Malpera Dr. Xalîl Çendî Raşo

 

Qewal simbola dilpakiyê u parêzerêt dînê Êzidiyanin

 

Dr. Xelîl Cindî Raşo

  Zankoya Gottingen

 

 

Di vê nivîsara xweda, ez gelekî miqatim, ji ber kû mirov çend bi başî derheqa xizmeta dîroka Qewala bêje bo parastina kelepurê dînê Êzidiyan, tor u tibetêt wan, her kême. Evan cwamêra bi destpakî, bi emanet, mîratê babkalkêt me, felsefa dînê Êzidiyan, edebê devkî, cejin, ..htd., bo me parastîne u gehandîne roja îro. bo vê çendê ez dikarim bêjim: ,,Qewal gulêt rengînêt baxçê êzidiyatiyêne, simbola xoragiriyêne, ava zelala serukaniya bîr u bawerêt êzidiyatiyêne.,.

Gotina Qewal ji kur hatiye ?

heta demekî kin, belkî heta niha jî, li cem hindek kesan gotina Qewal ji (qala- qewl)a ´erebî hatibe, lê li pê hindek vekolîna, her wisa li pê berhev kirina zimanan, diyar dibe ku (Qewal) ji ( Kalo) ya Somerî hatiye. Ramana (Kalo) bi wî zimanî: mirovê dîndar, mirovê mezin, rihspî tê. Heta niha jî, di zimanê me da, bi taybet li cem Êzidiyêt Şingalê, gotina (Kalo) bi wê ramanê bi kar di hêt. Gotina( Şingal ) bi xo jî, ji (kal) pêk hatiye:

( ŞINGO + KAL), anku: mirovê dîndarê mezin = Micêwir = Kahin.[2] 

Dîsan navê (Şingal)ê di kitêba (Tewrat) da di hêt bi navê ( Şinear), wisa diyar dibe ku;(Şinear) mana: deşta Babiloniya, yan: ´erdê Babiloniya di hêt. Her wisa di hindek kitêbên dîrokî da di hête nivîsîn ku peristgeheke mezin ya Xudawen (Sin) li çiyayê Şingalê hebû. Eve jî dibe belgeyek (delîl) ku reha gotina (Qewal) girêdaneke xurt bi zimanê Somerî u Babilî ve heye.

Gotina (Qewal), nek her bi aliyê zimanîve bi dîrokeke kevne girêdaye, belkî li serdemê Babiliya van ( Kalo - Qewala) xizmeta peristgehêt dînî dikirin u Def u Şibab li cejin u rojêt pîroz lê didan. yek ji wan cejina, ya ku Qewala dewrekî mezin  têda di dît, Def u Şibab lê didan, di gotine wê cejinê:( ´îda biŗîna hiriya pezî), milet di vê cejinê da pez di anî u Qewala mozîk( Def u Şibab) lê dida u hirîya pez di birîn. îro roj , li meha nîsanê, piştî cejina Sersalê, li wî demî da, li gundê Behzanê ´îda (Twafa) Xefurê rêya  di hête kirin, Qewal wê bîrhatinê nujen u pîroz dikin.

Qewal ji kîjan ber u êlêne ?

ya hejî gotinê, tim u tim Feqîr u Qewal bi navê Şêx Adî di hêne nas kirin, di bêjine wan: Feqîrêt Şêx Adî, Qewalê Şêx Adî.

Ji kokda Qewal bi tenê ji êla Hekarî u Dumilîya bûn, Qewaltî jî ne bi helbijartinêye, belkî ev kare ji baba digehe kuran, çênabe kes ji derve bê bibe Qewal, lê wekî min bihistî, u qewal Sivo kurê qewal Silêman ji minra gotî : piştî firmana mîrê kore ( mîr Mihemedê rewanduzî) sala 1934ê, anku berî 150 salî Qewal kêm bûn, yek navê wî (Baso) bû, ji ´eşşîreta Mamusiya, li gel Qewala diço sefera, ew mirovekî jîr bû, ´ilmê Şêx Adî u êzidiyatiyê hilgirt u şunda binemala wan jî bûne Qewal.

