Malpera Dr. Xalîl Çendî Raşo

 

Pirsiyarêt winda!Yan Çiloniya têgehiştin û vekolîna edebê dînî

 

Dr. Xelîl Cindî Raşo

  Zankoya Gottingen

 

 

Ber bi têgihiştina felsefa êzidiyatiyê:

Di çîrok u çîvanokêt Êzidiya da, di edebê wanê dînî da, di cil u bergê wan da, di gelek rê û resman da,...hindek tişt xoya dibin ku wekhevî u girêdaneke wan bi gel u baweriyêt kevin ve heye, yan hindek gotin u zarave di edebê dînî da tên, divê mirov li ser bisekine u bizane koka wan ji kêder hatiye, erê; her hosa u bi xorayî ew gotin keftîne nav kulturê dînê Êzidiya ( qewil, du´a, beyt,...), yan binyateke fikrî ji bo wan gotina heye?...erê em dikarîn li duv vekolîna wan gotina, hindek aliyêt veşartî ji bawiriya dînê Êzidiya xoya kin,. yan dê karîn bizanîn girupêt ( êl û eşîret, ocax û binemale) Êzidiya li destpêkê li kêder peyda bune û çawa di seranseriya dîrokê da livîne?...çawa bîru bawirêt ( fikra dîn) cuda-cuda têkil hev bune û çawa mirov dikare wan ji hev der êxe?!...

Belê fîlosofiya êzidiyatiyê ( yan bêjîn dînê kevnarê kurdan) heye, lê belê ew di nav rêzêt wî edebê dînî da ye pirt u belav bûye. Ji bo ava kirin, yan bi dirusttir bo fêm kirina wê, divê hosta u zana milê xo bidin ber vî karî u vê fîlisofiya han bi lêhatî binyata wê danin.

A, bi vî awayî ez dixiwazim bi tenê niho komeke pirsiyar u simbol u nîşana ku di nava kulturê dînê Êzidiya da hatîn, dest nîşan kim u li pêşerojê em hemu pêkve bikarîn bersiva wan pirsiyara bidin. Ez li ser wê bawiriyê me, çu gotin, bîr, simbol,..htd., bi xorayî na kevine nav kelepurê miletekî, bi taybetî kelepurê dînî, heke binyatek jêra nebe, yan egera xo nebe.

 

Behir:

 

wek binema u koka peydabûna dinyayê, eve di qewlê ( zebunî meksur- Şêxu Bekir- aferîna dinyayê- Şêx û Aqub, Bê û Elîf, Erê berê ku bû,...) tê. Li cem gelek miletêt kevin ev bawiriye heye u fikra dînê wan li ser hatiye ava kirine, migirtî, li cem Someriya, Fer’unêt Misrê, Cuhiwa,...htd., demê miletek bêt u behsa (Behrê) bike u fîlosofiya dînê xo li ser ava ke, diyare hîc nebit ew milete nîzîkî yek ji van Behrêt em niho bi van nava nas dikîn:

(Behra reş- Behra spî, Behra sor, Behra Qezwîn, Behra Beltîq,...yan uqyanosêt navdar: Hindî, Etlesî,...

Erê (Êzidî) wek girup li demê kevin, ev bawiriya xo ya ku (Behir) koka peyda bûna dinê ye: ji Someriya, Fer’uniya, Cuha,..htd. standiye, yan ew jî berê li ser (Behrekê) yan nêzîkî wê jiyane u fikra dînê xo li ser ava kirine?!

 

Durr:

 

dîsan ev gotin u zarave di edebê dînê Êzidiya da tê. Zatê Xudê u Durrê u Behrê bi hev ra di girêdayine. Durr ji behra peyda dibin ne ji çol u beriya.

 

         Wekî  Pedşayî li Durrê bû

            Hisyatek jê çihê bû

            Şaxa muhbetê ava bû.

 

         (sebeqa 6 an ji qewlê zebunî meksur)

                   *****

yan:    Şîxadî bi xo îmane

            Behra wî, behreke girane

            Xewasa Durr jê înane.

 

         (sebeqa 14 an ji qewlê Imanê)

                   *****

yan:    Pedşê min Durr ji xo vavare

            Durr qendîleke maldare

            Qendîl u nur sitare.

 

         ( sebeqa 5 an ji qewlê Şêx û Bekir)

                   *****

yan:    Xudê bawirî çê kir

            99 not u neh reng pêra virêkir

            Bi wî bawiriyê xo ji nava durrê cihê kir.

 

         (sebeqa 3 ye ji qewlê ’ilî nadir yan jî di bêjinê du’aya bawiriyê)

 

                   *****

yan:     Behra heq wetinî

          Neh meha tê sekinî

            Bi qudreta Ilahî di mekinî.

 

            (sebeqa 6 an ji qewlê seremergê)

                   *****

yan:    Çî  behreke mezine

            Qendîleke nuranî di îsiyê li bine

            Çar co jê di çine.

                        *****

            Çî Behreke xase

            A kure, bê qiyase

            Rikneke  u çar esase.

 

         (sebeqa 4-5 an ji qewlê behra)

 

eve u dehêt sebeqa ku navê (Behir) u (Durr) ê, cuda yan bi hev ra têda tê; her yek ji wana jî di ciyê xo da mana xo ya taybet heye; carna (Behir) bi mana ava here mezin, carna jî bi mana zanîn u me’rifet u ’irfan. Di sebeqa 6 an ji qewlê seremergê bi mana(zigê dayikê = dakê) tê!. Gotina Behir li sebeqêt 4-5 an ji qewlê behra simbole bo ( mala Adiya).

Her hosa(Durr) ku girêdana wê bi zat u hebûna Xudê heye, her ji pişyê da herdu bi hevra bune:

 

        Pedşa di nav durrê li xewle bu

Ne  ’erd hebu, ne  ’ezman bu

Ne çiya bu, ne sikan bu

Bawirî navek jê Xuda bu.

            *****

Pedşa di nav Durrê da bû

Bi giranî (3003) sê hezar u sê nav li xo danî

Navek jê bawirî pê anî.

