Malpera Dr. Xalîl Çendî Raşo

 

Biroyê Şerqî

 

Dr. Xelîl Cindî Raşo

  Zankoya Gottingen

 

 

Beşê Yekem

 

Wergerandin ji zaravê soranî: Dilgeş Îsa

Danerê piraniya awaz û lawik û heyraniyên kurmanciya jorîn, xwediyê dengê zelal û awazên bi coş, behlewanê hunandin û pêkanîna gotinan, çira û mûma dîwanxana Ibrahîm Paşayê Milî, stranbêjê bi nav û deng „Biroyê Şerqî“ ye.

Biro kurê „Keçel“bû. Anku navê bavê wî Keçel bû, lê nav û dengê wî bi navê Biroyê Şerqî derket, „Şerqî“jî navê eşîreke Êzîdiyan e.

Deng û awazên Biro gelekî xweş bûn, ji ber vê hindê bûya stranbêjê Ibrahîm Paşayê Milî. Tê gotin ku Danana piraniya ew lawikên ku neha li nav xelkên devera ku kurmanciya jorîn têde tête bikaranîn de hemî ji lihevanîn û hûnandin û awazên wî ne. Stranbêjê bi nav û deng î hemdemî „Pîr Guroyê Şingalî“ku neha temenê wî 65 sal in, bi Biroyê Şerqî re di jiyana xwe de civiya ye û ji wî fêrî çendîn lawikan bûye û wisa ji bo me dibêje:

„Carekê min Biroyê Şerqî dît, wê demê Biro pîr bû, lê heta tu bêjî merovekî xweşik û law û bedew bû. Biroyê Şerqî bi pîremêriya  xwe ji hemî xort û lawan xweşiktir bû...xwedî dêm û çavna pak û paqij, tivneke beranî û çav û birhna geş û reş. Merovekî xwîngerim û şêrîn bû.

Biroyê Şerqî li gundê „Sulav“ ku dikeve rojhilatî Şingarê jin ji bo xwe anî û paşê çû gundê „Celalê“ li rojavayê Şingarê û şeş heft salan li wê deverê ma. Piştî mirina Ibrahîm Paşa, Biro di nav Welatê Xalta de cî digirê, anku çû nav Êzîdiyên Tirkiyê û li wê deverê çû ser dilovaniya Xwedê. Li ser girê „Çetelê“gora wî kolan û li wê deverê hata veşartin. Kurekî wî heye bi navê „Ebdo“, neha li gundê „Rembusî“ li Şingarê dimîne.

Li gor gotinên „Pîr Guro“ ew hevdîtina di navbera wî û Biroyê Şerqî de beriya çil (40) salî bû, piştî wê hevdîtinê ne bi gelekî Biro emrê Xwedê dike. Li ser mêjûya kockirina Biro merov dikare bêje ku Biro di salên sihî de, dewr û berê salên 1934-1935 an de çûya ser dilovaniya Xwedê. Herweha merov dikare li gor gotinên „Pîr Guro“ temenê wî bi 70 salî texmîn bike. Li gor vê gotinê jî merov dikare bêje ku Biro li dimahîka sedsala nozdehan (19)  ji dayik bûye.

Di vir de ji dayikbûna wî diyar dibe.

Her çawa be ev kurte lênêrînek bû derbarey jiyan û serpêhatiyên „Biro“. Lê tiştê giring û fertir, vekolîna rûpelekî veşartî ji jiyan û serpêhatiyên „Ibrahîm Paşayê Milî“ye li ser zimanê nêzîktirîn kesî ku Biroyê Şerqî bû. Biroyê Şerqî bi zimanê xwe hindek serpêhatiyên Ibrahîm Paşa ji bo Pîr Guro behs kiribûn û gotibû:

 Rojekê Ibrahîm Paşa şeş (6)devehên barkirî ji rûn û sed û pêncih (150) siwar hazir kirin û berê xwe ji Şamê ji bo serdana Sultan Ebdilhemîd da Tirkiyê.