Qewal ji kok da li dû gundêt êzidiyan: Başîk u Bahzanê di akincîne. Qewalêt Dumilî li gundê Bahzanê u qewalêt Hakarî li gundê Başîkê di mînin. Qewalêt ji êla Dumiliya mirîdêt binemala Şemsaniyêne (mirîdêt Şêx Nasirdîn), lê qewalêt Hakarî ji kok da mirîdêt Adaniyêne ( binemala Şêx Hasan).

Heke wisa Qewal li pê ´şîretêt xo bi ser van dû gunda da hatibine parve kirin, her wisa jî demê Qewal li gel Tawsê diçin, dîsan her yekî ciyê xoyê taybet li gel Tawsê heye: Qewalêt Hekarî li milê rastê  Tawsê ru dinên, Qewalêt Dumilî li milê çepê Tawsê rû dinên. Bila bêjîn Qewalêt Dumilî mirîdêt Nasirdîn nunerêt Şemsaniyê li milê çepê Tawsê dikin, Qewalêt Hekarî jî mirîdêt Şêx Hasan (Sin), nuneriya Adaniyê li milê rastê Tawsê dikin. Wekî me gotî Qewalêt Şibabê lê dixin Hekarîne u yêt Defê lê dixin Dumilîne, mana wê ewe pêwiste Qewalêt Şibabê lê dixin - ji duwan kêmtir nebin-li milê rastê Tawsê bin u Qewalêt Defê lê dixin- ji sêya kêmtir nebin- li milê çepê Tawsê bin. Her jo bo vê yekê jî gereke coqa Tawsê ji pênc qewala kêmtir nebe.

Ya hejî gotinê Qewala mezinê xo heye, ew ji êla Dumiliyane. Ew bi rêka (Meclisa Rohaniya Êzidiya ya Bilind) u mezinêt Êzidiyan di hête dest nîşan kirin. Niha mezinê Qewala, qewal Silêmane kurê qewal Sivo, li Behzanê dimîne, temenê wî bi ser heftî salî ketîye.

Cawa Qewal fêrî ´ilim u mozîka dînî dibin?    

berî 70-80 salî , mekteba dînî li gundê Behzanê hebû. Ew mekteba fêrbûn u pêgehandina Qewala bû. Zarokêt Qewala ji temenê 7-10 saliyê diçone ber wê mektebê, fêrî qewl, beyt, dû´a, fêrî lêdana Def u Şibaba dibûn. Baştirîn u jîrtirîn Qewal bo wê mektebê di hate dest nîşan kirin, ders di dane ber zarokan da li paşerojê ew bibine Qewal. Di bêjin Qewal mam( ´Iso) mirovekî kore bû, belê heta bêjî jîr u palewan bû, ew mamostayê here dawiyê mekteba qewala bû. Ewî - rehma Xudê lêbe - komeke baş u navdara Qewala pêgehand; wekî Qewal Liyas, Qewal Qewal,....htd.

Heyf u sed mixabin pîştî mirina mam (´Iso ), mala Mîra ew mekteba dînî li Behzanê girtin, ji ber gelek hegera. Ew çirayê zanîn u marifetê hate vemirandin! divê îro hemû Êzidî bi dengekî bilind daxwaz kin, bêjin: mekteba Qewala li Behzanê bi hête vekirin.[3]

çî gereke bo ewê bibe qewal fêr be?

Bo her kesekî bixwaze bibe Qewal  ev sê mercine ji wî di hên xwaztin:

1- ew mirovekî bi dev u ziman be, anku li axiftina xoyî rewan be, di ´ilmê xo dayî melevan be.

2- dengekî xweş li ser be.

3- bizane Def u Şibaba lê bixe.

Berî hemû tiştekî divê xundevan (şagird) fêrî lêdana Def u Şibaba be, bo vê yekê jî Qewalê here zîrek u şareza bi awaz, kubrî, mîlodiya qewla,.... wê bibe seyda, xundkarêt nufêr jî dersêt mozîkê, lêdana Def u Şibaba wê li ber destê wî fêr bin. 

Tiştê here zehmet fêrbûna mîlodî u kubriya qewlane; çuke her qewlekî, her qesîdekê, her beytekê, nek her yek mîlodî heye, belkî 3-4 kubriya heye, anku bilindî u nizmiya gotina wan qewl u qesîdan bi deng. ji ber wê yekê jî ewên nu dest pê dikin, dibêjine wan:

a- şagird - nufêr .

b- Serhosta: ewêt baş dizanin.