 

(sebeqa 2-3 ye ji qewlê ’ilmî nadir)

 

Erê gelo!: ev (Durr)e, ew (There =  zere) ye, wek tîyoriyêt zanistî di bêjin; dinya ji peqîna wê çêbû!! yan (Durr) ew (hêvênê jin u mêra) ye ku piçuk jê çêdibin!!..yan ew hêvên û madeyê di (hîka = hêlika) da ye ku balinde(teyir) u heywan jê çêdibin!!

Belê bo şirove kirin u têgehiştina edebê dînê Êzidiya u fîlosofiya wî, pêwiste van hemû pirsiyara bidin ber hev, hem li gel yek u hem li gel bîr u bawirêt diyanetêt din.

 

 

 

Merkeb:

 

eve jî di edebê dînê me da peyda dibe. Merkeb bi robar u behirave ye girêdaye.Demê navê (merkaba) di edebê dînê Êzidiya da tê, ewê çendê digehîne ku Êzidiya ne her navê merkeba nas kiriye, belkî ewan li demekî merkeb bi kar anîne, bi manake dî, li dewir u zemanekî ew li ser- yan nêzîk- behir u robara jiyana u şunda bîr u bawirêt dînî jî li ser wê hebûnê hatine ava kirine!:

 

            Av ji Durrê weriya

            Bû Behir u pengiya

            Pedşê min merkeb best u nav da digeriya.

                        *****

            Pedşaye u her çar yare

            Li merkebê di bûn siware

            Li Lalişê sekinî, gotin: eve heq ware!

 

            (sebeqa 21-22 ji qewlê zebunî meksur)

                *****

Ga û Masî:

 

Masî giyandarekî avî ye, anku bi tenê di Behir u robara da dijî, lê belê Ga giyandarekî çolî ye. Boçî herdû giyandar wek dû simbolêt pîroz di hên temaşa kirin?.. fikra kî ji wan kevintire ji ya din, Masî yan Ga?

 

            Pedşê minî bêrî ye

            Xozî min bizaniya:

            Kanî, Gay meztire, anî Masî ye?

                        *****

            Şirotiya min ji wê ye

            Teftêşa me ji wê cewabê ye

            Masî heft cara meztir e ji Gê ye.

                        *****

            Bi qudreta êkî ekbere

            Masî heftî û du pere

            Perek jê kembere

            Wî perî Gay li sere.

 

            (sebeqa 4-5-6 ji qewlê hezar û êk nav)

                        *****

            Ew Gay sehtî pîre

            Qurnet u qurnetî xebîre

            Rêya pênc sed salî meyzîre

                        *****

            Ew Gay sebrê dêrî

            Sicudê di kêşite ber êkî bêrî

            Heta dema ruhê bispêrî.

                        *****

            Ew Gay sehtî qewî ye

            Ji pêşve sexrekî spî ye

            Jêr u bere u jêr kesekî ne dîye.

                        *****

            Behira jêrî gê ye

            Kursiya Pedşay wa lê ye

            Şêx Fexrê Adiya li hemû ’erda u rû ye.

 

            (sebeqa 6-7-8-15 ji qewlê Ga û Masî)

                        *****

her hosa di du’ayêt Êzidiyan da jî, (Ga u Masî) wek dû heywanêt pîroz- yan bêjîn dû simbolêt pîroz di hên ber çav:

 

            Hûn bidene xatira ’erş u kursî

            Ga u Masî...

            (ji du’a êvarî)

 

Ne diruste yek bi çavekî kêm, yan bê puteyî, binêrite gotin u simbolêt( Ga u Masî) di edebê dînê Êzidiyan da. Ne xêr, gelek pêwiste vekoler baş li ser bisekine û li gel bîr u bawirêt dînêt kevnar berhev bike.

Di van sebeqêt jorî da, carna ( Ga u Masî) wek simbola (’Erd u  ’Ezman), carna jî wek simbola (Roj u heyv) tê berçav. (Av = Masî = ’Ezman = Roj), (’Erd = Ga = Heyv). Heke ji aliyê mezin u  piçukiyê, yan kevnar u nû lê bifikirin, qewil hosa xoya dike ku (Masî) ji (Ga) mezintire. Ev mezinî- bi bawiriya min-dibe ji wê fikrê hatibe, cara yekê di jiyana beşer da, li ser nêçîr u xiwarina goştê masiya jiyaye, şunda sedêt sala, yan hezarêt sala, mirov fêrî çandiniyê u malî kirina heywana bûye, wî demê (Ga) ciyê xo yê pîroz girtiye. Her hosa dibe ji wê fikra derketin û hindabuna(Heyvê) hatibe, ku demê heyve dû-sê rojî, wek şaxêt (qoçêt) Ga u çêla ne!

Helbet her giyandarekî li ’ezmana, dereca xudawend u hêzêt pîroz hildigire, diyare her ji ber wê yekê ye (Ga u Masî) wek Milyaket u pêxembera ji (kasa muhibetê) vedixun:

 

            Ga u masî jê vedixiware

            Lew li ser pişta xo qebul dikirin;

            Deşt u banî u berî u Behre!

            (sebeqa 12 ji qewlê  hezar û êk nav)

Zêdetir, ev (heywanê bimbarik = pîroz) wek xudawendekî mezin diçe ’Ezmana u nîveka (Behişt u Dojê) tê u diçe u li gel Milyaketa got u bêjê dike, da (zêndaniyê) ew di perist, ji dojê bîne der:

 

            Gay wê diçêye bi qudreta Ilahiye

            Çar qurnetêt dinyayê geriye

            Li derê behiştê gehiştiye.

                        *****

            Gay ji Melekê behiştê dipirsiye

            Tu bi wî key Ilahiye

            Bo min bêje rastiye

            Ê berî sê roja hatî kiye?!

                        *****

            Gay wê diçiye derê dojê gehiştiye

            Ji Melekê dojê dipirsiye

            Berî sê roja Cumcum ne hatiye?

