev ,,guneh,, li gor destura dînê êzidiyan bi
aşkira û ber çavê dinê kir, bi hezarata êzidî hene bi dizîve karêt wisa û
xirabtir dikin û xelik ewan bi êzidiyêt baş nas dikin!! Kîjan êzidîtire:
yê bi aşkira bike, yan yê bi dizîve?.. Lazime hindek nexoşiya jî qebûl
bikîn. Divê di demê binêrîn, çawa dem bi rêve di here, yan ya girintir
bizanîn kîjan di qazanc û perjewendiya berdewam bûna êzidiyan dane. Heke
ne wisa be, ez bawer dikim, demekê kurt êzidiyêt Europa hêdî-hêdî dê
winda bin. Êzdîyêt me yên Europa rêxistinêt êzdiya gereke li ser wê yekê
bisekinin. Her bacerekî malê êzidiya bên çê kirin. Êzdî bi cî va
girêdayîne. Hemû me êk Laliş heye. Êzidî hemû nikarin herin Lalişê. Gereke
her bajerekî Qub bên ava kirin. Ewa bona êzîdiyêt me giring e. Zarok ewan
bivînin û pirs bikin, eva çi ye û êzdî kê ne? Ew dawet çê dikin û diçin êk
û dû dibînin, karêt başe û êzidiya bi hevra girê dide.
Heke
ew komîta çê bûn, ji bingehêt êzidîya çê bin, problêm çê bûn, ewana
berpirsyar bin. Heke yekî êzidiyê xo bi roşenbîr nas bike, gereke ew
rolekî mezin bilezîne, gereke bibe ronkayî û çira di rêka êzidiya da, li
ser roşenbîriya xo berdewam bibe. Ev tiştêd ilmî, em dikarin tev
biştexilin. Tu, mesele, sed gênc dikarî bisekinînî û êzdîyatî bidî nas
kirin, ez jî dikarim, her kes mala xo da dikare. Xûndina xo xizmeta êzdiya
bikin.
Xanna Omerxalî: Şêxê
min, Hûn dizanin, ku gelek kurdê misilman, kal-û-bavê wan êzdî bûne, niha
jî dixwezin vegerin ser dînê kalkên xwe – ser êzdîyatî. Hûn çi dibêjin:
wekî êzdî wana qebûl kin û hijmara êzdî zêde be, çêtir e yan na? Hergê
belê, wê hingê ewana kîjan tebeqê da gere bêne qebûlkirinê?
Dr. Xelîl Raşo:
Gelek baş e. Û ewana jî gere
bên qebûl kirin bi vê tebeqê zewacê da ya ku me gotî tebeqa heftê.
Xanna Omerxalî: Hûn
dibêjin, ku êzdîyatî berî ola Zerdeşt jî bûye, ne wisa?
Dr. Xelîl Raşo:
Kengê em Îraqê da bûne, me rind jî
nas nedikir êzdîyatî çi ye. Gelek kêfa me
dihat, ku tiştek nîvê Zerdeştî û
Êzdîyatiyê da hebe, çimkî Zerdeştî dîneke li hemû dinê tê nas kirin û
navdar e. Em di geriyan tenê bêjin: dînê me wek Zerdeştiya bû. Salêd
1970-da derheqa tiştek wekhev nîvê êzdîyatiyê û Zerdeştî min jî nîvîsiye.
Lê piştî kengê çevê me hinekê vebûn, ez gehiştim wê baweriyê, ku diyanetê
êzidîyan ne ji dînê Zerdeştî derketiye. Bo mînak eydêt (cejin) êzîdiya û
zerdeştiya ne wek hevin. Raste, tiştêt mîna hev jî hene. Paşî – min diyar
kirî, ez gihîştim wê encamê, ku dîne me ji Zedeştî kevintir e, lê paşê jî
xelkêt din, hinek urf û edetêt din jî di nav êzidiyatiyêda hatine qebûl
kirine. Ew vekolîn hêşta nehatiye temam kirinê. Kevintir e, ez bawerim.
Geleka nivîsîye ku Zerdeşt gotina „Daeva-yasna“ hingê bo êzdiya gotiye.