Piştî Qewalêt nufêr lêxistina Def u Şibaba ser rast dikin, fêr dibin, şunda mamostayê wan tê her roj 3-4-5 Sebeqa ji Qewl, Qesîde, Beyt,...htd. dide ber wan. Demê ew Qewalêt nufêr roja din di hên, tiştêt fêr bûyin bo mamostayê xo dubare dikin, heke ewan baş ezber kiribe , mamostayê wan dê rabe çend Sebeqêt din  dete ber wan. Bi vî awayî heta Qewil bête ji ber kirin, şunda mamosta dê Qewlekî nu dete ber wan.....

Ji ber ku ´ilmê dînê Êzidiyan pirr zore, programê mamosta çawane, bi çî dest pê dike?

Helbet bo her Qewalekî gereke li destpêkêda van tiştan fêrbe :

1- Du´aya.    

2- Qewlê terqêniyê, Qewil u Du´ayêt li ser miriyan di hêne gotin, wek  (qewlê Seremergê).       

 3- Beyta Cindî, Beyta Sibê, Beyta Hêvarî ,....    

4- Her heft Qesîdên li gel her heft Semaya di hêne gotin, çunke  Beyt u Qesîdêt her heft Semaya her roj di hêne gotin, gereke Qewal di destpêkêda ewan fêr bin.

5- Piştî Qewal fêrî Qewl, Qesîde, Beyt, Dû´a dibin,  dest bi fêr bûna  kubriya wan dikin, ji ber ku ew Qewalê nufêr hêdî- hêdî wan Qewla bi deng li gel Qewalêt şareza dibêjin u di neqlînin.

6- Ku Qewalê nufêr hemû xalêt jorî(1-5) standin u serrast kirin, mamostayê wî, ewî Qewalî fêrî ( Mishabeta ) dike. Mishabet dereca here bilinda fêrbunêye li cem Qewala, çunke Mishabet zîrekî u şarezaya Qewal der dixe; ew çawa dikare felsefa dînê Êzidiyan şirove bike, şîreta li wan bike, şir´etê wan vebire,....htd.

Bo fêr kirina Mishabeta, Qewala rêkeke taybet heye, demê Mishabet tê gotin, Qewalê nufêr  beranberî Qewalan rûdinê u guhê xo dide corê gotina Mishabeta wan.

Sistêm u derecêt Qewalan :

Sistêmê Qewalan ji çar dereca pêkhatiye:

1- Mezinê Qewalan;

2- Sinceq begî;

3- Serhosta;

4- Nufêr ( mûbtede);

Mezinê Qewalan :

Ew serok u rêberê Qewalane ji hemû aliyave, ji aliyê hilbijartina wan, fêr kirina wan, bi rêve birina îş u karê wan, her wisa destnîşan kirina coqa Qewalan li gel Tawsê bo çiyayê Şingalê, Welatşêx, berê bo Tirkiya( Xalta- Wêranşar- nav çêlkiya), Suriya, Rusiya(Tawsa Misqofê), Iranê(Tawsa Tebrêzê),...htd.

Mezinê Qewalan endamekî serekîye di Meclisa Rohaniya Êzidiyaya Bilind da. Ew li gel gera Tawsê diçe gundêt Êzidiyan u Lalişê u karê Tawsê u Qewalan bi rêve dibe.Wekî me di dest pêkêda gotî, mezinê Qewalan ji êla Dumiliyane u akinciyê gundê Behzanêye.

Sinceq begî:

dereca here bilinda Qewaltiyêye, ew Seydaye u demê li dîwana Tawsê amade be ew Mishabetê dibêje.

Sinceq begî dibe ji Qewalêt Hekarî yan Dumilî be, herdû çî demê ew li gel Tawsê bin, li tenişta Tawsê ya rast u çep ru dinên; çunke Sinceq begî temsîla Şêx Sin u Şêx Şems dikin.Li virda(li ber Tawsê) kes ji Sinceq begî mezintir tûne, ne Mîrê Şêxa, ne Babe Şêx, ne Pêşimam,...htd. kî ji van kesêt me gotîn bêne dîwana Tawsê, Sinceq begî ji pêşwanve ranabe, ciyê xo na de wan. Her çî şiret, çareser kirina promlima hebe, Sinceq begî ve dibire, çuke wekî me gotî, ew bi navê Şêx Adî, Şêx Sin u Şêx Şems di axivin, ji ber vê yekê jî, tim Sinceq begî Qewalên bi emir mezinin, rih spî u xudan serhatîne.