                        *****

            Melekê dojê ji gay ra dibêje;

            Bi firwara Ilahiye

            Cumcumê te li nik minî girtî ye.

            (sebeqa 31-32-35-36 ji qewlê Cumcumî Siltan)

 

demê Melekê dojê bi ya Ga na ke u zêndaniyê wî ber na de, Ga hêzê bi kar tîne u dixiwaze dojê xirab bike - eve wê yekê digehîne ku heta hingê peristina Ga di nav gelêt rojhilat da u heta hatina Isa pêxember hêşta ye bi hêz bû - belê Xudê da xatira wî Gayî u (Cumcumî Siltan) berda:

 

            Gay çî kiriye

            Serê xo bi dîwarê Dojê venayî ye

            Bi qudreta Ilahîye

            Doj xidê hijandî ye.

                        *****

            Bi rehmeta Ilahî ye

            Cewabek jê ra hatî ye

            Cumcum li gel hevala berdayî ye.

            (sebeqa 38-40 î ji qewlê Cumcumî Siltan)

 

Piştî min gelek cara qewlê (Ga u Masî ) xundî u li ser sekinîm u min xiwastî bigehime fikra ev qewle li ser hatiye ava kirin, boçî (Ga u Masî) bi hevra hatine girêdane u qewil bi navê wan çêbuye?!

Li gorî wan wêne u simbol u kiryarêt di qewlî, bi vî rengî yan renê han, xoya dibin, derketina (Musa) u xelkê li gel ji Misrê beru (Sîna) u paşî beru (Felistîn); ’erdê Ken’anê. çîvanoka Cuha hosa diyar dike, demê ew qas miletê li gel Musa derketî li behrê dan u behir ji wan ra şeq bû, rê ji wan ra vebû, ew bê bela xilas bûn u gehiştine aliyê dinê behrê, lê belê demê leşkerê Fer’ûn (Tihtimis) bi du wan keftî, li nîva rê da, herdû şeqêt behirê xo lêk da u ew lêşkere hemû niqo bû( xeriqî)!

Raste ew ciyê Cuha tê ra bazday u xo ji destê Fer’ûn xilas kirî, hemû gom u robar u avêt mezin in, hingî ewan çî malê heyî; ji zêr u zîv, zarok, malê din, hemû dana bûne ser pişta (ga u çêla) u li hinek dema pêliyêt avê pişt da vedigerên, ’erd diyar dibe, mirov dikare wî çaxî ji hindek derikêt ava derbas bibe, helbet divê mirovî şarezayî bi rabûn u daketina pêlêt ava behir u goma hebe u li çî demê salê di hên xiwar.

Dur nîne Musa u koma xo hosa xilas bûne, belê fikra wî miletê pêra xeyalê wî hosa vehunandî ye ku hêza Xudawendê wan ew rizgar kirine u (Masiya = Huta) pişta xo daye yeke u (Ga) li ser ra derbas bûne!

Niha jî bila berê xo bidin zicîra hindek kiryara:

 

            Bêje min weke di bûwe

            Ewî gayî serî li şerq ve

            Bi Xerbê duve.

(sebeqa 4 ji qewlê Ga û Masî)

                        *****

Ew Cuhu u xelkêt li gel wan ji rojava (Misra Fer’ûniya) dekeftin, berê xo dane rojhilat; çiyayê (Sîna) u şunda hindek çone ( Hicaz) ev navê xo danê u yêt din li (Adum = Adun) bincî bûn u taliya mayî gehişte (Urdun u Felestîn).

 

             Ba ’êrifa we ’eyane

            Wa derkeftî di qewlane

            Çiyayekî reş wê li nêv ’ewrane.

                        *****

            Çiya ye u fela u hidûde

            Ew ne ciyê xelkê xafil u meqsude

            Ew saliheke li nav si’ude.

(sebeqa 21-22  ji qewlê Ga û Masî)

                        *****

 

Ez bawirim, behsa çiyay (Sîna) ye ku Xudê - wekî çîvanoka Cuha dibêje - bi rengê agir u nurê xo bo Musa diyar kir u herdû  bi hevra axivîn.

 

            Ew ’erd xoş mekane

            Li wî ’erdî heyran di mame

            Navê wî qumî bin qame!

(sebeqa 34 an ji qewlê Ga û Masî)

                        *****

 

Qumî bin qam, ez bêjim mebest jê ew xelik u miletê dihatine nav kirin bi (’emalîq) yan jî (Cebabire), anku mirovêt mezin u qelafet wek dêwa.

 

Şêx Fexirê Adiya go:

Dilê min bo van maniya percivtin

Nêv çavê Hutî behir heftin

Mewca diden bi qudretê lêk ne dikeftin!

(sebeqa 38 an ji qewlê Ga û Masî)

            *****

 

binêre di vê sebeqê da behir wa bûye dû filiq u pêlêt wê li hev na din!

 

Ber nav u dikarêt Pedşê minî rewa ye

Hute li ser rawesta ye

Jêr bere u jêr behreke bi ba ye.

            *****

Jêr bere u jêr ebras a

Tewrat da destê Musa

Ser gelek tiştî kire ,,casus e,,

(sebeqa 39-40 î ji qewlê Ga û Masî)

 

Dîsan di van sebeqan da bi ronahî (Tewrat) yan (her deh şîret) yêt ku Xudê dane Musa demê bi ser çiyayê Sîna keftî u demê hatî xiwar, berek hil girti bû, ew her deh şîret li ser nivsî bûn, gote miletê xo eve Xudê me ji min ra sipartiye, ez ji we ra bêjim!.

Pirsiyar ewe; pêwendiya Êzidiya bi vê çîvano Cuha çi ye û boçî qewlê (Ga û Masî)?!

 Ezê vekolîneke taybet li ser vî babetî û vê têma nu amade dikim. Dibe li pêşerojê ev vekolîn wek tîyoriyek nû li ser naskirina Êzidiyan, xo bide pêş.

