Malpera Dr. Xalîl Çendî Raşo

 

Xidir Eliyas u Xidir Nebî

 

Dr. Xelîl Cindî Raşo

  Zankoya Gottingen

 

 

Xidir Eliyas u Xidir Nebî dû simbolêt pîrozin di nav baweriya gelek dîn u milletêt rojhelata naverast da. Di nav her yek ji wan baweriyada bi navekî tên nasîn, wek mînak: di nav dînê Êzidiyada bi navê ( Xidir Liyas u Xidir Nebî) tên nas kirin. Li nav Kiristiyana da bi navê ( Êliya) tên nas kirin u li nav: Şebeka, Sarliya, Kakeîya ,, Ahlî Heqq,, bi navê ( Xidirî zênde) ten as kirin. Her wisa min bihîstiye di nav hinek milletêt Qefqasiya jî tên nas kirin.

Ya hejî gotinê (Xidir Liyas u Xidir Nebî) di mîtolociya Êzidiyada wek simbola nemirimê (jiyana her u her) tên berçav u bi çîvanoka Eskenderê çarqurnet (Eskenderê Mekedonî)ve tên girêdan, ku ew bo Eskenderî çone (Ava hêwanê), ava nemiriyê bigerên u jêra bînin heta ew her zêndî bimîne. Wek çîvanok dibêje, Xidir Liyas u Xidir Nebî digehine (Ava hêwanê) u cewdekî ji wê avê tijî diken u vedigerên bên cem Eskenderî. Li vegera xwe di westên u cewdê avê bi darekêve daliqînin u herdû li bin darê dikevine xewê! Teyrek tê u nikila xwe li wî cewdê avê dide u kun dike heta ew av gişt di rijê (dera dibe). Çîvanok wisa xoya dike, ji ber ku Xidir Liyas u Xidir Nebî ji wê avê vexwarine, ew her di zêndîne. Ew dara av jî pêda hatî xwar here keske u ew teyrê nikila xwe lêdayî herî zêndiye!

Êzidî her sal li pênc şembuwa yekê ji meha sibatê (li gor salnama rojhelat ku bi 13 roja dikeve paş salnama ji dayik bûns Îsa), sê roja: dûşembû, sêşembû u çarşembûwê bi rojî dibin u li roja pêncşembû u îniyê cejina wane.

Helbet di vê cejinêda çê nabe qurbanî bên kuştin u xun bêt rijtin, her wisa nabê kes here deştê li nêçîrê bigerê, çunke Êzidî wisa fikir dikin ku (Xidir Liyas u Xidir Nebî ) di van rojada li mehînêt xwe di swarin u tajî u tolêt wan vêrane u li deştê li nêçîrê di gerên!

Dîsan di vê cejinêda, Êzidî genim u ceh u nik u baqilka di qelînin ewî genim u cehê qelandî ( qelatik) di bene aşî di hêrin u dikene ( pêxun), hem dixon u hem li hêvara cejinê hinek ji xê (pêxunê) di amanekê ,, leganekê yan tepsiyekê- dikin u da dinêne qulînçka malê, li ser wê baweriyê (Xidir Liyas u Xidir Nebî) bên mala wan u destê wan yan yê tajî u tulêt wan li wê (pêxunê) bikeve, ku ew dibe nîşana xêr u bereketê bikeve mala wan.

Tiştekî dî here balkêş di vê cejinêda, ewe li roja sêyê keç u xortêt ne zewicî xwarineke şor (tijî xoy) di xon li wê hîvîyê di xewa xweda avê li malekê yan li ser kaniya gundekî vexon, ew nîşana wê yekêye (xidir Liyas u Xidir Nebî) dê miraza wan bicî înin, heke kur be av li malekê vexwarî , dê bi keça wê malêra zewice! Heke keç be, dê bi kurê wê malêra bizewice!

Roja dawiyê ji rojiyêt (Xidir Liyas u Xidir Nebî) dibêjinê ( Zîpik u qirîpik) ew roje gelek sermaye, her jineke Êzidî hinekê ji pora (pirça) zarokêt xwe (keç u kura) bi meqesê jê dike.

Gotineke Êzidiya heye dibêje: ,, Xidir Liyas u sal xilas,,. Ev cejine, cejina here dawiya demê zivistanêye u piştî wê seqem u sermay hêdî-hêdî kêm dibe

 

Vegere

 

                   E-mail.: info@khaliljindy.com                  www.khaliljindy.com                      webmaster@khaliljindy.com