Serhosta:

Ew Qewaleye; yê mîlodî, kubrî, awazêt hemû Qewl, Qesîde, Beyta hil digirin, di zanin, ew li gel gera Tawsê diçin.

Serhosta dibe serokê coqa  Qewalan (wek serokê Okêstira), hem ew Defê lê dixe, hem Qewla dibêje u hem çavê xo dide Qewalên din yêt Def u Şibaba lê dixin, da ew ne kevine çû şaşiya , kubriyê winda nekin.

Tiştê balkêş, Qewalêt Şibabê lê dixin, li milê rastê Tawsê rû dinên û ew temsîla Şêx Sin dikin. Qewalên defê lê dixin li milê çepê Tawsê rûdinên û ew temsîla Şêx Şems dikin. Li virda Qewalên nufêr, ew jî li gel Qewalan rû dinên, lê ew hemu Qewl u Qesîda bi rêz nakin, belkî bi tenê Sebeqa dawiyê li gel Qewalan dibêjin.

Nufêr:  

Ew Qewalê nu diçe ber dersên dîn u fêr buna karê Qewaliyê.

Coreyêt Semayê:

Di nav edebê dînê Êzidiyan da (7) heft coreyêt Semayê hene, gereke Qewal bi gotin u kubrî her heftan bizane, Navê wan evnene :

1- Semaya Mezin, yan Semaya Qanunî. Qewlê <<Maka Êzî>> li gel vê Semayê di hête gotin.

2- Semaya Zerza[4] (Gavanê Zerza). Behra bitir ´eşîreta Dumiliya vê Semayê daxwaz dikin.

3- Semaya Bilind.

4- Semaya Şêx Şems.

5- Semaya Şerfedîn.

6- Semaya Maka Êzî.

7- Semaya Merkeba. Ev Semaye li gel Tawsê li gunda na yê gotin, beklî ew li ser miriya, li goristana tê gotin u jin sê cara li dora tirbê (gorê) digerên. em dikarin bêjin: Semaya Merkeba  Sema mirîyane.

Kar u wezîfêt Qewalan:  

Bi rastî demê mirov karê Qewal pê ra dibin rêz bike, xizmeta dînî ya ew bi cî tînin bide ber çavan,... wî demî mirov dizane dewrê Qewala çendî mezin u pîroze, qedrê wan çendî girane. Mirov dikare bêje ewin : giyan u nefes di ber bawerîyêt dîn kirîn, rowşen u berdewamî dayê u heta îro felsefa dînê Êzidiyan kariye bimîne, nemire, bo vê yekê ez dixwazim,her Êzidiyekî dilsoz, xudan bext, dengê xwe bilind ke, bêje : bila  mektebên Qewalan bêne vekirin u muçê (me´aş) wan bê xerc kirin., bila em hemû pêkve nehêlin destgeha Qewalan zehif bibe çunke koka dînê Êzidiyan li ser aliyê hoş u hisî hatiye ava kirin, ne wek li ser aliyê şiriet u kitêba. ji bo vê yekê mesela rohî, mozîk ( Def u Şibab), gotina şîret u Mishabeta dewrekî mezin di baweriya Êzidiyanda di leyzin. bi tenê ezê çîroka durist kirina Adem u çawa ruh ne di hate berda,bêjim. di gotine rûhê : boçî tu na keviye ber giyanê Adem?,  ruhê got: ferwar bo min ji ba Xudê nehatiye, heta Şaz u Qidum( Def u Şibab) ji asmana nêne xwar, ez nikarim bikevime ber qalibê Adem :

          Be´dî heft sed sal, heft suŗ hatine hindave

          Qalib mabuyî bê gave

          Gote ruhê: tu boçî na çîye nave?

                   **********

          Ruhê go: li ba aşiqa we ma´lume

          Heta bo min ji bana nên Şaz u Qidume

          Nîveka ruhê u qelibê Adem pêxember zor tuxume.