Biro dizanî ku Ibrahîm Paşa ji keçeka bi navê „Pero“ ku ji heman eşîra Milî bû, hes dike. Eşira Milî jî ji dû benda pêkdihat, Milîyê edwanî û Milîiyê kibîr. Ibrahîm Paşa ji benda Milîyê edwanî bû û “Pero” jî ji benda Miliyê Kibîr bû. Tê gotin ku hêj Biro bi  rê de stranek bi navê „Peroa dila“li ser Ibrahîm û Pero hûnand:

„ eman eman eman Begê mino,

belê bila li min û bejna zirav dêmê gûlî hilnehatiba

stêra qere ber mangê sibê, stêra zer e,

de Xwedê zane pêru hilatin, mêzîna [1] xoda hember e [2]

Sing û berê xelkê delal nebûne textê Ebdilhemîd

Dewletê Alî ye, meclisê efser e.

Begê mino ez bi derd im........“ 

Piştî ku ev strana xwe bi dawî anî straneke din li ser „Edûlê û Derwêşê Evdî“ got, bêy ku navên wan bêje. Straneke din bi navê „lê lê berxê“ li ser wê vehûnand. Herweha straneke din bi navê „delalê Qirshiya“ avêt ser.

„Edûlê û Derwêşê Evdî“:

„Lê lê lê lê berxê lê sebra min lê,

lê lê berxê ezê bêjim qirşiyake min a qirşiyanê,

lê be torî betara girte qirşiyake min a qirşiyanê,

min ê xelkê delalî coganî dîtibû li galemuşayê wêran

li ber bitnê gewrêkê [3] dibarî vî hewşanê,

ezê terka xelkê delal, bejna zirav, dêmê gulî

nadim heta zar û ligera li nêva mala ne bêjin lo lo babo,

lê lê xayînê yadê lo lo.......“

Heta gihiştin kenarê bajarê Şamê hêj “anku Biro” edwanîm digot:

„Bejna edwanê min min a zirav e, dar ji darê gêrazê,

dewê shîn dike li Şama şirîn mehelê salihiya ez kemgazê,

Xwedê ava neke mala çelex û bêbextê gundê me

Serê sebeya xêrê ne bînin lo lo melûlo.

De çawa sê roja berê Edwanê min dana

Kinarê qubletê, erê destê Edwanê min qutkir û

Hersê deqêt sor î semawî, boxazê,

melûlo lo melûlo lo.

De rêka Şama şirîn mehela salihî qûnax dû ro.......“

Rikêba hespê min bi rikêba hespê Ibrahîm Paşa ve bû. Min ev her sê stranên xwe li gor dil û eynetên xwe vehûnandin. Ibrahîm Paşa bi ser :min de hat û got     

Biro, mal wêran, ev stranên te di sînga xwe de hûnandîn di kuderê de bûn. Ji bo çi te li malê ne digotin !! Ibrahîm Paşa dizanî ku ew stran li ser navê „Pero“ û „Edwanî“ hatin gotin lê ne dizanî strana „delalî qirshiya“ li ser kê ye! Piştî ku gihîştin bajarê Şamê zarok û mezinên bajêr derketin ber deriyan û li ser cadan û li ma temaşa kirin. Em jî bi goraniyan, gotinan û stranan û dîlokan ji ?amê derbasbûn.

Emê ji bo demeke kurt vî şaxî di cî de bihêlin û dê çine ser şaxekî din ji babetê xwe, ku bi Biro ve girêday ye. Ew jî şerê gotin û peyv û vehûnandina benda û stranan ye di navbera „Biroyê Şerqî“ û „Besa Xelîl“ û „Xidirî Heblo“ de. Eve jî aliyekî ciwan ji wêjeya kurdî ye:

Ez behwer dikim ku kêm kes hene ku „Besna Xelîl“ li dîwanxana edebê fuloklorî de ne bihîstine, bi taybet bi rengê stranekê ku li ser „Birahîmkê Temo“ tê gotin. „Birahîmê Temo“ merovekî zengîn bû, dû jinên wî hebûn. Bavê „Besê“ dixwest wê bi zorê bide wîna. „ Besê“ jî rabû strana bi nav û deng „Birahîmkê Temo“ vehûnand, têde êş û xema dilê xwe derdixe û ji qiymeta wê adeta ne ciwan kêm dike ya ku li gorî wê keçan bi darê zorê û bê razîbûna wana didine mêran û difiro?in. Her çawa hatibê rojekê (Ibrahîm Paşa û Biro û Xidirê Heblo) li gundê „Noredînê“ bûn ku ew gundê bavê Besê bû.