 

Roj u Heyv:

 

Dû diyardeyêt pîroz in di dînê Êzîdiyan da, gelek qewil u du’a ji wan ra di hêne gotin. Heke Roj bi dereca yekê u Heyv bi dereca duwê li cem miletêt kevin mîna: Someriya, Ekediya, Babiliya, Aşuriya, Misriya li demê Fer’uniya, Iraniya, Hisî u Hitîta, Yonanistan,...ciyekî pîroz di bawiriya wan da hebû, lê belê heta îroroj, bi ronahî pîroziya Roj u Heyvê rolê xo di bawiriya Êzidiya da di leyizin. Erê Êzîdiya pîroziya rojê ji wan mileta stand, yan ew li ser wê bawiriyê bûn, ew miletine li ser wê bawiriyê ne man u dînêt nû ji xora girtin wek Cuhutî, Zerdeştî, Felatî,Musilmantî.

Xala duwê ewe, ku divê mirov ji yek cuda ke u bizane, kî ji berî kîjanê ye: pîroziya Rojê li cem wan miletêt ku karê çandiniyê di kir peyda bûye, anku xelkê deşt u zurg u çiya ’ibadeta wê kirine, lê pîroziya Heyvê behra bitir li berîyêt pan u mezin ( sehra) peyda bûye, anku li cem civatêt şivandariyê Hyvê rolê xo leyiztiye?

Heke Rj u Hyv li nik Êidiya dûtiştêt pîrozin, erê ’ibadeta Rojê yan Heyvê kevintire ji ya dî?...heke ya rojê kevintir be, dû şirove kirin hene:

 

yek: girupêt Êzîdiya ji deverêt serê Mîsopotamiya u Behra Wanê (Kurdistanê) hatine xiware bo Suriya u Libnan u Urdun, Felestîn, belkî gehiştibine Misrê u li van devera têkeliya miletêt Samî kiri bin u ’ibadeta Heyvê ji wan standi be!

 

dû: heke ya Heyvê kevintirbe, beru vajî ew grup ji xiwar wê di hatîne serî.

Yan jî dibe demê berê çend miletêt piçuk (çend ’eşîrêt cuda-cuda) yek girtineke leşkerî yan bazirganî, yan her yekgirtineke dî, bi hevra hebûye u ji ber wê nêzîk bûna wan gelek bîr u bawirêt wan yêt dînî jî têkel hev bûne, yan bêjîn ewan Xudê u xudanêt yektir qebul kirine. Migirtî; di kitêba (Dr. Seyid al-Qumnî) bi navê: (Nebî Musa u rojêt dimahîkê yêt Tel-’imarne, beşê sê, perê 941)ê dibêje: "fitna golikê zêrî dawiyeke locîkî u bi lez bû bo yek girtineke berwext navbera dû girupêt ji yek cuda u hevrik, navbera girupa Ixnatun u bawiriya wê ya bi Rojê u kesêt Misrî yêt li dû diçon u ’ibadeta Rojê dikirin u navbera koçerêt êqsîr kirî li hewarîs (paytextê Hiksusa), ew koçerne ku bi navê ,, benî Israyîl,, hatibûne naskirin u li aliyê din Cuhuyêt Hiksus ku ji Misrê hatine der êxistin u li Orşelîm akincî bûn u careke din li êrîşa duwan bi dest kîsiya melikê wê yê ji xundkariyê êxandîn, vegeriyanê. Bîr u bawirêt her dû aliya gelek hevrik bû, Fer’unî yek Xudê di heband ku Roja Atun bû, girupêt dî yêt koçerî dev bixun u dirinde ’ibadeta gelek xudana dikir, yek ji wana Golik  yan Ga, simbola wî qoç bûn yan hilal=kevan (heyva ne temam), ewê girupê ’ibadeta heyvê di kirin ne ya rojê."

 

Golik û qepax

 

 Erê gelo der êxistina golik ji gaykuja ber Şîxadî (Şêx Adî) u birina wî bo ber quba Şişims u kuştina wî li wêder, çî me’nê digehîne?..heke li cem Cuha (Golikê zêrî) nîşana wan ’eşîşîetêt koçer bin, erê bi kuştina wî, ew ’ibadet ne ma u ’ibadeta Rojê dest pê kir, yan beruvajî?..dîsan her di kitêba Dr. Seyid al-Qumnî, zaniyariyek tê dibêje: demê (Cuhu- Hiksus- Musa) ji Misrê der ketîn, li çiyayê Hurîb/ Sîna, Musa bi destê, yan ji aliyê, ( Yeşu’ kurê Nun) ku ji Hiksusa (Yehuda) bû Musa kuştin, dibêjin, hingî ’ibadeta Rojê (Atun) bi dawî hat u ’ibadeta (Golikê zêrî) dest pê kir. Pirsiyar ewe: heke ew kiryar li Sîna ru dabe, boçî li Lalişê her sal di hên kirin?!

 

Berê Şibakê

 

dibêjin eve Textê (dare best) Şîxadî ye, demê kiras guhorî ew danane ser. ÊzidÎ li cejina cemayê her sal Berê Şibakê siwar dikin u nujen mor dikin, diyare bi vê rê u risimê Êzidî dixiwazin bêjin: Şîxadî her dem yê saxe u rêberiya wan dike, ew ne miriye. Mîna çawa li cem Cuha (Yeşu’ kurê Nun) Musa kuşt u tabutek çêkirin u li gel xo digêran ku her dem Musa (Xudan) rêberiya wan dike heta wan bigehîne ’erdê Ken’an/ Felistînê.

Erê gelo, girêdanek navbera (Tabuta) Cuha u (Berê Şibakê) yê Êzîdiya heye?!

 

Sunet kirin

 

Erê eve tîtalekî miletêt kevinêt Misrê ye, yan ’edetekî Cuhatiyî ye?

Erê Êzîdiya sunet kirin ji Misriya hil girtiye (hildaye) yan ji Cuha, yan rê û risimekî taybete bi wan?!...heke rê u risimekî taybete bi wan, erê reh u fikra wê ji kêder hatiye?

 

Tac u hil - cilikêt çiyayê Şingalê

 

Tac = kumê dirêj bi rîşiyêt wek guliya " keziya" pêve.