                   ***********

           Şaz u Qidum hatin u hidirî

           Nura mûhbetê hingivte serî

           Ruh hat u qalibê Adem pêxember êwirî.

(Sebeqa 32-33-34, ji Qewlê  Zbunî meksur)

Belê, li virda aliyê hisî( mozîk - Def u Şibab- Qewal...) dewrekî mezin di leyzin.

Eve jî hindeke ji karê pîrozê Qewal  pê radibin :

1- li Lalişê : her cejnek, tor u tibetekî Êzidiyan li Lalişê çêbe, divê wek mercekî serekî Qewal têda amade bin :

_ di fecrêda, berî ronahiya Rojê derkeve, Qewal (Beyta Cindî) li gel Def u Şibaba dibêjin u hana Êzidiyan didin ew ji xewê rabin, ´ibadeta xwe bikin u biçine ser şolê xo.

_ Sibehê, li gel derketina Rojê ( Beyta Sibê) dibêjin. Ev Beyte li gel (Mehter) di hête gotin. Mehter du corin: Mehtera tewrêzî    u    Mehtera Şamî. Awaz u kubriya Mehtera wek awaza marşêt eskerîne. Demê bi dihol u zirna di hên gotin, dibêjinê (Meytirxane).

_ Sibê, demê Simat amade dibe, Qewalek li gel Şibabê bi tenê diçe, Şibabê lê dixe u di pêşiya Simatê di keve, ji Şîlana Şêx Adî di îne ber Celsa Şêx Adî.

_ êvarî, berî Roj ava be, bo rewan kirina  nura Xudê, Qewal (Beyta êvarî) di bêjin(helbet demê bêjîn Qewal anku lêxistina Def u Şibaba). Carna li gel vê Beytê , Beytên din jî tên gotin wekî ( beyta Beharê) yan ( Beyta esriya).

_çaxê dibe şev u Êzidî li hev kom dibin Qewalê Sinceq begî dest bi Mishabeta dike, kû temam bu Simat tê pêşkêş kirin.

_ pîştî ji Mishabetê xilas dibin, Sema li Celsa Şêx Adî tê kirin, ew jî bi amadebuna hemû mirovêt dîndar u mezinêt ucaxa, wek: Pêşimam, Babêşêx, Şêxê Wezîr, Mîrhec, micêwirê Şêx Adî, micêwirê Kaniya Spî, Koçek, Pîr, Şêx,...htd. heft ji wan kesan Semayê digêrin, sê cara li dora çeqeltuyê(çiray) di gerên.

_ Qewal dibine du rêz u dest bi gotina Qewlekî dikin, her rêzek Sebeqekê di bêje, rêza din Sebeqa pêra lê ve digêre, behra bitir di van çaxada qewlên medih u stayişa di hên gotin, mîna: qewlê Şêxê Hesenî Siltane, yan qewlê Pîr Dawud, yan qewlê Bayzidê Bastamî,....

_ Mor kirina Berê Şibakê, dîsan Qewal Def u Şibaba lê dixin u qewlan dibêjin.

_ roja qepaxê, demê Golkî ji ber Şêx Adî dibene ber Şêx Şems, Qewal pêş dikevin u Def u Şibaba lê dixin.

_ Perî swar kirin ji ber Şêx Şems u Kaniya Spî bo ber Şêx Adî dîsan Qewal pê ra dibin.

_ mor kirin u cwan kirina Tawsê li roja dawiya çilê havînê, Qewal di hêne ser wê kaniya (birka) Şêx Adî li ser runiştî, Tawsê tînin u havêne nav simaqê u ava kaniyê mor dikin, 6-7 Qewala li wêder Qewl u Beyta dibêjin.

_ roja dawiya cejna Cemayê li heft ciyên cûda Sema di hêt gêran, wek ber derê Kaniya Spî, ber Şêx Şems, Êzdîne mîr,....htd.

2- Gera Tawsê.

salê bi kêmasî dû cara, Taws li nav gundêt Êzidiyan digere, di vî demîda, Beyta Sibê, Beyta êvarî, Mishabet, Sema têne gotin u kirin.