Biro dibêje: me navê „Besê“ û strana wê bihîstibû, tê de pesnê xwe dide, bêvila min wisa ye, çavê min wisa ne, bejn û bala min wisa ye,…… û bi neba?î avêtiya ser „Brahîmkê Temo“ û ji qiymetê wî kêm kiriya. Biro got ku min û Xidirê Heblo biriyar da ku em herin û „Besê“ bibînin. Me pirskir, ka „Besê“ li kuderê ye? Gotin ku çûya nav bexçê ber devê gêlî. Em çûna aliyê din û me dît ku sê keçik te?iyê dirêsin û hersê jî wekî hev bedew in. Me hew zanî kî ji wan  „Besê“ ye? Me pirsî kî ji we „Besê“ ye!

Yekê ji wan got ewe çi ji Besê divêt! Ez „Besê“ me. Piştî ku me silav li hev kir û bi xêrhatin da hev, me got: Em zanin ku Brahîmê Temo xwediyê aşekî avê ye û herwiha rez û pez û ga û gamê?ên wî hene, ji bo çi te wisa lê kir û di strana xwe de navê wî bi xerabî dibêjî û wî tune dikî.

Lawê qenc hun min û bedewiya min dibînin. Ew bi xwe xwedî dû jinan bû û dilê min ne dixwest ku ez wî bikim. Vê carê ez rabûm min stranek avête ser.

Rabû ji me re ew benda ku avêtî ser wîna got. 

Besê got

 Lê lê dayê, lê lê dayê,

min kihêla [4] serê tewla yê

min xezala gîla yê

min tivenga ber girê benda yê,

ew Besê bandke dibêjê,

lo lo Brahîmo (skiya) min li çava keto wê ronakê,

belê Xwedê dizanibe ez keça xelkê maşalla Xwedê nakem,

ava çava min êkî wekî Tehar Axa ji mala Mihemed Begê,

Cizîrê botî teng e canê min re,

ezê li ber bimeşim xo liqakem,

belê qirara Xwedê ezê xo bi sê telaqa ji Brahîmê Temo xo telaq dem……“

 „Besê“ heta derengî piştî nîvro stran gotin û avête ser „Brahîmê Temo“. Lê „Besê“ ne dizanî ku em Êzîdî ne, ji ber desmal û egal li serê me bûn, wê ne dizanî em çi kes in, helbestvan in yan Rêbarî ne.

Paşî Biro got: vê carê neha gera me ye, û dest pêkir bend û stran avêtna ser „Besê:

„Te çav reşê te çav xumriyê,

eve serê sê roja ji hesabê mêrê xirab tu dihonijî tu dikey bimirî,

tu rabe destê xo di nêvîna destê min ke,

te birevîn ser sînorê wî gawirî…..“

Helbet şêwe û awazê benda û stranên me ne wekî yê Besê bûn ku li ser Brahîmkê Temo gutibûn.(axeftin ji Biroyê Şerqî re ye)

Pi?tra „Besê“ li me vegereha û got    :

“Qurban her çar malêd nêv gêlî de,

Lawikê min xencer girêda bi ser sayê [5]

tu xema mexwe, min cotê memika ji te re têzî kirîne bin girêyo têvî de.“

Xidirê Heblo ku di helbestvaniyê de hêj ji Biro xurtir bû avête ser:

„Lê lê Besê diyarî min û  gundê Nûredînê,

reşêşeke [6] baranê girte qontara çiyayê qertelînê,

çawa kê dîbê, kê bînabê kundekî ji kêra bazda li ser hêlana [7] gogeçînê. [8]

Besê lê vegerand û got:

„Bejna mine zirav e kulîka nêva bêder e,

kirasekî li ber bejna Besê ye megrumê [9] gewr e,

serê memka tê re daye dere,

heçî xortê nûhatî bê, li ber bejna kewa gozel ke razê,

dilê xo de nahêle tu kula tu kesera.”