Hil = kirasê dirêj.

Herdû (Tac u hil) mîna Tac u cilêt melikêt Fer’uniyane...rîşî yan gulî; wek tîrêjêt rojê ne, ji Tacî têne xiwar.

Her hosa cilêt çiyayê Şingalê, ew jî wekî yêt Misriyêt kevin in (Fer’uniya); kirasê dirêj li gel kumê serî yê dirêj li gel gozika (guliya) bi taybet li nik xelkê Ciwana. Belê girêdana serê Babeşêx- Pêşîmamê li gel wî- Babe çawîş, corekî diye.

 

Xerqe u kulik

 

Bo bitir fêm kirina simbola (Xerqey), mirov dikare binêre babetê: " fikra simbola di edebê dînê Êzîdiya da" Roj, hijmara 2,4, sala 1997"

 kulik li cem Cuha u Êzîdiya wek yeke.

 

 

 

 

 

Hilkirina Çira  (Atun = Roj)

 

Giyandarêt pîroz 

 

Mar, Tawis, Xezal, Kêrvîşik, Kitik, Dîkil, Ga, Masî, Kotir, Mih, Mêşa hingivîn, Dubiştik,...

 

Pîroziya Derçika 

 

Serokatî, rêberî, deriyê malê mezinê malê u derçika malê xudana wê ye.

 

Cindî û ş u top u bilêlî, mencenîq

 

Demê navê (cindiyêt mewlê- cêşê Melik Fexredîn- cêşê geliyê Lalişê- topa Hesin Meman- topa Şex Mend - qela dingizê, bilêliya Hasan Maman, ….) di qewil du’aya da tê, diyare li demekî Êzidî xudan leşker u deshelat bûne, wan xiwastiye sistema dewletekê danên (binêre hebûna dereca wezîr ji mala Şemsaniyê, xiznedar ji pîrêt Isibiya, qasidê ruha u celadê sera; ev maş wek karêt hêminî u aramî bi Şêx Nasirdîn u Sicadîn ve hatibûne sipartin, dadgeh - Şêxu Bekir, Hasan Meman, mîrê dîwanê...htd., yan bêjîn, dewleteke bi navê xo ava kin; binêre wan çîrok u şerêt keftîne navbera Şêx Hesen u Bedredîn Lulu:

 

            Bedredîn we dibêjiye

            Hey Şêx Sino bin Adiye

            Te Lalişeke xo ava kiriye

            Te rêya hecaca biriye.

                        *****

            Şêx Sin we dibêjiye;

            Bi serê Şêxê ’Ediye

            Heca me Zimzim u Mixar u kaf u Kaniya spî ye

            Hece u şik tê niye

            Pedşa bi xo Şîxadî ye.

            ( sebeqa 10-11 an ji beyta Şêx û Pîra)

 

Ji bo misogir kirina vê gotina me, nivîskarê ’ereb u musilman, di kitêba xo bi navê (Al-yezîdiye) dibêje: Şêx Hesen ’alim u zana u fîlosof  bû, karî Êzîdiya li pey xo kom bike u dixiwast dewletê avake u tirseke mezin êxiste dilê islamê u hukmê Bedredîn Lulu, ku paşayê Musil bû, êxiste metirsiyê, evê dimayê hemû hêzêt xo kom kirin u hêriş anîne ser Êzîdiya u Lalişê heta karî Şêx Hesen bigire u biêxe zêndanê."

 Her hosa li wî demî gelek navdarêt Êzîdiya, paşa u serokêt leşkera bûn u mîrgeh di destê wan da hebûn u şerêt mezin dijî dijminê xo dikirin; mîna (Şêx Mend paşa) paşayê mîrgeha Helebê u Kilsê. Şerfedîn, mîrê Çiyayê Şingalê u devera Xaltiya. Hasan Maman, mîrê Herîrê. Sicadîn li Zozana. Amadîn, li Amêdiyê.

Belê, gelek fere mirov bi hurî li van nîşan u kiryara di navbera edebê dînî da bigerê u dîroka xo bi rengekî locîkî nas bike u bi rengekî zanistî binvîse.

 

Wekaz u keramet 

 

Bizane çî girêdan di nêva (wekaz) u (kerametê) da heye. Boçî  Şîxadî bi rêka (wekaz)ê xo karî avê ji Çiyayî bîne der?!...yan (Pîr Alî) u der êxistina avê bo avdana pezê xo dîsan bi (wekazî) ji Çiyayî! Erê girêdanek nêva (wekaz) u (mar)ê Musa da heye, ku ewî jî bi rêka wî (marî) hindek tiştêt dûrîaqil bo bawiriya xelkê çêdikirin!

 

Hed u sed (= hed/ sed)

 

cejinek bû miletê Misrê kevin li Şarê Menif u pîrozgehêt dî digêran ji bo nujenkirina hêz u şenga xundkar (serokê welat), anku Fer’ûn li nik Misriya. Dibêjin li cem Misriya ev cejine her heşt sala carekê dihate gêran, ew jî demê salnama roj u heyvê wek yek dibûn, di vê rojê da hosa çêdibe heyv temam dibe (çerde yan panzde şevî) u demê rojê heta bêjî kurt dibe, yan demê rojê heta bêjî dirêj dibe.(Dr. Qumnî, beşê3, p.853).

Erê gotina (hed u sedêt) Êzîdiyan li ser çî fikrê hatiye ava kirine û çî nêzîkbûn li gel fikra serî heye?

 

Reha hindek gotina

 

Gelek fere mirov li duv reha gelek gotinêt dînî here u bizane ji kur hatine, wek: (Xudê – Baxo – amîn "amun" ku xudanê imberaturiya Misrê bû - Adanî - Hekarî - Xaltî- Tawsî Melek- Laliş – Tawus – ’Ebrus - qomî ibin qam - zencelîlî temam – Heşem u qurêş,.....).

 

Heq - kar  = Hekar :

 

 Heran- Heran = kar (navê wê), helbet Heran ciyê Birahîm Xelîl bû. Erê gelo: girêdanek nêva navê ’eşîra (Hekar) u (heq-kar) yan (Heran) da heye?