3- lêxistina Def u Şibaba li ser mirîyan.

berê, demê yek dikete ber kefercana mirinê, dû Qewal di hatine ber serê wî (wê) Qewlê Seremergê digotin heta wî mirovî rûh di spart , lê niha Qewlê Seremergê li ser miriya dibêjin demê ewan gor dikin, her wisa Qewal Def u Şibaba li ser miriya lê dixin. Demê cinazey ji malê ra dikin, dibene ser goristanî, bêguman Qewal awazê şînê lê dixin, her li gel cenazey jinkek bixurê hil digire u li pêşiya wî dihere, paşê Qewalekî Şibabê lê dixe li pey cinazey di here u li pey wîda dû Qewalêt Def bi dest tên, bi vî awayî heta digehine ser soristanî.

Qewal heft rojan li mala mirî dimînin, taziya wî dikin, roja sêyê Semayê jêra li dar dixin.

4- Sunet kirin:

berê u niha jî li hinek ciya, demê zarokan  sunet dikirin,Qewala bi awazekî taybet Def u Şibab lê dixistin, eve jî wê yekê diyar dike ku Sunet bi rewişteke pîroz di hêt hijmartin.

5- rojêt cejin u twafa:

di van cejnada Sema di hêt gêran u Qewal Qewlan dibêjin, Def u Şibaba lê dixin:

_ cejna Sersalê.

_ cejna Êzî.

_ cejna çilê zivistanê. ( li Lalişê)

_ cejna şevberatê.       ( li Lalişê)

_ cejna çilê havînê.     ( li Lalişê)

_ li Twafa Sema bi şev li cem Xasa (Xudanêt gunda) di hên gêran u berî hingî Beyta Sibê  u êvarî di hêt gotin.

6- govendên derê Kaniya Spî, Suka marifetê, govendên li gundan di hên gêran demê Taws diçe nav wan, hemu jî li ber Def u Şibaba têne gêran.

 


[1] Ev Bebete wekî deris(seminar) min li Univêrsita Georg- August li Gottengin bo prof. Dr. Philip Kreyenbroek u Dr. Ludwik Paul , bi du rojan got.

Dîsan bo vî babetî min gelek zaniyarî ji hêja Qewal Sivo kurê Qewal Silêman standin, ez gelek spasiya wî dikim bo wan zaniyariyêt dayîn min.Hîvîdarim ev babete bitir vekolîn li ser çêbin u heqê qewala li gorî dewrê wan yê mezin bête dan.

[2] bo vê yekê binêre vekolîna me bi navê : ber bi zanîna rastiya dînê Êzidiyan, xeleka 2, sala 1993ê, p. 38 , bi zimanê ´erebî.

 

[3] Em daxwaz dikin mektebeke dînî bo Qewala wekî berê li Behzanê û yeke din li Lali$ê, yan her ciyekî din, bêne vekirin û ji xêr ê xêrata Êzidiyan, ya Lali$, Taws, Kaniya Spî , $êx $ems.... pê têne deman kirin, bo mektebên dînî bête xerc kirin.careke din çavê xwe bidene Qewala û prosenteke ba$ ji perê me gotî wekî xerciya heyvane bo Qewalan bête diyar kirin. Careke din $ewq û ronahî bikeve çirayên nîv vemirî!.

 

[4]Sema Zerza : wekî me gotî ev Semaye behra bitir ye bi e$îreta Dûmiliyave girêdaye. wisa tê gotin kû nexwe$î kete nêva vê e$îretê û Mehmed Re$an( Pîr û Xasekî navdarî Êzidiyane, ciyê baweriya $êxadî bu) , demê ew nexwe$î ketiye nav her du aliya, hindek ji Dûmiliyan mecbur bun çiyayê Meqlubî- kû ciyê mîrgeha wan li wir bu- hinek cone Tirkiya û bune Bisilmanên $îee(Elewî), niha li Tirkiyê dibêjinê (Zazakî) û zimanê wan (dûmilkî), be$ê din jî koçberî Kûrdistana Iranê bun, ew jî bune Bisilman, bi tenê Dûmiliyên Welat $êx Êzidî man, Semaya Zerza jî bi wê dîroka nexwe$ve girêdaye.

 


 

 

 

Vegere

 

                   E-mail.: info@khaliljindy.com                  www.khaliljindy.com                      webmaster@khaliljindy.com