Biro bangkir û got:

„Lê lê Besê stêreke hilatî ji kinarê A?îke [10] ,

bila şewqê nedabe kêsim xezala gerden çîte,

bila min ramûsana kewa gozel [11] bi serê çavê xo bidîte.“ 

Besê lê vegerand û got:

„Qurban min lawikî xo ne diye ev ro dûro [12]

qurban tu were dêrî veke were hindiro [13],

xozke bi hingî bê sibehê ez û te rabin,

tu bêjî keçê ez im bêjim kuro.“

Xidir lê vegerand û got: 

“Keçê dînê raba dêrî [14] veke,

tu fanosê pavêje wan tîreke,

sîng û berê kewa gozel ji min re nebû kendalê heneke. [15], “

Besê lê vegerand û got:

“Lawiko qurban tu bi xêr hatî,

eve serê sê rojî temam in

qasidê nêv min û beyna bejna zirav de bûne qasî,

soz û qiryarêd min û xelkê delal, bejna zirav xilas bûn

ev ro kalemêrekî heftî salî,

şivanekî qewlê wî nû hilatî.“

Ketin nav şerê awaz û peyv û gotinan, heta li wan hersêyan bû êvar, li dimahîkê Biro got:

„Heyva me hilatî çarde ?evî,

bila şewqê ne dabe mehela meşkêna dar û devî,

emê çeplê bejna zirav bigirîn çine şeraa Benî Sefî,

binê bejna zirav, dêmê gulî ji kê re dikevî.“

Besê yekser got:

„ Be qurban ji te re dikevî.“

Dema diniya bû êvar vegerhan malê, Besê ne xwest û ne hêla ku Biro û Xidir herin cem Ibrahîm Paşa, Besê got: hun mêvanên min in.

Herdû keçên din jî ku navê wan „Hitê û Nûrê“ bûn bi wan re bûn, her pênç bi rex hev ketin û berê xwe dana ber bi gund ve.

Biro got: me gelekî hewilda ku em xwe ji destê Besê rizgar bikin, me nikraîbû û me dît ku dilê wê xerab e

Me gote wê: Besê, em Şaîrê Ibrahîm Paşa ne. Talî çara jê ne bû, me rabû gote wê, em Êzîdî ne!

Besê got: Çavê we kor bûya! Hun dibêjin em Êzîdî ne, behwer nekir. Talî her bi çi rengî be, me xwe ji destê wê rizgar kir.

Em li vê derê gotara xwe ya vê carê bi dawî tînin, heta zincîreke din, serpêhatiyeke din li ser Biroyê Şerqî û Ibrahîm Paşayê Milî.

Têbinî: Ev gotar cara yekemîn di rojnama „Rewşenbîrî Niwê”, beşê Kelepûrê Netewî de, Jimara 75 an, Temûza sala 1979 an de hata belavkirin.

Şîrovekirina gotinan:


     

[1] Pêrû terazû: navê hindek stêran e, rengê wan li ezman wekî terazû diyar dibe.

[2] Hember: beramber.

[3] Bitnê gewrîkî: navekî din ji bo nebatekê tê gotin.

[4] Kihêl: ji boy mehînê tê gotin.

[5] Sayî: navekî din ji bo Kiras e.

[6] Reşreşeke baranê: Baraneke hûr

[7] Hêlan: Hêlîn

[8] Gogeçîn: Kotir, Kevok

[9] Megrûmê: rengekî ji qûmaş e

[10] A?îke: navê gundekî yan deverekê ji Kurdistanê ye.

[11] Gozel: (tirkî) ciwan, bedew, xweşik.

[12] Dûro: Dû rojan

[13] Hindirû: xanî, ode, otaq

[14] Dêrî: Derî, qapî

[15] Henek: yarî, laqirdî

 

Vegere

 

                   E-mail.: info@khaliljindy.com                  www.khaliljindy.com                      webmaster@khaliljindy.com