 

Adun: alseyid = Temuz-Tawus = Adiyan-Adiyanî = mirovêt dîndar ji Şêx u pîra.

 

Kîş, Ur- Zarbaba; Ur- Zababa

 

Erê gelo vê gotinê girêdanek bi zaravê (Zirbaba) yan ( Babzera) ku di qewil u du’a da tê nîne?!

Babzer: diyare bi mana derwêş u dîndar u zana tê,

Kîş u Ur; çunke bacêrêt  pîroz bûn dîndarêt wan ciyekî bilind hebû.

 

Di kitêbêt dîrokê da tê gotin ku (Hebîb) navê babê (Hesen al- Besrî) bû. Hebîb mirovekî Fele bû ji gundê (’Ên Temer) nêzîkî Hîra u Kufa, li demê xo Xalid ew êqsîr kir uu bire Mekka. (Şikrî Fêsel - Al-mucteme’at al-islamiya, p.82-83).

Dibe ev Hebîbe, Hebîbî necar be yê ku navê wî di qewlê (Miskîno Jaro) da tê u ew mirovekî sin’etkar bû, tabut çêdikirin.

 

Mewla = dereceke Êzîde

 

Sunet çiye u hêvênê sunetê çiye?!

 

Sunet, sunet kirin u ,,hêvênê sunetê,, dû tiştêt ji hev cuda ne. Ew rêkeke u ya dî rêkeke diye.

Hêvênê sunetê: ew berî kewna ’erd u ’ezmana peyda bûye.

Sunet: anku Surr! Xudê mezin hêvênê sunetê çêkiriya u Meleka nobedarî lê kiriya u li ba xo hêlane, heta ’erd u ’ezman çêkirine, Heta behr u bihûr çêkirine. Heta xulyaqet çêkirine. Hêvênê sunetê berî hemu tiştî hebuye. Rêya wî (wê) rêyeke dûre.

Hindeka gotinê : bibe mefer!

Hindeka go: kî wê bibe mefer?!

Rojekê hêvênê (havînî) sunetê wê bikeve ’erdê u heye gelek xulyaqet u mirov jî çêbin. Milyaketa bi milyonêt sala li pêş xo zanîn dê dinya çawa çêbê, heta nobedarî li hêvênê sunetê kirine.

’ilimdar dibêjin: demê ,,hêvênê sunetê,, çêkirine, ew bi rengê (tizbîka) bû! (eve me’neyeke kûre, ez naxwazim  van me’niya diyar bikem)

Berê digotin: ewêt nava (tizbîka) da sofîkin. Nexêr ew ne sofîkin. Me ne dizanî, me ew di şkandin. Lê wextê me ’ilim fêm kirî, me gelek qedrê wan (sofîka) girt.

Aliyekî (tizbîka) Şêx in, aliyekî Pîr in u ewêt di nîvekê da ku me digotê sofîk, ew Mirîd in!.

 

Îmamok

 

nîşan u simbola Melik Şêx Sine. Tawsî Melek ew ciwamêr (anku Melik Şêx Sin) li ba xo hêla u parast, heta ’erd u ’ezman çêbûn. Milyonêt sala li ba xo hêla u mijuliyêt xo pê kiriye! Tawsî Melek bi xo mijuliya xo pê kiriye. Ji ber wê yekê (tizbî) di meqbul in. Li pê wî ’ilmê me hilanî (fêr bûyîn) hostayê me ji mera gotî, Tawsî Melek u Milyaketêt dî dest hene. Madem ’ilmê me dibêjit ewan (tizbîk) disoqandin, anku ewan dest u wê di heyîn.

(suret babe, boriya beşer). Anku Xudê gotiye: min mirov li rengê xo çêkiriye. Ew Milyaketêt Xudê ji nûrê ne, bes ew bi rengê mirova ne. 

Hêvênê sunetê = terîqe, heqîqete

 

Zencelî temam = Şişims

Elîf = emîr

Dot u day / day mirîd     / ji bera = memik

Dot şîrî bide dayê          / da bukir (ji bo mesela fito hatiye gotin)

 

Nebî Daniyal / Beran = Serê berana - leşê şêrî - kilka Masî, dibêjin li xizîna rehman ew nîşane (Beran) hebû.

Dîsan çirayê neh lulî / Tawsa ’Enzelî / Mishefa Reş yêt Êzîdiya bûn li ba cuha(N. Daniyêl) bûn, demê Nabu Xed Nesir Qudis stand, ew nîşan înan.

Dewrê xewna li cem Êzidiya: xewna Nabu Xed Nesir dîtî ku biçit Qudsê bistînit, her çende lêşker u hêzeke hosa mezin nebû.

Feqîr Xidir Berkat çîroka Nabu Xed Nesir u standina Qudsê ji min ra got, ku Cuha ev sê tiştêt pîrozêt Êzidiya ji wan standibin, yan li nik xo zebt kiribûn. Carekê Cibrayil di xewnê da tê ser Nabu Xed Nesir u dibêjitê: here Qudsê bistîne, min hêz da te û wan nîşana vegêre! Her hosa Feqîr Xidir got; qewlê (Êzîd u medehê) bo wê helkeftinê hatiye gotine. (helbet temametiya wê çîrokê û wî qewlî dê di kitêba min da ête belav kirin)

Tiştê balkêş di vê çîrikê da:

1- girêdana Êzîdiya bi melikekî Babiliya ku (Nabu Xed Nesir)e u ’alimêt dînê Êzîdiya dibêjin; ew melikekî Êzîdiya bû!

2- Her hosa di çîrokê da tê ku navê peristgeha Nabu Xed Nesir ( Êzîda) bû, anku ciyê Xudawendî u navê Êzîdiya ji wir hatiye u li wî demî peyda bûye. Ev çîrika Êzîdiya wan gotina bo derew di êxîne, yêt dibêjin, navê Êzîdiya piştî hatina (Şîxadî kurê Misafir) peyda bûye, yan Êzîdî bi navê (Êzîd kurê Me’awî) hatine nas kirine.

