Sala Teze li cem êzîdîyên Îraqê, Tûrkîyê,
Sûriyê û wisa jî li cem êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê
Dr.
Xelîl Cindî Raşo
Û Xanna Omerxalî
Di vê gutarîyê da emê hewl bidin ji bo
xwendevanên hêja behsa dû corên Sersala Êzîdiya bikin: yek li cem Êzîdîyên
Îraqê, Turkiyê, Suriyê, dû: li cem êzîdîyên Ermenîstan û Gurcistanê.
Yek ji
cejnên here mezin û giring, ku nîşana
hatina demê teze ye, cejna Serê Salê ye. Cem êzdîyên Ermenîstan û
Gurcistanê cejna Serê Salê li meha Adarê derbaz dikin, ne li meha çara –
Nîsanê – çawa li cem Êzdîyên Kurdîstana Iraqê, Turkiyê û Suriyê da, Çarşema
Sor derbaz dikin.
Cejna Ser Salê bi gelek navên din jî tê
naskirin, wek: cejna "Tawisî Melek" û "Melke Zeyîn" û "Çarþema Sor" û
Kloça Serê Salê. Wek hatî xoya kirin Êzidîyên Iraqê, Turkiyê û Suriyê
hersal li Çarþema yekê ji meha nîsanê (li gor salnama rojê, ku bi 13 roja
şundaye
li gel salnama bûna Îsa) pîroz dikin. Wek ji navê wê xoya dibe, ew pîroz
kirina sala nû û tazeye.
Ev
cejin paşvemaya
ewê cejna kevin û dêrîne ku li demê Somerî û Babiliya jî pêşwaziya
sala nû dikirin û digotinê ,,Bêt Ekîto,, anku bi zimanê Babilî Serê salê û
li wê meha nîsanê li cem wan zewaca Xudawendê wan ,,Temuz,, bû. Nîsan, wek
hindek vekoler û zimannas dibêjin, ji ,,nûsal,, hatiye, anku destpêka sala
nû. Bêguman eve cejna here mezin û bi rewşa
Êzîdîyane. Evê cejnê gelek taybetmendiyên xwe hene, em di karîn wek
serrêza destnîþan bikin:
Çê nabe mirovê Êzîdî di meha nîsanê da
daweta bike û jina veguhêze, ank jin anîn di vê mehê da qedexeye. Her wisa
çê nabe di vê mehêda mirovê Êzîdî ´erdê bikole! Êzidî dibêjin: nîsan buka
salêye, ew ji hemû mehên dî ciwantire û mehekê di ser xwera nabîne, ji ber
wê yekê jî çê nabe kes di meha nîsanêda bizewice!
Kabanîyên mala berî çend meha hêka kom
dikin serhev û roja êvara cejnê ewan hêka di kelînin û bi dermanka (sor,
zer, kesik, …) rengîn dikin.
Rojekê
berî meha nîsanê, her malek diçe aqarî û hinek axê di îne û giyayeke jêra
dibêjin ,,Karî,, û bi qalçikên hêka deriyên malên xwe di razînin (dineqşînin),
li wê baweriyê ew pêşwaziya
sala nû dikin, Tawisî Melek di vê rojêda tê xwar û dergehê xêr û bereketê
bo hemû dinyayê vedike.
Her
kesek ji zaroka, qîz û xorta, mezina leyiztoka "hêkanê" dikin û ewan li
hev dixînin, ka hêka kê dişkê,
ew hêka xwe di dorîne.
Berê sibê gundî derdikevin dervey gund û
xunava li ser gîyaya kombûyî, bi destên xwe lê dixin û ser û çavên xwe pê
paqij dikin, li wê bawerîyêne, ew xunava ewî Milyaketîye û ewê pê genc
bibin!
Li roja cejnê jî cotyarê êzîdî diçe nav çandinyê xwe û
hêkên şikandî
nav da belav dikin, wekî xêr û bereket bikevte nav derametê wî û berhemê
salê zêde bibe.
Hemu
gundî diçine ber zîyareta gund û şûnda
li malê yek û du digerin, cejna Sersalê pîroz dikin. Kabanîyên mala hêk û
mastî bi ser malên din da belav dikin, li wê baweriyê da xêr û bereket
bikeve şîr
û mastê wan û pez û çêlek û heywanê wan sax û silamet bimînin û berê wan
zêde be.
Bêguman di vê cejnê da her malek li gorî şîyana
xwe pezekê yan heywanekê dike qurbanî û di vê cejnê da her malek jî Sewika
di pêjin û xwarinên teybet dirust dikin û diçine ser gorêt mirîyên xwe û
bi navên wan ewê xêrê dixun û belav dikin.
Roja
duduyê ji meha nîsanê Tiwaf li gundên Êzîdîya dest pê dikin, heta dewîya
meha hezîranê (June). Yekem Tiwaf jî li bacarokê Bahzanê dest pê dike.
şûnda
li rojên înî û çarþembû û rojîyên din li gundên dinên êzîdîyan berdewam
dibin, helbet her Tiwafek bi navê Xas û Babçakê wî gundî êzîdîyane. Di wan
Tiwafa da dîsan qurbanî tên pêşkêş
kirinê û kêf û şayî
têne kirinê. Xelq tev da diçine zîyaretbûna Qubên wan Xasa. Zana û
dîndarên Êzîdîya jî li ber wan zîyareta qewl û beyt û du'a dibêjin û hinek
cara jî qewal def û şibaba
lê dixin. Micêwirê wan zîyareta, di wan roja da xwarineke teybet, ku
dibêjinê "Simat", bo Tiwafîkera çê dikin.
Êzdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê (niha jî
li Rûssîyê) bi vê cejnê dibêjin Kloça Serê Salê. Ev cejn dikeve çarşema
ewîl meha sisîya – Adarê – bi rojnîşa
(salmana) rojhilatî, ku sêzdeh roj şunda
rojnîşa
Girêgoriyanî tê.
Hemu êzîdî vê cejnê bi kêf û þayî derbaz
dikin û dibêjin: "Bira ev roja derê xema dade, derê xêr û xweşîya
veke. Ev rojeke bijareye û xemleke êzîdîyatîye". Her mala da Kuloç tê
petinê, kîjanê ra dibêjin ,,Kuloça Serê Salê,, û bi vî navî cejn jî tê nas
kirinê. Morîkekê di êxinin nav hevîrê vê Kulocê (niha jî zef cara morî tê
guhartin bi dirafekî biçuk). Hevîrê Kuloçê jî tê çêkirinê ji heft tiþta,
wek ar, hêk, rûn, şekir,
xoy, htd. Îzna qet-qet kirina Kuloçê tenê cem malxwe malê ye. Sibê
zû bav yan jî kalê malê (mezinê malê) Kuloç li ser piþta zaroka kurîne
biçûk vê malê datîne û ker dike. Baweriya Êzdîya heye, ku ew adet sehet û
qewatê bide zara kurîn. Ew pêşiyê
li ser Kuloçê pê kêrê rêçê dikişîne,
kîjanêra dibêjin „xeta cot“ û paşê
qet-qetî dike bi du para. Paşê
li ser nîvekê vê Kuloçê nav datîne ser para: malxiyê malê, para neferê
malêyî mêranî, li ser beşekî
din jî nava Xas û Babçakên (Mêr û Milyaketên) êzîdîyatî dinivîse, para bi
navê Memê Þivan – Xudanê heywanê kelî hûr (pez) û Gavanê Zerzan – Xudanê
heywanê kelî mezin (dewar), para Xatuna Ferxa – Xudanê jina û jinê ya du
halî (hemle) û zaroka, para Xudanê Malê, para Pîra Fat, para şems
htd. Zarok û hemû merîyên malê bê sebir hîviyê ne, ku kengê para xwe
bistînin û li morîyê bi gerin. Bawerîya Êzîdiya heye, ku ev Morî para kê
bikeve, ev merî gelek bextewar di vê salê da be, lê wekî morî bikeve para
Xas û Babçakekî, li wê wextê texmîm dikin, ku ev Xas alîkarîya vê malê
bike û piştevanê
wan be.
Li cem Êzidiyêt Îraqê bo Kuloça Serê salê
dibêjinê (Xewlêr) û li cejinda Bêlinda, meha kanuna yekê di êt çêkirin.
Roja Kuloça Serê Salê, kengê Kuloç di pejandin, Êzîdî berê gunda da akincî
gurîk (agirek) vedixistin, û zarok dora gurîkê di reviyan, û hemû xelq ser
gurîkê ra banzdidan û þa dibûn. Ew adetek zor qedîm û pirzeman e, ku bi
xwe nîşanê
temîzbûn ji hemû xirabî û nexweþî ye. Ev Guriya Agir, dîsan li cem
Êzidiyêt Îraqê li cejina Bêlinda meha kanuna yekê tê vêxistin û dibêjinê
(Gurga Ga) anku Guriya agirê Gay, ji bona xatira cotiyar û gayêt cot û
dawî hatina çandiniyê li wê mehê di hat kirin.
Hinek
Êzîdîyên Ermenîstanê bawer dikin, ku hergê pejandina Kuloç carek bi
sebebekî nehate serî, (bi vî cureyî adetek hate vebirîn), çêtire, wekî ev
mala îda Kuloç napete. Wekî na, çawa ewan şiro
vedikin, bextê wê malê tê birînê. Lê gelek Êzîdîyên Ermenîstanê û
Gurcistanê bi vî adetî bawer nakin û guhdarîya wê yekê nekirî vê adetê pêşda
dibirin.
Her
malekê da di vê cejnê da hêk tên kelandinê û reng kirinê û çawa ku qayde,
bi rengê sor û qîçik (zer) reng dikin, kîjanêra cim'et dibêje "hêka sor".
Ew rengana – renge yê Rojê ne. Biçûk û wisa jî mezin berî xwarina hêka wan
bi hev dixin û hev dişikênin,
û dîyarî hev dikin, wisa jî didine cînar û mirovên xwe. Ew adet çawa cem
Êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê heye, wisa jî cem êzîdîyên Kurdîstana
Îraqê, Turkîya û Surya jî heye wextê cejna Çarşema
Sor (yan Serê Salê) meha Nîsanê da.
Cejna taybeta Serê Salê niþanê tezekirina
jîyanêye, niþana wextê teze û tiştê
nûye. Ew dema destpêkirina her tiþtaye, tezekirinêye, tebîe't vedibe.
Piranîya rism û adetêd ku têne kifşkirinê
vê cejnê da dewlemendin bi fikrên teze efrandina û saxbûyîna temamîya tiştê
ku wextê e'firandina dinyayê da hatiye çêkirinê.
Dr. Xelîl Cindî Raşo
û Xanna Omerxalî.
Cejna Sersalê “Çarþemba Sor”. Sala Teze li cem êzîdîyên Îraqê, Tûrkîyê,
Sûriyê û wisa jî li cem êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê // Peyama Kurd.
– Bohn, 08.04.2005.
S. 8.