Anku kengê Zerdeştî
dînê dewletê bûye, xelik û grupêt li çiyaya da, di jiyan û xudawendêt
siruştê ,,tebîyet,, îbadet di kirin, nehatin felsefa Zerdeştî, qebûl
bikin, evana Zedeşt jêra got „Daeva-yasna“, anku ew kesêt îbadeta Devil
dikin! Hêdî hêdî ew gotina „Daeva-yasna“ bû „Dasin“. Niha jî divêjin
„Duhoka desiniya“, yan jî ciyayeki Mizuriya heye dibêjinê “ciyayê Dasin”,
ankû êzîdî nabêjin xo em ,,Dasênî,, ne, belkî ewa gotinekî Zerdeştî bû, bo
wan grupa got, yêt pê diyanetê wî neçûne. Eva belgayeke êzîdî, heke ew
Dasinî bin yê Zerdeşt nav lê kir, û ez bawerim, ew in, berê zerdeştîya
bûne. Berê wisa bû; bo her diyardayêt tebîyetê Xudanê wî hebû: xudawendê
Ba û baran hêbû, yê Roj û Heyvê hebû, yê tofana, yê nexoşiya,..htd., gelek
tiştêt dinyayê da diqewimîn, berê jî hebûye nava miletêt Îndo-Europayî, da
ev bawerî hebûn, anku em dikarin bêjin: êzdî kevintir ji zerdeştî yê.
Heke
êzdî zerdeştî bana, ji wana qut bibûn, dê carekê me navê Zerdeşt di nêva
têkstêt êzdîya da bidîta! Dê qewilî êzidiya navê wî anî ba! Li gorî
felsefa wî (Zerdeşt) dû hêz/qewat li dinê hene: Ahûra-Mazda û
Angra-Mainyû, ankû xêr û şer cûda ne. Lê cem êzdîya xêr û şer bi hev ra
ne, di yekva girêdayîne ne, eve wê ramanê di gehîne ku êzidîyatî ne dînekî
Dûalîsm e. Xala sisiyan ku cûda bûna me û Zerdeştiya xoya dike ewe, êzîdî
mirîyê xo bi qewl û dua dibin erdê dikin, gor dikin, lê Zerdeştî mirînêt
xo dibine ciyê teybet heta teyr û heywan bixon, yan jî bi agir di sojin,
çawa li cem Zerdeştiyêt Hindistanê. Ewa xalek gelek balkêşe û cûdaye nava
herdû dîna da. Berê wisa bûye, lê niha na. Xala din ya cuda bûnê ewe
Zerdeştî qurbaniya na din, ew heywana na kujin, ser jê kirina heywana li
cem wana tiştekî guneye, lê li cem êzîdiya qurbanîdan koka dînê wan da ye.
Qurbanî diden, pez serjêdikin û tenê Eyda Xidir Nebî û Xidir Eylas nakin.
Cem me êzidiya heywanê wek: Dûpişk, Mar û Pisîk û gelekêt dî di pîrozin,
yan bêjîn hurmeta xo heye, lê li cem zerdeştîya ewana heywanêt zirar û pîs
in.
Xalek din ya cuda bûnê (Rojî
girtin)e, li cem Zerdeştiya nabê mirov xo birsî biket, ankû rojiya
bigirit. Divê mirov sê çar cara xwarinê bixot, wekî rind kar bikin, rojî
girtin çê nabe cem wana, tu nikarî bixevitî. Cem êzdiya jî rojîgirtin
rolekî mezin dilezîn. Xalek dî, tûtin cem zerdeştiya gelekî xirab e, ankû
nabê merivê wan cixara bikişîne, lê belê nik êzîdiya tûtin dikişînin û
Xudanê tûtinê jî heye. Xala dîya here giring ewe; heke êzdî zerdeştî buna,
her malek êzidiya dê kitêba (Zênd Avêsta) yan (Gata) hebûna! Lê kitêbêt me
hene bi navê Meshefa
Reş û Celwa. Em kevintir in ji wî dîyanetî.
Xanna Omerxalî: Ez ji We zef razîme û bi dil û can di karê We de
serkeftinê hê mezin dixwazim.
Dr. Xelîl Raşo:
Zor sipas dikim her serketî bî.
Kanûna
êkê, 2005. Göttingen
|