3- Çirayê neh lulî û simbola hijmara 9.

Wek (Exwan al- sefa) di kitêba xo, cildê yekê dibêjin; hijmara (9) koka hemû zanist u fîlosofa ne, di dûr u dirêjî li ser hebûn sifatêt her hijmarekê - ji 1 yekê heta 9 nehê - di sekin in-.

Di qewlêt Êzîdiya da jî tê:

 

         Pedşa sê Durr çêkiriye

         Bi wê bawiriyê li nava behrê daniye

         Her (99) not u neh hezar salî, darek mekanê wî ye.

                   *****

         Ew bû dara bi nav xewa

         Serî li xiwar, rehêt wê li hewa

         Meleka rahiş nûra li serê sera!

                   *****

         Ew bû dara bi nav xeware

         Kok li hewa, serî li xiware

         Ji qudretê av vedixiware

         Bi bawiriyê Xerqe kirin nijyare.

                   *****

         Pedşay bawirî kir koka (99) not u neh nava

         Melek hatin hindave

         Xulqandin meha qer, mekanê wê mêrga bi xunave.

                   *****

         Pedşay bi bawiriyê ruh nijyar kirin

         Li qendîla kirin

         Piştî (90) not hezar salî li ’rda dahir kirin

         Dilê Meleka pê şahî kirin.

         (sebeqa 5-6-7-14-15 an ji ’ilmê nadir = yan du’a bawiriyê)

                   *****

         Ya Rebbî! çendî medeha ji te dideme

         Berî ’riş u Sema

         Berî Loh u Qeleme

         Berî Hawa u Ademe

         Berî Îsa u Miryema

         Ya Rebbî! berî (90) not hezar sal, ez li ba te me!

         (sebeqa 4 ji qewlê Îmanê)

                   *****

Li gorî qewlêt Êzîdiya (9) neh ciyêt Xudê hene u her (10000) deh hezar salî li ciyekî dimîne, ji ber wê yekê jî di qewlî da tê: (Ya Xudê berî 90000 not hezar salî ez li ba te bûm)

- 9 ciyêt 10000 deh hezar salî = 90 000 ku di qewlêt Êzîdiya da tê (q. hezar û yek nav).

Dîsan li gorî fîlosofî u edebê dînê Êzîdiya, mirov dikare navê hinek ji wan neh ciyêt Xudê bêje: (Durra here ewil berî çêbûna dinyayê)

 

         Pedşa di nav durrê li xewle bu

         Ne ’erd hebû, ne ’ezman bû

         Ne çiya hebû, ne sikan bû

         Bawirî navek jê Xuda bû.

 

         ( sebeqa 1 ê ji qewlê ’ilmî nadir)

 

Ciyêt dî (dara Her- herê - Laliş - Qudis - Mekke-,...)!

 

Dara Xewa

 

gelo; ev dar di sebeqa (6-7 ji qewlê ’ilî nadir) da tê, çî dare u me’na wê çiye?

Min ji dû ’alimêt dînê Êzîdiya (Feqîr Hecî u Feqîr Xidir) pirsî, her yekî bi rengekî şirove kir;

Feqîr Hecî got: "dara Xewa simbola Lalişe. Demê Şîxadî li ’azmana deng ji zigê wî hat - qure qur kir - anku Şêx Sin jê çêbû, ewî diviya derkevit. Şîxadî gotê: la! şêx Sin got: lêş? ew buwe ( Lalêş)! her ji ber wê yekê ye Êzîdî dibêjin; du Laliş = Lalêş hene."

Feqîr Xidir Berkat digot: "ew dare, dara me’rîfet u zanînê ye, rehêt wê li ’ezmana li ba Xudê u li ’erda ew me’rîfet u zanîn digehe zana u xudan ’irfana."

Ez na xwazim bawiriya xo li ser bidim, her dû ’alimêt me rast dibêjin u ew jî hosa ji hostayêt xo fêr bûne u bi emanet fikra dînî bo xelkê xo ve diguhêzin. Ez jî bi êmanet bawiriya wan dinivîsim u dergehê dan u standin u vekolînê vekirî di hêlim.

Sebeqeke qewlî dibêje:

 

            Ku kinyat pê dibû ava

            Qendîl nazil bû ji bana

            Pedşê min muhbet dikire nave

            Pedşê min pê hilîna bû çave

            Pedşê min çî gote Durrê, jê werya bû ave?!

 

            (sebeqa 20 an ji qewlê zebunî meksur)

 

dîsan min ji feqîr Xidir; ’alimekî dînê Êzîdiya pirsî:

 Pedşay çî gote Durrê, ji Durrê weryabû ave?

- ne wêrim bêjim. Ez di karim bêjim, belê ne wêrim!

qewal Hisên Selman:

 

- li Ba’edrê bi sê şikla hate gotin, raya feqîr Xidir ye rast bû.

Feqîr Xidir: "gote Durrê: icrî ya ’ezîzî! icrî ya imamî!"

Melik Şêx Sin: Durr bû, deng lê kir, çû, herikî u buwe behr u paşê ’erd u ’ezman jê nijyar kir.

Melik Fexredîn: wekîlê Tawsî Meleke bû!

pirsiyar: boçî wextê Melik Fexredîn medha Melik Şêx Sin dike xo jêra kêm dike?

Feqîr Xidir: "ew dereceke diye. Ew li ’erdê ye, ne li ’ezmane!"

pirsiyar: Pîr, Şêx, Mirîd...raste hindek dibêjin; Pîr ji Şêxa kevintirin, berî  Şîxadî hebûn?

Feqîr Xidir: "ez dibêjim : rêya me bi Şêx u Pîra tê nas kirin:

 

            Pedşayê min ’ezman bîrast u hate xiware,

            Sucude bû ’erd u dare,

            ŞÎxadî mekan danî, beyt li fare.

                   *****

Erê Şîxadî ne Şêx bû?!..Erê Şêxîtî ne li nijyara ’erd u ’ezmana bû? Ev ne berî hatina vî Şîxadî bû?! (hêşta gotin bo Feqîr Xidire)

 

Qendîl

 

ji bilî (Qewlê Qendîla) bi dehêt cara navê (Qendîl) di sebeqêt qewlan da tê; migirtî (bo nimune):

 

            Be’dî wan bedîla

            Qewmek dahir kir neyî ’edîle

            Nuqtek werya bû ji Qendîla

            Nav da Birahîm Xelîle.

            ( sebeqa 43 an ji qewlê Zebunî meksur)

                        *****

            Siltan Êzî dest havête Qendîla qudretê, Durrek der anî

            Siltan Şîxadî ser kefa xo danî

            Jê çêkir; Tac u hil u Xerqêt nûranî

            Dane destêt xasêt Şîxadî

            Di ber xo kirin, weke tu dizanî.

            (sebeqa 24 an ji qewlê qere Ferqan)

                        *****

            Pedşê min Durr ji xo vavare

            Durr qendîleke maldare

            Qendîl u nûr sitare.

            (sebeqa 5 an ji qewlê Şêxû Bekir)

                        *****

            Dergehekî ’eyane

            Kursiyeke bi şeş pêyane

            Qendîleke û çar çirane.

 

            (sebeqa 17 an ji qewlê behra)

                        *****

            Ji Qendîlê nazil bû ew surre

            Ilahiyo! nesîbek te ’efirandi bû ji min re

            Ezî razî me, heke hindeke, heke pirre.

 

            (sebeqa 5 an ji qewlê seremergê)

                   *****

Gelek giringe hindek kes vekolînêt taybet li ser ramana (qendîl) di bawiriya Êzîdiya da çêkin, çunke ew jî dergehekî fikrî fer e.

 

Dot û Day

 

 berî bêm, fikra ’alimekî dînî li ser ramana (Dot u Dayê) di fîlosofoya Êzîdiya da bi rêz kim, dixiwazim çend sebeqa ji (Qewlê Bê u Elîf) bidim nivîsandin:

 

            Berî mişure, berî xete

            Berî qeleme, berî heqîqete

            Mêr nasî bû ew muhbete.

                        *****

            Muhbeta ji wê ye

            Heqîqeta me ji wê hewdê ye

            Day mirîda dotê ye.

                        *****

            Dayê reda da, dotê reda ne da

            Nav xasêt Şîxadî bû usfet e

            Dayê li dotê şehde da.

                        *****

            Day mirîd e, dot dê ye

            Bêjine min: kî ji berî kê ye?!

 

            ( sebeqa 8-9-10-11 an ji qewlê Bê û Elîf)

                   *****

gelo! ev (Day u Dot) ne, mebest jê (Şîxadî u Melik Şêx Sin)e, wekî behra bitira ’alimêt Êzîdiya dibêjin, yan mebest jê (Roj u Heyv)e, yan fikreke dî ye?

Min ev pisiyare ji (Feqîr Xidir Berkat) kir u gotî:

- di du’a u qewlêt me da navê (Day u Dot) tê, hindek dibêjin; (Şîxadî u Melik Şêx Sin)e, belê (Day u Dot) dû gotinin bo navêt mê bi kar di hên;  (Şîxadî û Melik Şêx Sin) jî dû navin wek tiştê nêr xoya dibin, boçî dibêjinê (Day u Dot)?!

Feqîr Xidir di persiva xo da got: eve dergehin. Qewil dibêje:

 

            Şêx Hesenî beyza ye

            Melik Şêx Sin xezîna mêr u Meleka ye.

                        *****

 

Melik Şêx Sin durr bû, tişt jê çêbûn. Wek heba tirî (tilmisa tirî) çawa nêfik di nêvê da ne, wisa wê durrê hebêt spî di nêvê da bûn.

 

            Melik Şêx Sinî spî ye.

 

            Dîsan dibêje:

 

            Sibhane ji te Melekê semed e

            Ewin bukêt nazike hede

            Ne ’ecîb e ji bera biwelidin, welede.

                   *****

 

Di bêjin (Hesen Mem) ji berê Şîxadî çêbû. Şêxê Hesen ji mista wî (Şîxadî) çêbû.

Şîxadî u Melik Şêx Sin yêt jor in, beranberî wan jî li ’erda heyî ne. Şîxadî li ’ezmana navê Xudê u Tawsî Meleke. Melik Şêx Sin jî, Şêxê sunetê ye u surreke ji yêt Tawsî  Melek. Şêx Sin terîqete. Sunet terîqete. Heke mirov bêjie: ezê bi suneta filanî kem, anku ezê bi terîqeta wî kem. Ezê bi heqîqeta wî kem.

Vêcar hêvên ji wir bi Şêşims ra bû. dibêje:

 

            Li wir hiltêtin qemere

            Şêşims li ser kursiya zere

            Sunet kiriye dahire.

                        *****

 

 

Xerzê gulî

 

ev gotine jî di keve nêva fikrêt nehêniyêt Êzîya u bi surr u kerema tê girêdan, hêzêt ’erd u ’ezmana bi yek ve girê dide.

Min dîsan ji Feqîr Xidir pirsî, belkî bi kerema xo, ji aliyê bawiriya fîlosofiya Êzîdiya vî zaravî dînî şirove bike, kerem kir û got:

 

- demê ’erd u ’ezman nijar kirîn u Pedşa u yarêt xo li merkebê siwarbûn u li Lalişê sekinîn, gotin; eve heq ware, anku wextê kewna dinyayê çêbuyî u her heft Milyaket di merkebê da, hingî (Şerfedîn) buwe gulek u di ber Xerza serê Melik Şêx Sin derkeft.

 

            Şerfedîno Xerzê gulî

            Ava mezin di xulxulî

            Şerfedîn siwarê hêstirî.

                        *****

 

Şerfedîn ji hêstireke çavê ciwamêrekî (Cibraîl) bû. Borê Şerfedîn ne qantir bû, ji ya xelkê were qantire, belê ne hosa ye; hêstir bû = rondik. Borê Şerfedîn ji hêstira çavê Cibraîl bû.

<